Anter Dersîm şehîd bû

Şoreşgerê Kurd Kazim Ergun (Anter Dersîm) li Rojava di encama krîza dil de şehîd bû.

Kazim Ergûn (Anter Dêrsim) ku bi dehan salan di nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê de têkoşiya, di 11’ê Mijdarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di encama krîza dil de şehîd bû.

Anter Dêrsim ê bi eslê xwe ji Dêrsimê ye, di sala 1969'an de hatiye dinê. Bi salan di nava Tevgera Azadiya Kurd de ked da. Anter Dêrsim li Bakurê Kurdistanê, metropolên Tirkiyeyê, Ewropa, Mexmûr û herî dawî jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû xwedî pratîkeke mezin a têkoşînê.

Anter Dêrsim dema ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestgeha dawî ya têkoşîna azadiyê ya demdirêj didomand, krîza dil derbas kir. Anter Dersimê ku rakirin nexweşxaneyê, di 11'ê Mijdarê de tevî hemû mudaxeleya doktoran şehîd bû.

JIYANEK KU BI TÊKOŞÎNÊ RE HATIYE HÛNANDIN

Anter Dêrsim ku di 1'ê Gulana 1969'an de li Dêrsimê ji dayik bû, xizmetên mezin pêşkêşî Tevgera Azadiya Kurdistanê kir ya ku di sala 1992'an de li Stenbolê nas kir.

Anter Dêrsim ê ku piştî perwerdeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Akademiya Mahsûm Korkmaz bi dawî kir, vegeriya Bakurê Kurdistanê û ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hat girtin. Demekê di zindanê de ma. Zindan veguherande dibistanekê û xizmeta ji bo şoreşê domand.

Piştî ku ji zindanê derket, ji cihê ku lê mabû têkoşîna xwe domand. Ji ber gef û zextên dewleta Tirk neçar ma biçe Ewropayê. Li Ewropayê jî bi heman moral û coşê xebatên xwe domand.

LI PÊŞIYA TÊKOŞÎNÊ TU ASTENG NAS NEKIR

Tevî ku zewicî ye û 2 zarokên wî hene, lê li Almanya û gelek welatên Ewropayê bi xwedîderketineke mezin li doza Kurd û Kurdistanê ve xizmeta xwe domand. Ji ber têkoşîna ku dayî dîsa xistin girtîgehê. Berxwedana ku li zindanên Tirkiyeyê nîşan da, li zindanên Ewropayê jî berdewam kir.

RÊWÎTIYA KURDISTANÊ

Piştî ku ji zindanê derket, têkoşîna xwe ya azadiyê bi biryardariyeke mezintir domand. Demekê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, piştre derbasî Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bû û li wir xebatên rêxistinî pêk anî.

Anter Dêrsîm ku di dema zêdebûyina gefên DAÎŞ û dewleta Tirk de Rojava ji nêz ve dişopand, di berxwedana Kobanê de derbasî Rojava bû. Di gelek qadan de pêşengiya têkoşînê kir. Di dawiyê de tevlî xebatên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.

Her tim ji bo serkeftina Şoreşa Rojava têdikoşiya. Ji bo ku gel bi şoreşê re bibe yek kedeke mezin da.

Di 11’ê Mijdara 2021’an de dema li Rojava têdikoşiya dikir ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Şehîd Anter Dêrsim wê sibe li Qamişlo bi merasîmekê were oxirkirin.