Amûrên paqijîyê nadin girtiyên siyasî

Dezenfektan û amûrên paqijiyê nadin girtiyên siyasî yên li Amedê.

Li Tirkiyeyê hejmara kesên ku bi koronavîrûsê dikevin zêde dibin, raya giştî jî ji ber girtiyên zindanan bi fikarin. Rêxistinên tenduristî û yên hiquqê, ji bo girtî û hukumxwariyên li zindanê li ber metirsiya koronavîrûsê ne ji bo tehliye kirinê, ketin nava hewildanan lê wezîrên berpirsyar ji bo vê bêhestiyarin.

JI BO GIRTIYAN MADEYÊN PAQIJIYÊ NAYÊN DABÎN KIRIN

Girtiyên ku li girtîgeha tipa T ya Amedê îro bi rêya telefonê pewendî bi malbatên xwe re çêkirîn dan diyarkirin ku rêvebirên girtîgehê destûr nadin ku amûrên paqijiyê bistînin. Girtiyan, wiha gotin:

“Bi pereyên xwe em dixwazin ji kantînê amûrên paqijiyê û dezenfektanan bistînîn, lê rêvebir tiştekê na firoşin me. Ji bo xwarinên tên dayîna me jî pirsgirêkên cidî dijîn. Ji xwe berê jî xwarin baş dernediket lê niha bi taybet ji dema ku ev koronavîrûs derketî û vir ve pir xirab tê dayîn. Em fêhmnakin ku rêvebir çima destûr nade ku em bi xwe jî amûrên paqijiyê bistînin. Em nizanin gelo niyeta wan kuştina me ye?”

Malbatan gotin, ev pirsgirêk wiha dewam bike û berpirsyar çareseriyekê ne bînin, ew wê wan bixin di rewşa sûc de.