Endamê Komîteya Ragihandina PJAK’ê Argêş Alasur a ku tevlî bernameya Lapere ya radyoya Dengê Welat bû, têkîldarê serhildanên Îranê, bingeha roja xwendevanan 7’ê Kanûnê ya li zanîngehên Îranê axivî.
Hûn girîngiya rêxistin ango “Tevgera Xwendevanan” çawa dinirxînin û roja 16’ê Kanûnê çi wateyekî xwe di tevgera xwendevanan de heye?
Ez destpêkê Şehîdên Zanîngeh û xwendevanan çi ên salên berê, çi şehîdên roja îro ku di rêya şoreşa jin û azadiyê de jiyana xwe dan, bibîr tînim. Roja xwendevanan 7’ê Kanûna 1953’yan, li zanîngehya Tehranê destpê kir. Di wê serhildanê de, 3 xwendevan şehîd ketin(Şerîet Rezewî, Qendçî û Bozorgniya). Em di şexsê wan de dîsa hemû şehîdên rêya demokrasî û azadiyê bibîrtînin. Mijara esasî ku mirov balê bikşînê ser, koka tevgera xwendevan û zanîngehan li Îran û Rojhilatê Kurdistan e. Di 19’ê Tebaxa 1953’an de bi destê hêzên hegemon ên wekî Emerîka darbe çêbû. Bi rêya Şah, li dijî destkeftiyên gel mudaxeleyek pêk hat. Dewleta Mûseddiq ku li ser kar bû hinekî dixwest demokrasî pêşbixe û heta astekî li gor berjewendiyên civakê tevbigere. Hêzên hegemon ên wekî Emerîka û rejîma dagirker a Şah ku di herêmê de nokerê emperyalîzmê bû, vê qebûl nekirin û êrîş kirin. Her di wê salê de piştî serkut kirina gel, çend meh piştî wê, gotin ku serokkomarê wê demê ê Emerîka Nixon-nîkson tê Tehranê. Ji ber vê di bin pêşengtiya xwendevanên Tehranê de, serhildanek pêş ket. Li dijî ên ku xwîna gel dimijin, ên ku derbe pêk anîbûn helwestek ji aliyê ciwanan û xwendevanan ve pêş ket. Koka 7’ê Kanûnê (16’ê Azer) çavkaniya xwe ji vir digire. Li dijî dagirkeriya ku ji aliyê hêzên emperyalîst, kapîtalîst ve dihat pêş xistin, li dijî mudaxeleya derve ev helwest hat pêş xistin û serbixwebûn, demokrasî, azadî û wekhevî dihat xwestin. Koka vê tevgerê heta roja îro tê.
Eger ku îro serhildanek an şoreşek tê pêk tê, bê guman rola xwendevanan tê de heye. Em dibînin ku her roj li zanîngehekî serhildan an jî nerazîbûnek heye. Xwendevan serî radikin, ev bi hişyarbûnekî siyasî çêdibe. Ji ber ku xwendevan beşekin ji hêza rewşenbîrî a civakê. Bi gotinekî din, xwendevan bi rola xwe hesiyane. Girêdaneke xwendevanan bi dîroka tevgera xwendevanan ve heye û ji dîroka xwe qut nebûne. Di şoreşa jin û azadiyê de ku îro li Rojhilat û Îran bi rê ve diçe, rolekî esasî ya xwendevan û xwendevanên zanîngehê heye. Di tevgera xwendevanan de pêwîste mirov çend pêşeng û hevalên şehîd bibîr bîne. Wekî hevrê Rêzan Cawîd, Manî Kyakser, Akîf, Zagros û gelek hevrêyên dîtir. Van hevrêyan berî ku beşdarî refên gerîla bibin, rolekî pêşeng di tevgera xwendevanyî de girtine ser milê xwe. Em wan bibîr tînin û dibêjin em ê têkoşîna wan berdewam bikin.
DIVÊ TEVGERA XWENDEVANAN NERAZÎBÛNÊN XWE BER BI ŞOREŞÊ VE BIBIN
Gelo bi nêrîna we, cûdatiya di navbera itîraz û şoreş de çiye?
Wekî pênase, ferqa herdûyan heye. Ji bo ku şoreşek pêk were, nerazîbûn pêwîste. Nerazîbûn beşeke ji şoreşê ye, lê hemû nabe şoreş. Yek ji rexneyên ku herî zêde li ser civata rewşenbîr û tevgera xwendevanyî tê pêş xistin, ew e ku nerazîbûn û heta astekê berxwedan heye, lê di veguhestina vê wekî fikrekî şoreşgerî de lewazî heye. Nerazîbûn dibe refleksek li dijî beşekî sîstemê. Lê şoreş cûda ye. Tu dixwazî sîstem derbas bikî, tu dixwazî bi zîhniyet û çandekî cûda bijî. Muxaliftî derbas dike. Jiyanekî çawa were ava kirin, alternatîfa vê ava dike.
Mirov dikare Zanîngeh wekî cihê afrînerî, an cihê hilberîna fikrî ji bo civakê pênase bike. Mînak, ciwanek dema ku rişte ango beşê xwendina xwe diyar dike, piştre li ser derdorê xwe, çi bi başî, çi bi xirabî, li ser civakekê bandor dike. Eger em werin roja îro, siyaseta dewletê ya ji bo ku xwendevan çiye?
Sîstema perwerdehî a Zanîngeh di şert û mercên modernîzmê de, zêdetir ketiye destê netew dewletan. Eger em li dîrokê binêrin bikin, em ê bibînin ku her tim sîstemekî gelan a perwerdehî li ser esasê jiyanî û çandî hebûye. Ev sîstem nifş bi nifş hatiye. Lê di dinyaya modern de, wekî hemû tiştên dîtir, meseleya perwerdê rastî qeyranê hatiye. Ji ber ku dewlet netewe û sîstema sermayedarî, heta dawiyê dixwaze her tiştî kontrol bike û mudaxeleyî her tiştî dike. Ev yek ji bo perwerdê jî wisa ye. Zanîngeh wekî peyv jî: cihê zanistêye. Zanîngeh, cihê zanînê ye. Lê mixabin, ev mesele ewqas sade nîn e. Sîstem, zanîngeh xiste mekanîzmayekî ku bikaribe hêzên xwe ava bike. Wekî fabrîkeyekê digire dest. Ku mirovan dixe wir û di warê fikrî de li gor berjewendiyên sîstemê perwerde dike. Tu li wir nikare fikrekî rast bibînî. Bê guman, em reş û spî meyze nakin. Di sîstema perwerdehî û zanîngehan de dijmin, sîstem, sermayedarî, dewlet netewe ne ku bi temamî di projeyên xwe de serketî ne. Ji ber ku gel hertim li ber xwe didin. Çawa îro berxwedanî û şoreş heye, di berdewamiya dîrokê de ev sîstem jî heye. Sîstema zanîngeh ku Şah bi xwe damezrandibû, bi xwe bû meydanekî têkoşînê û 7’ê Kanûnê (16’ê Azer) li ser vî bingehî rû da. Ev qadeke şer e. Di vê qadê de, dijmin naveroka zanîngeh û pêkhateya wê, wekî qadekî şerê taybet li hember jin û ciwanan bikar tîne. Lê jin û ciwan bi hezaran sal e li ser vê axê dijîn û zû bi zû hin tiştan napejirînin. Dijmin siyasetekî asîmîlasyonê û parçe kirin li zanîngeh bi rê ve dibe. Wekî Ewropa mihwerî, oryentalîzm. Oryentalîzm di atmosfera rewşenbîrî a zanîngeh de belav bûye. Êdî her tişt li gor Ewropa meyzekirin, ew teqlît kirin û piştre jî li ser civakê bikar anîn, pêk tê. Piranî xwendevan bandor dibin ji vê nêrînê û li ser tevgera xwendevanyî jî bandor kiriye, rûxmê ku tevgerekî nerazîbûnê ye.
MESELE NE TENÊ ZIMAN E, MESELE ÇANDÎ Û ÎDEOLOJÎK E
Zanîngeh dibe fabrîkeyekî ku dixwaze mirov wekî maddeyekî xam derbikeve, bi giştî sîstema perwerdehî a dewlet netewe wiha ye. Perwerdeya medrese û a leşkerî jî wiha ye. Mirovan wekî pelekî spî dibîne ku çi dixwaze li ser dinivîse û encamê li gor berjewendiyên xwe ên siyasî, îdeolojîk û aborî diyar dike. Bi giştî dixwaze jiyana civakê di bin desthilatdariya xwe de bigire. Sîstema perwerdê sîstemekî hesas e. Dikare mirovan bixe nakokiyan. Dema em li mirovên îro meyze dikin, ne rehetin. Ji ber sîstema perwerdê rastiya wan, çand û zimanê wan îfade nake. Ev ji bo Kurdan tenê derbasdar nîn e. Ji bo Fars jî wisa ye. Wekî zimanê Kurdî an zimanê dîtir nahêlin ku perwerde were dîtin, lê tenê ne ev e. Gelê Fars jî xwe di vê sîstema perwerdehî de nabîne. Rûxmê ku bi zimanê xwe perwerdeyên xwe dibîne. Mînak, em li Başûr dibînin, sîstemekî desthilatdariyê heye. Ew sîstem li ser esasê xeta Barzanî û PDK’ê ye. Her çiqas perwerde bi zimanê Kurdî be jî, xiyanetê ferz dike. Mesele ne tenê zimane, mesele çandî û îdeolojîk e. Dema em dixwazin gelê Rojhilat çareseriyê deyne holê, ev ne tenê di warê ziman de ye. Yek ji gavan zimane û giring e. Mijara esasî: çawa jiyîn e. Siyaseta dewlet netewe û qirkirina çandî dixwaze jin û ciwanan berbi kapîtalîzmê ve bikşîne. Lê jiyanekî bi hezarê salan a gelan heye ku ewqas bi rehetî nayê helandin. Rehet nayê bêdeng kirin. Şoreşa îro, teqîneke. Gel qebûl nakin êdî di pergalek wiha de bijîn. Ji ber di hafîzeya civakê de tiştek heye, nirxek heye û ew nirx tê binpê kirin. Di serhildanan de diyare, xwendevan ji naveroka zanîngehan ne razî ne. Li dijî şêwazê têkiliya mamoste û xwendevan nerazîbûn heye. Mesele di demekî wiha de çima şagirt û mamoste bêdengin. Tirsandin heye, bi puan an jî bi derxistina ji zanîngehan. Xwendevan bi vê avahiya zanîngeh a bi pirsgirêk hesiyane. Pêwîste zêdetir li ser vana were nîqaş kirin.
JI BO XWENDEVANÊN ÎRANÊ MÎNAKA HERÎ BAŞ TEVGERA APOYÎ YE
Me behsa rola tevgera xwendevaniyê kir, îro bi dirûşmeyên bi hêz erkên xwe dilîzin. Divê ev serî rakirin bi rêxistin û bi pergal be. Ji bo ku dewlet-netew cardin di warê olî û mezhebî de rabûnek neke. Dibêjin “Kurdistan çeşm û çeraye Îran”, ev mîrateya dîrokekê ye. Di sala 1979’an de jî rolekî xwendevanan hebû, rola wan çi bû û gelo ev bandorê li roja me ya îro dike?
Eger em dubare behsa tevgera xwendevaniyê bikin, dîrokekî tijî fedekarî û azadîxwazî ye. Sala 1953’an dema tevger ber bi 1960’yan ve diçe, tevgera xwendevanan û tevgerên ciwanan li piranî welatên cîhanê pêş dikevin. Li Îranê jî ew tevger xwe didin pêş. Ev tevger li zanîngehan dibin meydanekî girîng ji bo şer kirin û têkoşîna demokratîk. Piranî kesên ku di van tevgeran de cih girtin xwendevan bûn. Rêxistina Çîrîkî Fedayî Xelk û rêxistinên cûda ên çep û demokratîk, piranî hêza xwe ji zanîngehan digirtin û ev bû bingehek ji bo şoreşa sala 1979’an. Tovê roja 7’ê Kanûnê(16’ê Azer) hat çandin, mîna ku mezin dibe û belav dibe. Wê demê jî, bi sedan xwendevanên fedakar û durust, jiyana xwe dan ji bo ku biratiya gelan. Ji bo wekhevî, azadî û demokrasî pêk were berdêl dan. Di rêya sosyalîzmê de canê xwe dan. Şoreşa 1979’an piraniya xwe li ser milê xwendevanan bû. Roja îro sîstema wîlayetî feqî ku li ser kare, pêwîste bîne bîra xwe ku şoreş bi van jin û ciwanan pêk hat. Piraniya xwe jî jin bûn. Ew herdû pêşengên civakê, jin û ciwan, civata rewşenfikrî a gelan, asta pêşengtiya wan diyare di civakê de. Eger îro rayedarên dewletê pir bi rehetî bêrêzî li hember tevgera xwendevanên Îran û Rojhilat dikin, ne rast e. Ew dîroka xwe vala derdixin. Ji dîroka xwe re dibêjin, dîrokekî derew e. Xwendevanên Îran û Rojhilat mirov û zarokên herî pêşeng ên vî gelî ne. Ev bêrêzîkirin li hember nirxên gel e. Di vê mijarê de rayedarên dewletê pêwîste sînorên xwe bizanibin ku çi dibêjin.
PÊWÎSTE ŞIK JI ZÎHNIYET Û SAZÎBÛNA HEYÎ WERE KIRIN
Wekî tevgera xwendevanan pêwîste çawa sîstema perwerdehî fêm bikin, bi taybet jî sîstema perwerdeya zanîngehan?
Sîstema perwerdehî di dema modern de, dikeve bin bandoriya dewlet-netewe û berjewendiyên wê. Xwendevan pêwîste vê rastiyê bizanibin. Dersên wekî, dersî Înqlabî Îran bi temamî derew e. Ew hêza ku niha li ser desthilatdariyê ye, mîna ku ew şoreş pêk aniye tevdigere. Ew şoreş bi tevgera xwendevanan, tevgera ciwanan, pêşengtiya gelê Kurd û gelên dîtir pêş ket. Lê hinek li ser wê şoreşê rûniştin. Kapîtalîzm bi giştî wekî Rêber Apo pênase kiriye, li ser nirxê civakê xwe dide berdewam kirin. Ewqas pêşengtî hat kirin, xwîn hat rijandin, lê hêza Kapîtalîst ev desteser kir. Di vî warî de, naveroka zanîngeh, bi taybet piştî şoreşa 1979’an piştî hêzên desthilatdariyê hatin ser kar, heta çend salan zanîngeh hatin girtin. Wê desthilatdariyê naverokekî cûda da zanîngehan. Naveroka zanîngeh di sîstema Pehlewî de, di xizmeta sîstema Emperyalîzmê de bû. Di xizmeta oryentalîzmê de bû. Sîstema nû ku hat ser desthilatê, sîstemekî şîagera, dîngera û zilamsalar bû. Ferqa sîstema Şah û sîstema wîlayetî feqî di warê zîhnî de nîne. Lê wekî pêkhate hinekî cûda ne. Naveroka wê beriya şoreşê çawa li dijî gelan bû, niha jî wiha ye. Pêwîste xwendevan bizanin ku dersên tên dayîn, bingeha xwe li ser zihniyeta desthilatdarî û zilamsalarî tê avakirin. Ji bo vê pêwîste ji van dersan timî şik were kirin. Gelo zanîngeh bi hemû goşeyên xwe, navgînekî demokratîk e? Eger em li pêkhateya heyî meyze bikin, ne pêkhateyekî demokratîk e. Çi beriya dagirkeriya Pehlewî, çi îro û serdema wîlayetî feqî, cihekî demokratîk nîn e. Rast e hêzên demokratîk tê de hene, lê heta niha jî zanîngeh mîna mulkê dewletê tê dîtin. Eger pêwîste zanîngeh cihê daniş be, cihê gelan be, nabe ku yê dewletê be. Em wekî zîhniyet behsa vê dikin. Pêwîste şik ji zihniyet û sazîbûna heyî were kirin. Pêkhateya xwendevan û mamoste, pêwîste demokratîk bibe. Mamoste û xwendevan pêwîste têkiliyekî wan ê dîyalektîk hebe. Xwendevan pêwîste vê bikin mijarekî têkoşînê. Pêwîste naveroka dersan qebûl nekin. Em şoreşa jin, jiyan, azadî bi rê ve dibin, pêwîste di naveroka dersan de jî guhertin çêbibe, gelek mînakên vê jî hene. Çavkaniya fikir û felsefeya Apoyî ye. Di vê çavkaniyê de, li ser fikrê azadîxwaziya jin bi hemû zimanan, bi Kurdî, Farsî, Tirkî, Erebî û Inglîzî berhem hene û di cîhanê de wekî fikir belav bûye. Ji bo vê pêwîste xwendevan Rêber Apo nas bikin, van pirtûkan bixwînin, li pey biçin. Ew dirûşmeya ku îro belav bûye, ev di carekê de çênebûye û ji ezman nehatiye xwarê, di vê çarçoveyê de xebatek hatiye meşandin. Tevgera Apoyî li Rojhilat ji bo vê xebat daye meşandin.
Yanî xwendevan rûxmê hemû êrîşên heyî, dikare li zanîngeh atmosferekî têkoşîne ji bo mirovbûn, jinbûn an mafên xwe, ava bike?
Rast e, têkoşîn dike, lê naverokek pêwîste. Tevgera xwendevanan di esasê xwe de tevgerekî azadî, demokrasî û sosyalîzmê e. Ji bo girtin û pêşdebirina fikrê sosyalîzmê tevgera danişcuyî herî pêşeng bûye. Ev jî fikrê Rêber Apo ye. Hemû akademîsyên, fîlozofên dinya, Rêber Apo dixwînin. Bi hemû zimanan tê xwendin û werger kirin. Ji ber ku çareserî tê de dibînin. Gel rizgariya xwe di dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî dibîne. Pir meseleyên dîtir hene ku esasî ne, wekî meseleya ekolojiyê. Qeyrana avê heye. Par li Esfahanê roj nebû ji bo vê serhildan çênebin. Di vî warî de jî fikrê Rêber Apo dibe çavkanî. Di manîfestoya ‘şaristaniya demokratîk’ de, rêya çareseriyê ji bo vana hemûyan tê danîn. Ji derveyî vê, dibêjin em demokrasî û azadiyê dixwazin. Ev jî bi fikrê Rêber Apo gengaz e. Carna dîrok bixwe rol diyar dike. Rola ku îro jî dikeve ser milê xwendevanan, ew e ku pêşengtiya fikrên nû bikin. Şerê taybet ê ku li ser wan tê meşandin, fikrên oryentalîst û pozîtîvîst, pêwîste pê bihesin û fêm bikin. Di xwe de tespît bikin, xwe rexne bikin. Ji ber tevgerekî rewşenbîrî ye. Dema ku karî xwe rexne bike, xwe lêpirsîn bike, wê demê wê pêşbikeve. Berê jî xwe rexne kiriye. Tevgera xwendevanî di şoreşa 1357’an de, rêxistina Tûdê (Girse) rexne kir, çepê nû ava bû. Tiştek nîn e berê nehatiye kirin û îro were kirin. Lê divê dîsa bi cesaret xwe rexne bikin. Divê şexsiyeta pêşeng, şoreşger were ava kirin. Ji ber ev sunneteke, Şehîdê xwe heye bi vî şêwazî. Em pêwîste bizanin ku vana hemû hene. Xwendevan dixwînin, dizanin, ji bo wan jin, ekolojî girîng e. Rêxistinek heye lê divê xwe bihêztir bike, gavên mezintir û radîkaltir biavêje û bibe pêşengê civakê. Îro jî, li Tehranê xwendevanan pêşengtiya serhildanê kirin û li pir bajarên dîtir jî nehiştin ku serhildan bisekine.
Çalakî curbicur in, em dikarin van çalakiyan çawa binirxînin?
Çalakiyên xwendevanan dewlemend in, ji ber ku jin in, ciwan in û timî di lêgerînê de ne. Di nava lêgerînê de ne ku tişta ji bo têkoşînê pêwîste, bidest bixin. Gelê Rojhilat, Îran û Rojhilata Navîn, çanda xwe dewlemend e. Dîrokekî xwe ê dirêj heye. Ji bo vê pir zû rêbazên nû peyda dike. Bi çand, bi sirûdekê germahî û heyecana şoreşê dide. Rêber Apo dibêje “şoreş cejna gelan e”. Tê wê wateyê ku şoreşa heyî, cejn e. Di cejn de dîlan, sirûd, kêfxweşî heye. Niha dayik û bavên Şehîdan derdikevin dibêjin ku em serfiraz in. Ji ber çi? Ji ber ku ev şoreşa zihniyetî a ku li Rojhilat û Îranê berdewam dike, şoreşa kêfxweşî û heyecanê ye. Ji bo derxistina vê heyecanê jî, çand li pêş e, sirûd, helbest û huner derdikeve holê. Niha hunermend derdikevin pêş, ne tenê ên bi nav û deng in. Beşek tên nasîn, ew karê xwe dikin ew pir baş e. Lê li jêrî vê, tevgera xwendevanî jî xwediyê huner e, her çiqas veşartî be. Ji bo wê niha wekî ku dikele. Rojane stran derdikevin. Klîp derdikevin. Poster derdikevin. Helbest derdikevin. Bandorekî pir bihêz heye ku îro derdikeve û aktîf dibe. Ji ber ku di şoreşa zihnî de, di şoreşa çandî de, ev zêdetir berçav dibin û xwe nîşan didin. Lê tevgera xwendevanî, rola xwe girane, pêwîste bi her aliyî ve pêşengtîyê bike, rêbazê xwe dewlemend bike. Pir karan dikare bike. Yek ji rexneyên ku hertim ji bo vê tevgerê çêbûye, ne tenê li Rojhilat û Îranê, ew e ku çima nabe tevgerekî civakî. Hertim mesafeyek hebûye. Roja îro şoreş heye ev mesafe kêmtir bûye, lê ev rexne her hebûye. Tevgera Apoyî wekî tevgerekî xwendevanî derket. Rêber Apo li Enqerê di pir kesan de xwesteka guhertinê dît û di nav wan de hêdî hêdî rêxistinek ava kir. Rêxistina Apoyî tevgerekî ciwan û xwendevanan e. Lê bi ketina nav civakê û di nav civakê de xwe rêxistin kirin, kariye piştî 50 salan her diçe xwe berfirehtir bike. Ji bo xwendevanên Îranê, nimûneya herî baş tevgera Apoyî ye.
Ev demeke dirêj e serhildan berdewam dikin. Em wekî şoreşekî zihnî bi nav dikin. Ji bo parastina vê şoreşê û demdirêjkirina wê, ji aliyê xwendevanan bi çi şêwazekî dikare bê kirin?
Yek ji erkan ew e ku şer û demokrasî li atmosfera zanîngehan be. Ne wekî naveroka fîzîkî wekî zihnî em behs dikin. Di warê naverok de zanîngeh demokratîk kirin beşekî şer û têkoşînê ye. A dîtir jî, me got ku tevgera Apoyî di nav civakê de xwe mezin kir û ev 50 sale mezintir dibe. Şoreşa Rojava berhemê vê bû. Li çar parçeyên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi bandore. Tevgera danîşcûyî jî birêxistinkirina xwe û civakê pêwîste berdewam bike. Bi xwe re sînordarbûyîn û mijûlbûyîn nahêle ku tevgera xwendevanî bibe pêşengê şoreşê. Dema 1979’an şoreş çêbû xwendevan û civak bûn yek. Di asta navnetewî de jî hebû, konfederasyonek bi navê “xwendevanî xaric as keşwer” ava bû. Ev konfederasyona derveyî welat bandora xwe li ser şoreşê zêde bû. Îro pêwîste xwendevan vana nimûne bigirin. Niha li her cihekî serhildan heye. Li hinek kolanan ku gel bixwe serhildan dike, derfetekî herî mezin e ji bo xwendevanan ku biçine wir û kolanê bikin cihê dîtina dersan. Ji gel hin tişt fêr bin. Ew gel bi hezarê salan e li vir dijîn, tijî zanist in. Yek ji fikrên ku Ewropa mihwerî di me de zindî dike çiye? Ew e ku me fêr dike ku gelê me tiştekî nizane. Gelê Kurd, hemû gelên Îran û Rojhilat, tijî zanist in. Esas ew e ku xwendevan xwe weke çîna serdest nebînine. Divê ku hem fêr bin, hem bidin fêr kirin. Hem şagirt be, hem mamoste be. Ji ber ku em di şoreşa jin, şoreşa ji bo demokrasiyê û azadiyê de ne. Pêwîste xwendevanekî bizane ji bo jinek ango ciwanek çi hewce dike û li gor vê hin tiştan bide fêm kirin. Me got, depoyek heye, di wê depoyê de li ser demokrasî, azadiya jin, ekolojî, xwe birêvebirina civakê, tevgera Apoyî çavkanî ye. Li ser înternetê pirtûk hene. Manîfestoya azadiya jin heye, gelek manîfestoyên cuda hene. Li ser parastina cewherî pirtûk hene. We behsa parastina şoreşê kir. Di vê mijarê de perwerdeyek bê sînor girîng e. Eger girîng nebûya dewlet ewqas li ser nedisekinî. Ewqas zanîngeh û medreseyan ava nedikir. Ji ber dizanin girîng e. Ê ku perwerde dike qezenc dike. Ew jî dizane birêka vêya dikare xwendevanan bide rûniştandin, nehêle rabin û li gor berjewendiyên dewletê, dijmin tevbigerin. Lê xwendevan divê şoreşa demokrasî û azadiya jin biparêze, ji bo vê jî naverokekî bihêz pêwîste ku xwe li ser perwerde bike. Hem xwe û hem jî civakê li ser perwerde bikin. Yek ji erkan ew e ku xwendevan kom bi kom, 3 kesî, biçin nav kolanan û ders bibînin. Lı ser azadiya jin bi civakê re biaxivin, diyalog bikin. Eger bi nêrînan hevdû dewlemend bikin, têkoşîn jî bilindtir dibe. Ev dikare bibe parastina şoreşa zihnî. Em çawa xwe perwerde bikin? Eger tu bizanî çawa xwe perwerde bikî, tu dizanî çawa xwe ji hêzên serkutger biparêzî. Di dîrokê de, li Atînaya kevin, sofîst hebûn. Wan di berdêla pereyan de, ders didan zarokên arîstokratan. Dersên ku didan û sîstema perwerdehî, bi xwe beşek bû ji desthilatdariya Atînayê. Ji ber Atîna sîstemekî koledariyê bû û vê sîstemê lêpirsîn û rexne nedikir. Bi taybet jî sofîst li dijî vê deng nedikirin, ji ber ku ji berdêla vê rewşê pereyên xwe digirtin. Lê di rewşekî wisa de kesekî wekî Sokrates derdikeve ku vê rewşê qebûl nake. Klasên taybet û sîstema koledarî qebûl nake. Lê li vir rêbazê wî girîng e. Pereyan qebûl nake. Çiqas gotinên sofîstan rast bin jî, rêbazê wan qebûl nake. Ew çi dike? Diçe nav kolanan digere. Herkes dibêje fîlozofekî mezin e. Lê li gel herkesî diyalog dike. Li gel wan behsa heqîqetê dike, dibêje pêwîste em xwe nas bikin. Eger xwe jî nas bikin, sîstema koledariyê qebûl nakin. Wê li dijî dijmin derkevin, zext, zilm qebûl nekin. Eger em wekî gelê Kurd ji bo xwe jî dixwazin pênaseyekî rast bikin, em ê vê sîstema perwerdê a derewkar qebûl nekin. Me got bila xwendevan biçine kolanan. Ev rêbazê Sokrates e. Ew rêbazekî demokratîke, xetekî radîkal e ku divê xwendevan bişopînin. Fîlozofekî ewqas mezin kiriye diyare ku rêbazekî durust e. A dîtir, mirov hinek erk bide xwendevanan. Em li gor nasîna xwe ya vê tevgerê û danîşcûyan van gotinan dikin. Cûnbûsî xwendevanî di salên 2000’an de karî heta astekî xwe rêxistin bike. Yek ji serhildanên destpêkê li dijî wîlayetî feqî, li zanîngehan bû, di sala 1999’an de pêş ket. Xwestin hin tiştan bikin lê hate tepisandin. Lê heta cihekî dewlet dikare vana bike. Dîsa 2003’an bi hin rêxistinên demokrasîxwazan dîsa li zanîngehan bingehek ava bû, di sala 2009’an de serhildan pêş ket. Ji sala 2017’an jî heta roja îro ev tevger berdewam dike.
DIVÊ TEVGERA XWENDEVANAN XWE JI NAVENDGERIYA EWROPA RIZGAR BIKE
Eger em rexne dikin, ji ber têkoşînek heye rexneyan pêşdixin. Lê qels dimîne. Yek jî bandora pozîtîvizm û ilmgerayî heye. Ewqas ilmgerayî nabe. Rojhilata Navîn warê manewîyetê ye. Warê Mazdek e, Zerdeşt, Manî ku pêşengên sosyalîzmê ne, li vir derketin. Eger di salên 1900’î de li Elmanya sosyalîzm berfireh bû koka xwe li Rojhilata Navîn e. Divê li ser vana xwendevan lêkolîn bikin. Karê wan ji xwe lêkolîne. Bi çavê Rojava, nikarin li Rojhilat meyze bikin û bi vêya re gelê Rojhilat, gelê Kurd û Îran nas bikin. Eger em gelê xwe jî nas nekin, peywendiyekî xwezayî ava nabe. Yek ji pêwîstiyên şoreşê, rewşenbîriyên xwezayî ne. Ev tê wateya ku ew fikir peywendiya xwe bi hemû civakê, hemû çînan, bi taybet bi karkerên zehmetkêş û netewên bindest re peywendiyekî xwezayî ava dike. Ev jî bi naskirinê re gengaz e.
Xwendevan divê xwe nas bike ji ber zarokên vî gelî ne. Zarokê gelê Kurd, gelê Azer, gelê Belûç in. Koka me çiye. Zerdeşt, Manî, Mazdek li ku derket? Bi hezaran şoreşger li Rojhilat, Îran, Rojhilata Navîn derketin. Wan çi digotin û di rêya çi de jiyana xwe dan. Ew nirxên civakê ne. Nirxê herî mezin ê civakê Şehîde. Eger li gor wan Şehîdan te nasînek peyda kir û jiyan kir ew civak te qebûl dike, pêşengtiya te qebûl dike. Xwendevan pêwîste di ferqa bandora xwe ya li ser civakê de bin û li gor vê hesasiyetê nêzîk bin. Tu nikarî fikrekî şaş di nav civakê de belav bikî. Bi wî fikrê şaş te qebûl nake, wekî pêşeng nabîne, pêwîste xwe îspat bikin. Ji bo vê erka sereke ya xwendevanan ew e ku xwe rexne bikin. Eger xwe rexne kirin, dikarin bihêztir bibin, şoreşa azadiya jin, demokrasiyê, sosyalîzmê, şoreşa gelan bi vî awayî dikarin biparêzin. Bi fikrekî durust di vê demê de pêşde biçin. Tevgera danişcuyî a Îran û Rojhilat ji destpêkê heta îro serkeftinên mezin bidest xistiye. Em di wê baweriyê dene serkeftinên mezintir jî bidest bixe. 16’ê Azerne tenê rojeke, ruheke. Ew ruh serkeftinê tîne. Demokrasî û azadiya jin tîne. Li ser vî esasî ji çiyayên azad ên Kurdistanê em silavên xwe ji xwendevanan re dişînin.