Andok: Dengên HDP-Kurdan encama hilbijartinê diyar kir

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok got, "Faşîzma AKP-MHP'ê bajarên mezin hemû yên ku her tiştên Tirkiyeyê diyar dike ji dest da û Kurd winda kir. Lewma nema dikare Tirkiyeyê û Kurdistanê bi rê ve bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok, hilbijartinên xwecihî ku AKP-MHP têk çû ji ANF'ê re nirxand.

'YA HAT KIRIN NE HILBIJARTIN BÛ, ŞER BÛ'

Andok diyar kir, ya hate kirin ne hilbijartin bû û got, "Bi rastî jî ya ku pêk hat hilbijartin nebû, şer bû û ev şer hîn jî didome. Her kes niha encamên hilbijartinê dinirxîne, lê tiştekî ku bi navê hilbijartinê hatiye kirin nîne ku mirov karibe encaman rast binirxînin. Hilbijartin di nava şert û mercên wekhev de pêk tê. Lê belê tifaqa faşîst a Erdogan-Bahçelî mafê hilbijartinê yê gel jê stend. Lewma mirov nikare bêje ku hilbijartin û karê ji bo hilbijartinê di nava şert û mercên azad de pêk hat."

Andok anî ziman, ji ber ku hilbijartin li gorî ûsûlê pêk nehat, encama ku derketiye holê jî rewa nîne û got, "Faşîzma AKP-MHP'ê 51 ji sedî yê dengan stend. Gelo bi rastî jî ev rêje bi dest xist? Eger bi dest xistibe çawa bi dest xistiye, gelo mîna partiyekê tevgeriyan an jî bi derfetên dewletê tevgeriyan? Gelo hişt ku mirov bi rengekî azad tercîha xwe bikin, ya jî bi madiyatê, bi gefê, bi zordariyê, bi hîleyan bandor li mirovan kir?"

Andok destnîşan kir, dema ku hilbijartinên xwecihî di vê çarçoveyê de bên nirxandin wê were dîtin ku hilbijartinên 31'ê Adarê bûye hilbijartineke qirêj û antî demokratîk. Xebat Andok diyar kir, "Ji bilî vê yekê, hilbijartinên 31'ê Adarê ji destpêkê ve ji hilbijartineke xwecihî derket. Erdogan-Bahçelî diyar kirin ku ev hilbijartin yek ji hilbijartinên herî krîtîk ên dîroka komarê ye û hewl da li xwe vê propagandayê dengan bi dest bixin. Xistin rewşeke welê ku bi rastî jî ev hilbijartin ji hilbijartinên xwecihî wêdetir veguherî rewşeke welê ku sîstema desthilatdariyê ya Tirkiyeyê, têkiliyên bi derve re, aborî, aştiya civakî, bi kurtasî her tiştî diyar dike."

'AKP-MHP TÊK ÇÛN'

Xebat Andok bi bîr xist, desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ji kesî veneşart ku bi kîjan armancê tevlî hilbijartinê bûne û got, "Xwestin ku sîstema faşîst a ku navê 'sîstema hikumetê ya serokkomariyê' lê kirine lê ti eleqeya xwe bi dînamîkên civakî re nîne li qada xwecihî bidin rûniştandin, şerê qirkirinê yê li dijî Kurdan jî li Bakur, Rojava, Başûr û her devera ku Kurd lê azad in mezin bikin û bi vî rengî deng xwestin. Tişta ku jê re 'pirsgirêka mayindebûna welêt' digotin, ev bû. Lewma dema ku mirov di çarçoveya armanca wan a hilbijartinê de binirxînin, wê were dîtin ku têk çûne. Ji xwe rewşa wan a psîkolojîk di çapemeniyê de jî xuya dike. Ji bo vê yekê binixumînin dibêjin ku wan 51 ji sedî yê dengan stendiye û AKP hîn partiya yekemîn e, li hin bajarên Kurdan jî bi ser ketiye. Vê yekê dibêjin, lê ew bi xwe jî baş zanin ku rastî ne bi vî rengî ye. Ew têk çûn."

'DIJMINATIYA LI KURDAN DAWÎ LI WAN TÎNE'

Andok anî ziman, hêzeke ku dixwaze Tirkiyeyê bi rê ve bibe, bêyî birêvebirina bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edene, Mersîn û Antalyayê nikare vê yekê bike û got, "Tirkiye ji van bajarên mezin tê birêvebirin; ne ji Çankiri, Yozgat, Karabuk, Trabzonê. Faşîzma AKP-MHP'ê li van bajarên mezin ku zêdeyî 50 ji sedî yê nifûsa Tirkiyeyê li wan deveran e, têk çûye. Yanî li qada xwecihî wê nikaribe zêdeyî nîvê Tirkiyeyê birêve bibe."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir, têkiliya bi Kurdan re xala diyarker a rêvebirina Tirkiyeyê ye û got, "Hêzeke ku hebûn û mafên Kurdan qebûl nake, hêza ku Kurdan dike dijmin, nepêkan e ku demdirêj be û karibe Tirkiyeyê birêve bibe. Ev eşkere ye. Desthilatdariyên ku bersivê nadin daxwazên Kurdan piştî demekê ji holê radibin. Eger mirov bala xwe bidin ser, wê were dîtin ku serdema herî giran û dijwar a AKP'ê ji 5'ê Nîsana 2015'an û pê ve piştî ku hevdîtinên bi Rêbertî re birî û di şexsê Rêberê me de êrîşî gelê Kurd kir, dest pê kiriye. Polîtîkaya 'dijminatiya li Kurdan' wê AKP'ê jî mîna pêşengên wê biqedîne. Ji xwe hilbijartinê jî ev yek nîşan da. Niha Erdogan hewl dide bi zorê li Kurdistanê ji xwe re serketinekê bi dest bixe. Lê gelekî baş tê zanîn ku li hin deveran çawa bi dest xistiye. Herî baş ew bi rastiyê zanin. Lewma çiqasî propagandayê dikin bila bikin, tifaqa AKP-MHP'ê mîna li Tirkiyeyê li Kurdistanê jî têk çûye. Li her deverên ku doza Kurdistanê ya bi zanebûn û rêxistinî tê dayin, AKP têk çûye. Hin dever hene ku sekna Kurdên xwedî daxwaza azadiyê hene. Mînak; Amed, Cizîr, Silopiya, Mêrdîn, Nisêbîn, Êlih, Wan, Gever.

Eger mirov bi kurtasî bînin ziman, faşîzma AKP-MHP'ê bajarên mezin hemû yên ku her tiştên Tirkiyeyê diyar dikin têk çûye û ji ber ku Kurd winda kiriye, nema dikare Tirkiye û Kurdistanê bi rê ve bibe. 51 ji sedî yê dengan wergirtibe jî nema dikare birêve bibe."

MÛXALEFET ÇAWA BI SER KET?

Andok diyar kir, di bingeha têkbirina AKP-MHP'ê de stratejiya hilbijartinê ya HDP'ê heye û got, "Her kes zane ku tenê bi dengên Tifaqa Milet ev encam bi dest nediket. Ez qala stratejiya HDP'ê dikim ku bi rengê 'Jinûve bidestxistina deverên li Kurdistanê hatine desteserkirin û têkbirina AKP-MHP'ê li Tirkiyeyê' hate binavkirin. Ev stratejiya ku ji bo astengiyên li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê rake hate destnîşankirin, encamên hilbijartinên 31'ê Adarê diyar kir. Encamên hilbijartinê bi giranî li gorî vî aqlî pêk hat."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok destnîşan kir, divê hilbijêrên HDP'ê bi taybetî Kurdên ku dengê xwe didin HDP'ê baş bibînin bê karekî çiqasî mezin kirine. Andok got, "Wan nedan dû hesabên berjewendiyên biçûk û bi dengê xwe yê stratejîk kirin ku faşîzma AKP-MHP'ê têk biçe. Her wiha bi dengê xwe yê stratejîk derî li mûxalefetê vekir ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê bi rola xwe bilîzin. Bi kurtasî, hilbijêrên HDP'ê û Kurdan encamên hilbijartinê diyar kirin."

'TIFAQA KURD DIVÊ BÊ MEZINKIRIN'

Andok bal kişand ser Tifaqa Kurdî ya ku HDP'ê li Kurdistanê kir û got, "Şaredariyên Hênê û Şaxê nehatin bidestxistin, Pîran û Çinar hatin bidestxistin. Tifaqa navbera partiyên siyasî yên Kurd tifaqeke stratejîk e û ne tenê ji bo hilbijartinê ye. Pêkhatina vê tifaqê yek ji destketiyên herî stratejîk ên dema bihurî ye. Lewma nîqaşa ku ji niha û pê ve were kirin divê ji bo xurtkirina vê tifaqê be. Nîqaşên li derveyî vê armancê wê ne di cih de be. Divê ev tifaq hîn bêhtir were xurtkirin, mayindekirin û partiyên din ên li derve mane jî di nav de cih bigirin. Ji xwe pêkhateyên tifaqê ji raya giştî re eşkere kiribûn ku wê tifaq bê xurtkirin ku ev yek a rast û di cih de ye."

ŞIRNEX DÎSA ŞIRNEX E, ŞIRNEX DÎSA NAVENDA WELATPARÊZIYA KURD E

Li ser rewşa Şirnexê jî ku AKP îdîa dike bi rêjeya 61 ji sedî şaredarî bi dest xistiye, Andok ev nirxandin kir: "Her kes zane ku encama derketiye holê ti eleqeya xwe bi tercîha gel re nîne. Rejîma qirker êrîşî her deverê dike, dixwaze li her deverê Kurdayetiyê tine bike, lê Şirnex ji gelek aliyan ve ji bo vê armanca xwe girîng dibîne. Ji ber rewşa xwe ya cografîk, ji ber welatparêziya xwe ya xurt, ji ber ku bûye dergûşa gerîlatiyê, ji ber ku di her serdemê de pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya Kurd re kiriye, ji ber ku di dema berxwedana xwerêveberiyê de li dijî TC'ê yek ji berxwedanên herî bi heybet nîşan da, kir ku di çarçoveya 'Plana Têkbirinê' de bibe yek ji bajarên divê were tasfiyekirin. Lewma encama ku li Şirnexê ragihandin, li ser bingeha konsepta şerê ji bo tinekirina koka Kurdan e. Heman tişt ji bo Elkê, Qilaban, Çelê, Şemzînan û Bajêrganê jî derbas dibe ku li ser sînor in. Lewma şaş e ku mirov bêje li van deveran hilbijartin hatiye kirin û gelê me bi rengekî azad dengê xwe daye. Gotina, 'gelê me yê welatparêz tercîha xwe ji bo mêtingeriyê kiriye' nêzîkatiyeke tam li gorî dilê rejîma qirker e. Tiştekî bi vî rengî nîne. Şirnex dîsa Şirnex e. Şirnex dîsa navenda Kurdên berxwedêr, navenda welatparêziya Kurd e."