Amedî hemfikir in: Êrîşa li ser Efrînê êrîşa li dijî Kurdan e

Li gorî lêkolîna SAMER'ê, Amedî dibêjin, êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê êrîşa li dijî Kurdan e û Rûsya, DYA û welatên rojavayî nerazî ne.

Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER), der barê êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de li nêrîna gelê Amedê pirsî û herî dawî di vê der barê de anketek amade kir. Her çendî hikumet bêje "Ev operasyon ne li dijî kurdan e" û "Kurd piştgiriyê didin operasyonê", gelê Kurd berevajiyê vê dibêje.
 
YÊN PIŞTGIRIYÊ NADIN 83.2 JI SEDÎ YE
 
Di navbera 25-25'ê Çileyê de li kuçe, tax û kolanên bajêr hin "anketên lokal" pêk hatin, hîssiyata der barê êrîşa li dijî Efrînê de gelek şênber e. Anketa bi 203 kesan re hatiye kirin, pirsên wekî "Hûn tevgera Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê çawa dinirxînin?", "Li gorî we Tirkiyeyê çima li dijî Efrînê tevgera leşkerî da destpêkirin?" ji welatiyan hatin pirsîn.
 
Ji pirsa "Hûn piştgiriyê didin tevgera Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê?"sedî 83.2'yê gelê Amedê got "na". Kesên piştgiriyê didin operasyonê sedî 6.9 e.
 
Li gorî anketê sedî 43.8'ê ku tev li anketê bûye dibêje ku “ez piştgiriyê nadimê”, sedî 39.4'ê wan “teqes ez piştgiriyê nadimê”, sedî 9.9 “ez naxwazim bersivê bidim”, sedî 5.9 “piştgiriyê didimê”, sedî 1 “teqes piştgiriyê didimê.” 
 
'TIRKIYE LI DIJÎ KURDAN E' 
 
Di xebata li qadê de, pirsa “Li gorî we sedema tevgera leşkerî ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê çi ye?” jî hat pirsîn. Bersivên ku hatin dayîn "Operasyon li dijî kurdan e" hat dayîn. 
 
Gelek pirsên ku bersiva wan hatin dayîn û bi vekirî li gel hatin pirsin, sedî 16,3'yê wan bersiv nedan, rêjeya bersiv dayînê wiha ye:
 
“Li dijî destketiyên kurdan/rêveberiya kantonê kirine armanc: Sedî 62.1 
 
Kurd kirine armanc: Sedî 57.6
 
Dixwazin demografiyê (nifûsa kurdan) biguherînin: Sedî 17.7 
 
Ji bo li Sûriyeyê bibin xwedî gotin: Sedî 14.3 
 
Hatin lîstokê hêzan: Sedî 8.4
 
Ji bo ewlehiya sînor/welat: Sedî 5.9 
 
Ji bo terorê: Sedî 1.5  
 
Ji bo yekitiya neteweyî: Sedî 1” 
 
Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç diyar kir ku Amed nêzikatiya siyasî ya herêmê dide nîşan û ev tişt got: "Dema ev dane derdikevin holê diyar dibe ku beşa herî zêde ya kurdan piştgiriyê nadin vê tevgerê. Dizanin ku ev tevger lidijî hebûn û destkeftiyên wanin."
 
Genç, di dema xebatê de çevdêrî jî kirine û di vê der barê de ev tişt got: "Mirov piştgiriyê nadin tevgera li dijî Efrînê, li gel wê nerazîbûnên xwe bi vekirî datînin holê û xwe di hewlehiyê de hîs dikin. Beşeke zêde ji tiştên qewimî Rûsyayê berpirsyar dibîne, lê DYA û hêzên din ên rojavayî jî bi ewle nabînin. Beşeke zêde têkiliya tevgera li dijî Efrînê û pêkanînên li herêmê di dema qedexeya derketina derve de derketin holê bi hev re girê dide."

Genç destnîşan kir ku bi êrîşa li dijî Efrînê re, ew yekitiya demek dirêj e di navbera hin meylên kurdan de pêk nehatibû, di vê demê de derketiye holê.