Aqûbeta Huseyîn Toraman hate pirsîn

Li Amedê xizmên windayan û ÎHD’ê aqûbeta Huseyîn Toraman pirsîn ê ku 26 sal beriya niha li Gebze ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatibû binçavkirin.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û Xizmên windayan, bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" di hefteya 455’an de çalakiya xwe pêk anîn. Çalakiya ku berê li Parka Koşûyolû dihat lidarxistin û ji ber Waliyê Amedê destûr nade li avahiya ÎHD'ê tê li darxistdin dîsa li avahiya ÎHD'ê berdewam kir. Di çalakiyê de pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" ku wêneyên windayan li ser hebû vekirin û daxuyanî dan. Vê hefteyê wêneyê Serokê Baroya Amedê yê di 28'ê Mijdara 2015’an de li Sûra Amedê hat kuştin jî lê hat zêdekirin.

‘BERPIRS DEWLET E’

Di çalakiyê de Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD'ê Adnan Orhan, diyar kir ku dewlet ji windayan berpirsiyar e û wiha got: "Dewlet berpirsiyar e ku windayan bibîne û kujeran darizîne. Em bi belgeyan windayan pêşkêşî darazê dikin. Lê heta niha kesên ku bi destê dewletê hatine windakirin hêj nehatine ronîkirin. Mixabin bi destê dewletê ev kujer tên parastin. Lê em vê yekê qet qebûl nakin. Li girtîgehan binpêkirina mafan gelek zêde ye. Li welatên demokrasî lê hebe divê teqez mafê girtiyan bê parastin. Em naxwazin girtiyên nexweş mirî ji girtîgehan derkevin. Ji ber vê yekê em dixwazin demek berî demekê girtiyên nexweş bên berdan.

‘SOZA KU JI BO DAYÎKA BERFO HATIBÛ DAYÎN, NE HATE BICIHANÎN’

Dewletê soz dan Dayika xizmên windayan Berfo Kirbayir. Lê dayika Berfo jiyana xwe ji dest da, hêj dewletê soza xwe pêk neanîye.”

Endamê komîsyona windayan Hasan Yalçin jî aqûbeta Huseyîn Toruman pirsî yê ku di 27'ê Cotmeha 1991’an de li Gebze ya Stenbolê hat binçavkirin û windakirin.