Artêşa Iraqê li Hewîceyê 40 gund kontrol kir

Artêşa Iraqê ragihandin, ku 40 gund ji destê DAIŞ'ê derxistiye. Heşdî Şabî jî ji başûrê Hewîceyê kete nava liv û tevgerê.

Operasyona artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, ku ji bo rizgarkirina navçeya Hewîce ya Kerkûkê dan destpêkirin, di roja 3. de ye. Heşdî Şabî ji başûrê navçeyê ve kete nava liv û tevgerê.

Li gorî daxuyaniya artêşa Iraqê, heta niha 40 gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.

Wekî din, lîwayên 16, 18 û 52 ên li nava Heşdî Şabî, ji başûrê Hewîceyê kete nava liv û tevgerê, ji bo gundên li vê herêmê kontrol bike.