Amed bi berfê xemilî

Li Amed û gelek navçeyên wê, piştî 5 salan berf bariya. Şêniyên bajêr, bi taybetî jî zarok bi berfê kêfxweş bûn.

Li navenda Amedê û gelek navçeyên wê, piştî 5 salan berf bariya. Ji ber barîna berfê bajar spî bû û dîmenên rengîn derketin holê. Cihên ku herî xemla berfê lê xweşik e, bêguman cihê ku her xweş li Şehîdlikê nêrîna bircan e û keyfxweşiya li rûyê zarokan e.

 

Li gel bajar û keyfxweşiya zarokan li Baxçeyên Hevselê û Çemê Dîcleyê jî dîmenên rengîn derketin holê. Hêjayî gotinê ye ku zarok û ciwanan berfa ku barî wek firsend dît û derketin kolan û parkan bi giroverkan lîstin. Zarok û ciwanên ku bi berfê lîstin, wêne kişandin.