Arslan: Kurd wê bi paş ve gav neavêjin!

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Mehmet Arslan got, "Em ê di siyaseta demokratîk de rikdar bin. Bila kes ne li hêviyê be ku Kurd bi paş ve gav bavêjin û dest ji destketiyên xwe biqerin."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) piştî Kongreya 4. a Asayî ya li Enqerê  Meclîsa Partiyê (MP) li Amedê civiya. Beriya civîna MP’yê li avaniya Rêxistina Bajêr civîn hate danîn. Arslan diyar kir ji ber sedema girtîbûna Hevserok Sabahat Tuncel civîna MP’yê bi yek hevserokî pêk tînin.

Arslan diyar kir ku AKP ji mêj ve li Tirkiyê polîtîkayên şer û kaosê sazkar kiriye û got ev polîtîka jî xwe li ser hişmendiya dijdemokratîk û dijKurdbûnê ava dike. Arslan diyar kir ku ew ê li dijî kirinên AKP’ê yên dijdemokratîk û faşîst di qada siyasî ya demokratîk de wê têkoşînê geş bikin û got: "Ji bo ku qada siyaseta demokratîk di serî de doza Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê çareser bike wê tim vê rêyê vekirî bihêlin û ji bo ku siyaseta demokratîk sazkar bikin çi peywira ku dikeve ser milê wan ji bo ku pêk bînin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

BI HEVKARÎ ÊRÎŞ BIRIN SER KURDAN

Arslan li ser salvegera derbeya 15'ê Tîrmehê jî rawestiya û da zanîn ku derbeya 15'ê Tîrmehê ji ber pirsgirêkên AKP'ê û Cemaeta Fethullah Gulan û polîtîkaya li dijî kurdan ku bi tu awayî bi hev nekirin, qewimî ye û wiha pê de çû: "Bi çi awayî pêk hatibe jî beyî AKP'ê ev pêk nehatiye. Piştî hilbijartinên sala 2002'yan heta 15'ê Tîrmehê, AKP'ê welat bi rêve bir. Komên wekî 'teror' pênase dikin wan bi rêve bir. Bi taybetî bi hevkariya AKP û Cemaetê, li dijî siyaseta kurd êrîşên mezin pêk hatin."

ÊRÎŞÊN LI DIJÎ EFRÎNÊ NAYÊN QEBÛLKIRIN

Arslan destnîşan kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Efrînê nayên qebûlkirin, ew bi fikarî li êrîşan temaşe dikin. Arslan piştrast kir ku AKP'ê demek dirêj bi DAIŞ'ê re hevkariyek qirêj meşand û êrîşên li dijî Kobanê pêk hatin û wiha pê de çû: "Em  gel û partî, êrîşên li dijî Efrînê qebûl nakin." Arslan got ku "Bila kes li bendê nebe ku Kurd dest ji destkeftiyên xwe berdin" û wiha axivî: "Em ê tu carî dest ji destkeftiyên xwe bernedin û paş ve gav nevêjin. Divê êdî Kurd li Rojilata Navîn di nav gelan de cihên xwe bigirin."

'KURD DIVÊ YEKITIYA XWE DEYNIN'

Arslan li ser xebatên bi mebesta avakirina yekîtiya Kurd jî got, "Ev sedsal li Rojhilata Navîn wê bibe sedsala Kurdan. Ev jî wê bi avakirina yekîtiyê çêbibe. Kurdn bi salan e berdêlên giran dane, ji bo ku ev jî bi aştî û azadiyê were tacîdarkriin pêşî divê yekîtiya netewî were danîn û ev yekîtî bibe hêz, bi vî rengî jî di nav gelên dinyayê û Rojhilata Navîn de cihê xwe bigire."

Piştî daxuyaniyê civîna MP'ê ji çapemeniyê re girtî dewam kir.