Armanc: Egîd carekî din xeta berxwedanê nivîsî

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Heqî Armanc qala Fermandar Egîd Civyan kir û got: “Ji bo azadiya gelê hejar tevahî jiyana xwe fedayî têkoşîna azadiyê kir.”

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Heqî Armanc rol û têkoşîna Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê û Fermandarê Qada Botanê Egîd Civyan ê li Çiyayê Şengalê bi sed hezaran Êzidî ji terora DAÎŞ’ê rizgar kir ji ANF’ê re vegot.

Arman qala çalakiya Civiyan a dawî kir û got: “Ev çalakî banga mezinkirina têkoşînê ya li dijî faşîzmê li ciwan kir ku tevlî gerîla bibin. Di dîroka berxwedanê de ya herî zêde me dide zorê qala têkoşîna fermandarên bi nirx ên mîna Egîd û şervanên xwe bikin e. Bi taybet ku wî hevrêyî ji nêz ve nas bikî, bi hev re rabûn û sînga xwe dayî ber gelek zoriyan, nirx avakirin û di heman çeperê de şer kirin; ev mirov hê zêdetir dide zorê. Şehîdbûna hevrê Egîd yek ji şehîdbûnên salên dawî yên li Bakurê Kurdistanê yek ji ya herî zor bû. Hevrê Egîd li gelek qadan di asta berpirsyariyê de xwedî serketinên pratîk bû. Di salên destpêkê yên gerîlatiyê de li Zagros û Başûr li qad û demên zor de pratîk kiriye.

‘PLANÊN DAGIRKERAN TÊK BIR’

Egîd bûye pêşengê bi sedan hevrêyên xwe û tevî hemû êrîşên giran, bi fedayî bi awayekî bi heybet li ser xeta Rêbertî û şehîdan li ber xwe daye hemû pilanên tesiyeyê yên dijmin ku gerîla li Botanê lewaz bike vala derxistiye, di vê demê zor de bûye yek ji pêşengan. Li herêma Kato ya ku yek ji herêmên herî zêde tesfiyekaran texrîbat lê kir, berpirsyariya herêmê li xwe digire, di demekî kin de rêya gerîla ya li qadê pêş xistiye. Hevrê Egîd di vê demê de ne tenê xeta têkoşînê mezin kiriye, li gel vê, di bin fermandariya Kato Jîrka de bi çalakiyên kir, tenê bi herêmê re sînordar nema, bandorên erênî li Qada Botanê jî kiriye. Gelek çalakî û pratîk li herêmê kir. Her çendî bi hevrê Egîd re li her qadên cihê kar jî nekiribin, di nava 12 salên dawî de bi pratîka kirî xwedî agahî me. Hevrê Egîd di dîroka têkoşîna azadiya Kurdistanê de pratîkên ewqas serketî di asta şervan û fermandariyê de kir ku ti carî neheje pêk aniye. Hevrê Egîd di qadên Bakur de gelek carî planên dagirkeriyê têk biriye.

‘QEDERA GELEKÎ DIYAR KIR’

Weke tê zanîn sala 2014’an çeteyên DAÎŞ’ê xwestibû ku civaka Êzidî qir bike. Ji bo civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar bike û biparêze weke fermandarên hevrêyên me hate erkdarkirin. Pratîka hevrêyê me Egîd ya li Şengalê li holê ye, eger ku li dijî her êrîşeke li ser Şengalê bê kirin hêzeke ya xweparastinê hebe, keda hevrêyê me Egîd ya li vir mezin e. Bê şik û guman keda hevrê Zekî jî li wir pîroz û watedar e. Lê di warê leşkerî û mîsyon de rola hevrê Egîd diyarker e. Ji perwerdekirin û biçekkiringê bigire heta li gelek qadên leşkerî de avabûyîn û bûna xwedî sîstem rolê pêşengtiyê girtibû. Nîşan da bê ka wê ciwan, jin û civak çawa xwe biparêzin û di vî warî de kir ku bibin xwedî vîn û hêza parastinê. Heta roja ku ji Şengalê vegeriya ji asta xwe ya rêxistinkirinê tawîz neda, li dijî êrîşan di asta fermandariyê de bi xwînsarî nêz bûye, ji xeta parastina rewa dijmin tarûmarkiriye, cihên hatine dagirkirin û di bin dorpêça DAÎŞ’ê de bi tevgera şoreşgerî rizgar kir, di rizgarkirina civaka me ya Êzidî de ya ji qirkirin û esaretê pêşengtî kir. Li wir di têkbirina DAÎŞ’ê de xwedî rolek bi bandor bû.”

‘PÊŞENGTÎ JI GUHERTIN Û VEGUHERTINÊ RE KIR’

Armanc diyar kir ku di Pêngava Jinûve Avakirinê de bal kişand ser fermandariya Civyan û wiha domand: “Li Botanê di vê pêngavê de ji terzê gerîla bigire heta li dijî kêmaniyên heyî bûna hêza çareseriyê, dîsa terkirina kêmaniyên xwedubarekirinê yên hêza gerîla û fermandariya gerîlayê pispor bi hevrêyan re di nava hewldanên bi heybet ên serketinê de bû û hêviyek mezin dida. Di van mijaran de lêhûrbûna wî di cih de û xwedî wê hêzê bû ku ji bo pêvajoyê bibe bersiv. Ji pisporbûna gerîla bigire heta bicihbûna wê hemû detayên wê yên zirav dihizirî. Bi van dahûrnadinan bi kelecanekî mezin dest bi kar kir. Weke tê zanîn heta şehîdbûna hevrêyê me hewldan û kedekî wî yê mezin hebû. Li Botanê pêşengtî ji guhertin û veguhartinê re dikir.

Bi kinahî hevrê Egîd xwedî kesayetekî wilo bû ku yek ji hevrêyên barê şoreşê rakirin, her demê û li her cihî dixwest pêşengtî bike bû. Bi qasî ji destan dihat û hêza wî têrê bikira li her derê dixwest tişta bikare bike dixwest pêk bîne. Fermandarekî wilo bû ku dixwest hemû enerjiya xwe bixe ji bo xizmeta civakê. Yekbûyîna wî ya fikir-zikir-çalakî di rêya heqîqetê de pêşengekî Apoyî yê rênîşan bû. Ji bo azadiya gelê Kurdistan û hejar, milîtanekî PKK’ê ku hemû jiyana xwe fedayî têkoşîna azadî kiriye.
Hevrê Egîd tenê bi serketinên leşkerî re sînordarkirin wê kêm bimîne, li gel vê girêdanbûna wî ya bi xetê re, kêliyekê ji jiyana bê ked ji bo wî bê wate bû û ev şêweyê jiyanê ji bo kiribû rêgezekî yê jiyana bi layîq. Ji bo vê her kêliya jiyana xwe ji bo bi wate bike bi girêdanbûna xwe ya bi Rêbertî û şehîdan re karkirin, nirx hilberandin, armanca wî ya esasî bû. Egîdek wilo bû ku ti demê ne dirawestiya, li kû û çi demê karek heba, diçû wir bû. Li warê Egîdan hem bû Egîd û hem jî bû pêşengê temsîla gelekî. Vê yekê ne bi gotinê, bi pratîka xwe gav bi gav hilberand û nîşan da. Ji bo jiyana xwe ya şoreşgerî bi navê ciwanî û estetîkê, dida nîşandan ku her kêliya jiyana xwe divê tije bijî, vê yekê jî di wêne, dîmenek û dîsa nîvîsên li ser jiyan û hevrêyên xwe yên nivîsî nemir kiriye, kir malê dîrokê. Bi felsefeya ‘Serketin di detayan de veşartî ye’ bi hemû detayên jiyana xwe re eleqedar dibû. Hevrêyek wilo bû ku her demê di jiyanê de li pey xwe belgeyek hiştin ne bi gotin, bi pratîkê nîşan dida. Di vê çarçoveyê de bi hevrêyan re eleqedar dibe, bi vê felsefeyê jiyana xwe û ezmûnên xwe ji bo wan vediguhezand.
Diyar kiribû ku çiya ji bo gelên hejar hebûna xwe biparêzin û parastina xwe bûne kelhên bi wate nivîsandibû. Bi vî rengî girîngî dida çiya û bi wate dikir pêvajoyê bi dîrokê re dikir yek. Bi taybet erdnîgariya Botanê hêvî û baweriyeke wiha pêre çêdikir.

Hevrê Egîd di nivîseke xwe ya herî dawî ya ji Botanê nivîsandi bû de qala gotinên Suleyman Soylû ya ‘Wê operasyona dagirkeriyê li Botanê bidin destpêkirin, wê gerîla bi temamî ji çiyan dabixin’ bibîr dixe. Li pêberî van gotinên Soylû Hevrê Egîd wiha dibêje; ‘Ev cahîl nizane ev çiya yên kê ne, ev ehmeq e. Ev şexsê wiha ku para xwe ji dîrok negirtî, xwedî kesayetekî wilo ye ji dîrokê para xwe negirtiye nizane ev çiya; cih û hêlîna berxwdêran e’ nivîsandibû.”

‘BERPIRSYARTIYEK MEZIN HÊLA’

Armanc salên têkoşînê yên fermandarê mezin Egîd ê ji derdorek welatparêz tê wiha anî ziman:
“Hevrêyek ku girêdanbûna bi jiyana Kurd û Kurdistanê re bi rûmet parast, pêşxist û welatparêzî bi kelecan jiyan dikir bû. Di van salên dawî de fermandarên mezin hetanî nefesa xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwanên şehîdan bûn. Ev hevrêyên fermandar ên bi nirx hîn di temenên xwe yên biçûk de, ji ciwantiya xwe hetanî vî temenê xwe bi hemû zehmetiyên jiyanê re wate dan her zehmetî û her bîranînê, girêdanbûna xwe bi Rêbertî û Şehîdan re xurt kirin û bûn xwedî erkên mezin. Bi têkoşîna van hevrêyên bi nirx re, bi nirxên ku afirandîn û tecrûbeyên bidest xistîn, di perspektîfa jiyan û şerê me de ne. Ji ber vê yekê pêwîste hertim ev hevrê bên bibîranîn û bên jiyanîkirin. Çawa ku wan peywira xwe kirin malê civak û dîrokê, ala ku şehîdan ji cihê hêlayîn girtîn bi serkeftî rakirin pêş, berpirsyartiyek a me jî heye ku bi heman şêweyî em van hevrêyan bikin malê civak û dîrokê. Mîrasek mezin ji bo me hêlan, li gorî girêdanbûna bi bîranînên wan ji berî her tiştî û her kesî em weke hevrêyên wan jiyana wan bikin jiyana xwe û têkoşînê mezin bikin. Rêbertiyê, ji damezirandina Partiya me hetanî artêşbûnê û her demî bi nû derketinek hemleyî bi girêdanbûna bibîr anînên hevrêyên me yên şehîd pêngav pêşxistin. Em weke milîtanên Apoyî bi ruhek ê têkoşînek bi vî şêweyî re, erka me ya herî mezin ew e ku bigihêjin erkên xwe yên li pêşiya xwe.

Hem pêwîst e em di kesayeta xwe de vê pêş bixin hem jî ji bo pratîkek serkeftî birêve bibin jiyana xwe li gorî wê plan bikin, bi kilîtbûna xwestek û armancan, pêwîste ji bo bidestxistina serkeftinê em bi israr bin. Şehîd hetanî nefesa xwe ya dawî ji bo vî gelî û welatî hemû hêza xwe danê û xwe feda kirin. Tenê bi şehîdan re jiyîn û dana jiyanîkirin dikare şerê psîkolojîk û polîtîkaya îmhayê ya li dijî gel û tevgera me dikare vala derbixe, em dikarin bibin xwedî pratîk û têkoşînek serkeftî. Ev ji bo me dibe çavkaniya enerjî û moralê, perspektîfa serkeftinê ye. Dibe xweşikbûna jiyanê û afrêneriya hêzê. Dema ku em jiyîn û heqîqeta şehîdan nebînin em ê zeyîf bibin, bê moral û bê xwestek bibin xwedî tevlîbûn. Yê ku bi heqîqeta şehîdan xwe biafirîne û bibîne, li kûderê bibe bila bibe wijdana wî wê bi berpirsyariyekê têkoşînê re xwe bike yek, qet nakeve û têk naçe. Sira jiyanê di girêdanbûna kûr a jiyan û pratîka van hevrêyan de veşartiye. Gelek hevrêyan weke mîras ji bo me rojnivîk û nivîsînên xwe hêlan e. Van hevrêyan bi jiyan, sekin û çalakiyên xwe hertim li ber çavên me ne. Ji bo vê yekê di pêvajoyên wiha de seknên van hevrêyan ji bo me girîngiya jiyanê ye. Di vê demê de ku êrîşên hovane li ser gelê me û tevgera me tê pêkanîn, di kesayetên xwe de Rêbertî û hevrêyên şehîd jiyanî kirin em ê bikaribin dijminê dagirker li erdê bixin, civak û welatek azad ava bikin. Tenê bi vê gengaz e. Ji derveyî vê bi jiyan û xebatek takekesî tevlîbûyîn û serkeftin ne gengaze. Hêza ku me bi ser dixe û pêş dixe ev e. Rêbertî bi vî şêweyî pêngav li ser pêngavê li dijî hemû êrîşan Partî mezin kir û pêş xist. Dema tevgera me hîn nû destpê kirî bi vî şêweyî û nêzîkatiyan destpê kir û pêş ket. Em tenê bi vê zanabûn û baweriyê weke hevrê Egîd dikarin bibin layîqê bi hezaran şehîdên xwe.”

‘EM Ê DI XETA EGÎDAN DE BIMEŞIN’

Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Heqî Armanc, di dawiya axaftinên xwe de wiha bal kişand li ser xeta têkoşînê ya gêrîlayan:

“Di serî de hemû Botan, bi taybetî gelê me yê Geverê ku van Egîd, Canfeda û Hebûn ên bi nirx ronahiya girtî wê di rêya serkeftinê de bimeşin, em di wê baweriyê de ne ku wê xwedî li mîrasa van qehremanan helêyî derbikevin. Hevrê Egîd hemû jiyana xwe ji bo gelê Botan, Gever bi taybet qala welatparêzî û ciwanên Geverê yên bi heskirin û birûmet dikir. Di serî de em bang li ciwanên Gever û hemû Botanê dikin ku navê Egîdan rakin, çeka vî fermandarê binirx li erdê nehêlin, tevlî nava refên gêrîlayên azadiyê bibin, bi vê zenebûna wijdanî û exlaqî li dijî faşîzmê têkoşînê bikin. Ev erk û berpirsyariyek nayê paşvexistin e.

Hevrê Egîd li gorî fedayiyek Apoyî û berpirsyarek demê bi pêngav û çalakgeriya xwe barek giran ê têkoşîna me girt ser milê xwe, dikarî biryara çalakiyên herî taybet û krîtîk bide, hem şer dikir hem dida şer kirin bû, heta dawiya xwe jî dabû nîşa me. Dema xwe ya dawî jî bi hişmendiya ber bi serkeftinê ve, me dît ku çawa fermandariya koordineyê ya operasyonên dewleta Tirk a faşîst îmha kir û bi ruhê êrîşê gehişte şehadetê. Hate dîtin ku wezîrên ku sîstema faşîst birêve dibin ew çalak û windahiyên xwe yên giran çiqas bi zorê didan çapemeniyê. Çalakiyên dawî yên Hevrêyên Egîd, Canfeda û Hebûn ku derbeyek giran li dijmin dayîn sîstema dagirker hejandin û tirsek mezin xiste nava wan. Li dijî operasyona îmhayê ya dewleta Tirk kirî vegerandin çalakiyek şoreşgeriya mezin û ew bin xistin.

Jiyan, sekin, armanc û xwesteka hevrê Egîd û hevrêyên li gel şehîd bûyîn ji bo me fermana bicihanîn û serkeftinê ye. Em ê di xeta wan xêz kirîn de bimeşîn. Em weke hevrê û şervanên wan ji her demê zêdetir erka xwe bigehînin serkeftinê, bîranîna van şehîdên xwe yên binirx li Kurdistana azad bidin jiyanîkirin. Di kesayeta wan de soza ku me ji bo şehîdan dayî em nû dikin.”