Ambargoya li ser Mexmûr dewam e

Piştî bûyera li xwaringeha Hoqqbaz ku têde berpirsyarê MÎT’a Tirk Osman Kose hate kuştin û şûnde ambargoya derketin û ketina wargeha Mexmûrê hatibû danîn di roja 10’an de didome.

Piştî 17’ê Tîrmehê li xwaringeha Hoqqabaz a Hewlêrê endamê MÎT’a Tirk Osman Kose ku dewleta Tirk weke dîplomat nîşanda hate kuştin û şûnde ambargoya ketin û derketinê li ser Penaberên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê hate danîn.

Ev kete roja 10’ê rê nayê dayîn bi ti awayî ne nexweş, ne xwedekar û ne jî tu kes derbasî Hewlêr bibe. Her wiha agahî ji çend kesên ku hatibûn destgîrkirin jî heta niha nehatiye girtin.

Her wiha agahiyên ku welatiyên Mexmûrê yên li bajarên cuda yên Başûrê Kurdistanê kar dikin ji aliyê asayîşa PDK’ê ve tên gerîn û ji karên wan derdixin jî tên. Berê vê jî asayîşa PDK’ê li kargehên cuda yên welatiyên Mexmûrê ji kar derxistibûn.

Asayîşa PDK’ê bê ku hêcetek nişan bide, nexweş, karker û welatiyên danê sibê dixwazin biçin Hewlêrê vedigerînin.

Herwiha piştî rojek bûyera Hewlêrê PDK’ê bi ser malên karkerên keç yên mexmûrê de girtibûn. Bi dehan karker binçavkiribûn. Piraniya karkeran hatin berdan lê hîn jî aqûbeta 2 kesan nayê zanîn.

Hêjayî gotinê ye piştî bûyerê rojekê balafirên artêşa Tirk a dagirker carek din êrîşê xelkê Mexmûrê kir. Balafiran di nîva şevê de wargehbombe kirin. Di êrîşê de 2 kesên sivîl birîndar bûn.

Herwiha rojane balafirên şer û keşfê li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî difirin.