Amedspor bi rengekî girseyî hate pêşwazîkirin
Amedspor ku li deplasmana Bûrsasporê êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin, li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Amedspor ku li deplasmana Bûrsasporê êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin, li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Amedspor dawiya hefteyê çû deplasmana Bûrsasporê, lê belê êrîşên nijadperestî lê hatibû kirin.
Tîma Amedsporê li Amedê vegeriya û li balafirgehê ji ailyê bi hezaran kesî ve hate pêşwazîkirin.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Amedê Hayrettîn Altûn, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Zeyyat Ceylan û Gulistan Atasoy, parlamenterên HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, Dersim Dag û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî pêşwaziyê bûn.
Girseya gel li ber zirnê govend gerand û tîma xwe bi coş pêşwazî kir. Strana “Dîren ha Diyarbekir” hat gotin û dirûşmeya “Amed bi we serbilind e” hate berzkirin.
Di vê navberê de Komeleya Alîgirên Amedsporê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku wê ti carî tawîzê nedin.