Apoyî: Wê ciwanên Apoyî azadiya ebedî mîsoger bikin

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Apoyî: Ciwanên Apoyî di nêrîn û fermana Rêber Apo de amade ne ku li dijî komplogeran têbikoşin û şer bikin, heya ku serkeftina ebedî mîsoger dibe.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Şoreş Apoyî, di salvegera komploya 9’ê Cotemehê de li ser armanca komployê, têkoşîna li hemberî komployê daxwûyanî da ajansa me.

Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Şoreşa Apoyî, li ser komploya 9’ê Cotmehê ku di 1998’an de li hemberî Rêbertiya Konfederalîzma Demokratîk Abdullah Ocalan pêk hatiye, armanca hêzên komploger û têkoşîna li dijî vê hatiye dayin ji ajansa me re vegot û daxuyaniyên girîng da.

Apoyî bi gotina “9’ê Cotmeha 1998’an  di encama yekdestbûna hêzên navdewletî, ku xwe li ser xwîna gelan didan jiyîn, li dijî rêbertiya azadiyê, li dijî vîna azad ya gelê me komployek hate lidarxistin. Di encama vê komployê de Rêber Apo ji qada Rojavayê Kurdistanê û Sûriye ku bûbû navendeke amadekirina şoreşa Rojhilata Navîn hate derxistin. Li vê derê alternatîfa pergala kapîtalîst, şoreşa hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dihate amadekirin. Armanca vê komployê ew bû ku rê li pêşiya şoreşa azadiyê ya gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bigirin” bal kişand ser şêwaza komployê ya hêzên ku ev komplo li dar xistine. 

Apoyî bal kişand ser ku hêzên komploger û got her çiqasî bixwazin vê komployê berdewam bikin jî, hêza wan têrê nake û ev komplo hatiye pûçkirin. Apoyî bi gotina “Çima komplo encam nagre û pûç bû? Lewma li dijî  wê, nêrîn û felsefeya azad a Rêber Apo heye. Ya ku komplo bin xistiye fikra azadiyê ya Rêber Apo ye. Komplogeran bi derxistina ji Sûriyê ya Rêber Apo û bi esareta wî, xwestin Rêber Apo ji Kurdistanê dûr bixin. Xwestin wî ji gelan ku bi salan e bi hesreta azadiyê dijîn, dûr bixin. Xwestin wî ji ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn dûr bixin. Ya rast xwestin ramanên azadiyê, ji her kesî dûr bixin” armanca kompolê rawe kir.

Bi giştî daxuyaniya Apoyî bi vî rengî ye;

“Her çiqasî di encama komployê de ji aliyê bedenî ve Rêber Apo hatibe dîlgirtin jî, bi taybetî van salên dawî rêbertiya Rêber Apo ispat kir, dibe ku ji aliyê fîzîkî ve wî dîl bigrin, lê nikarin felsefe û ramênên wî ku di nava gelan de belav dibin, dîl bigirin. Felsefe û ramana Rêber Apo, ya serdemî ye, ya demê ye. Piştî ev qesî zilm, tundî û tepisandina dewlet û deshilatdaran, ev gel fikir û ramanên Rêber Apo ji xwe re weke çareseriya yekane dibînin. Ji ber vê ev fikir, bû fikra azadî, fikra hêviyê ya serdemî ya gelen Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Hêzên ku komplo kirin, çi bikin jî nikarin rê li pêşiya fikir û felsefaya azadiyê bigirin. Ji ber vê her çiqasî xwestibin, Rêber Apo ji ciwan, jin û gelen Kurdistanê û Rojhilata Navîn dûr bixin jî, nekarîne ku bi ser bikevin û ji bo vê komplo vala derketî ye. Îro ji Rojhilat heya Rojava, ji Bakur heya Başûr, gelên Kurdistanê di çarçoveya felsefeya Rêber Apo de, gav bi gav bi rihekî fedaî bi ser hêzên komploger de diçin û azadiya xwe bi dest dixin.

Dîsa Rêber Apo ji Rojhilata Navîn derxistin, da ku di nava gelên Azerî, Erep, Faris, Asûrî, Belûcî û Tirk de felsefe û şêwaza jiyanê ya Rêber Apo belav nebe. Da ku li Rojhilata Navîn li hemberî dewletên zilimkar, pêla şoreşa azadiyê dest pê neke. Lê îro em dibînin ku li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye, gel rabûne ser piyan û şorêşê pêk tînin û vê şoreşê îro hemû Cîhan hejandiye. Ger ev şoreş îro bûbe eşq û hêviya hemû Cîhanê, wê deme komplo bi  bin ketî ye. Bêgûman ev şoreş jî, di pêşengtiya jin û ciwanên Kurdistanê de rê ve çû. Her wiha jin, ciwan û gelên Ereb, li Sûriye ji bo xwe sazî, meclîs û rêxistin ava kirine û di êniya herî pêş de şer dikin û şoreşa Apoyî dar dixin. Ev jî ispata wê ye ku komplo hatiye pûçkirin. Lewma di pêşengtiya jin û ciwanên Kurd û Ereb de, bi ramanên Rêber Apo şoreşek pêş dikeve û ev şoreş hemû Rojhilata Navîn dixe bin bandora xwe. Ger îro hemû gelên Kurd, Ereb, Aşûrî, Tirkmen bi dûrûşmeya “Bijî Serok Apo” dimeşin û şoreşan  li dar dixin, ev ispata wê ye komplo hatiye pûçkirin. Ango komplogeran nekariye Rêber Apo ji Rojhilata Navîn dûr bixe. Hemû gelên Kurdistanê û Rojhilata Navîn, bi Rêber Apo re bi xwîn û beden bûne yek. Lewma êdî ramanên Rêber Apo, eşqa azadiyê ya jin û ciwanên Rojhilata Navîn e. Çawa ku rih û evîna azadiyê ji dile gelan naye derxistin, Rêber Apo jî ji dil û mejiyê vî gelî naye derxistin.

Her wiha îro roj, bi sedan ciwanên Ewropa di çarçoveya felsefe û ramanên Rêber Apo de tên tevlî şoreşê dibin û rihê xwe feda dikin. Hemû ciwanên Kurd, Aşûrî, Tirkmen, Faris, Ereb û Belûcî dest dan hev û di pêşengtiya fikrên Rêber Apo de, li hemberî DAIŞ’a ku hêzeke komplogeran e têkoşiyan û ev hêza tarî têk  birin. Destan û efsaneyên ku YPG, YPJ, YBŞ û QSD’ê bi dest dixin, hemû ispata valaderxistina komployê ne û ti kes nikare pêşiya Rêber Apo bigre. İspat dibe ku felsefe û ramana Rêber Apo, îro di Rojhilata Navîn de destanan dinivisîne, serkeftinên herî mezin li dijî komplogeran dest dixe. Ji her demê zêdetir gelên Rojhilata Navîn rakirina şoreşê, ev kirine yek û hevûdin dide hembêzkirin. Armanca Rêber Apo, bi çêkirina şoreşa Kurdistanê, pêşxistina şoreşa Rojhilata Navîn bû. Ev geşadanên ku çêdibin, ispat dikin ku Rêber Apo gihêştiye armanca xwe, lê komploger bin ketine.

Ger îro hêzêke weke Amerîqa ku serkeşiya komployê kiriye, tê li Rojavayê Kurdistanê û Sûriye bi ciwan û şervanên ku Rêber Apo perwerdekirine û rakirine şoreşê re têkilî datîne û bi wan re tevdigere, tê wê wateyê ku neçarî felsefeya Rêber Apo bûne û neçar in bi vê yekê siyaseta xwe bimeşînin. Lê bila bizanibin ku şervanên Rêber Apo nayen siyasetên berjewendiya wan jî, wê hêzên komploger di ev siyaseta xwe de jî bin bikevin.

Ji bo vê, em şervanên Rêber Apo, em ciwanên ku keda ramanên Rêber Apo li ser me heye, em careke din komployê şermazar dikin. Em, di destpêkê de ciwan, ji tevahiya gelên Rojhilata Navîn re dibêjin ku Rêber Apo bi van şoreşên ku li dar dikevin komplo vala derxist. Ji îro û şûn ve jî hêzên komploger bi çi şêwazê bixwazin komployê berdewam bikin jî, jin û ciwanên Apoger ispat kirin ku komplo bi ser nakeve. Komploger bin dikevin, yên ku ser dikevin fikir û ramanên azadiyê yên Rêber Apo ne.

Li ser vê esasê, di salevgereke din a komployê de em ji çiyayên Kurdistanê bangî tevahî ciwanên Kurdistanî, ciwanên Rojhilata Navîn û Ewropa dikin ku em tola dîrokî ya jin, ciwan û gelan ji hêzên dagirker û komploger bigrin, em rêbertiya xwe azad bikin. Em careke din ispat bikin ku ti komplo nikarin ser bikevin. Divê şermezarkirin bi vî şêwazî be ku em pergala komplogeran li ser rûyê erdê nehêlin û em pergala Konfederalîzma Demokratîk ava bikin. Li ser vê bingehê ciwanên Apoyî, em careke din soz didin ku em di nêrîn û fermana Rêber Apo de amade ne ku li dijî komplogeran têbikoşin û şer bikin, heya serkeftina ebedî mîsoger dibe.”