Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

Altûn: Li dijî destûra bingehîn divê dengê 'Na' bê dayîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn got, "Divê li dijî Destûra Bingehîn dengê 'Na' were dayîn. Eger destûreke bingehîn a bi vî rengî qebûl bibe, wê kes nikaribe di nava desthilatdariya yek lîderî, yek partiyê de dengê xwe derxîne."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn, rewşa siyasî û aborî ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Altûn bal kişand ser pêvajoya avabûna dewleta Tirkiyeyê û got, "Li Tirkiyeyê, netewe dewlet li ser înkara Kurdan ava bû. Bi înkarkirina Kurdan re li Tirkiyeyê netewe dewlet dikarîbû bihata avakirin." Altûn da xuyakirin, Komara Tirkiyeyê li ser vê bingehê hatiye avakirin û destnîşan kir, ku bi têkoşîna wan a çil salî re ev bingeh ji hev hatiye xistin.

Altûn got, "Rewşa heyî, îflasa netewe dewletê ye. Netewe dewletê ji binî ve îflas kiriye."

Altûn diyar kir, têkoşîna azadiyê ya Kurdan a bi pêşengiya PKK'ê, bi taybetî ragihandina xwerêveberiyê ya li bajaran raxist pêş çavan ku Tirkan dest ji kevneşopiyên xwe bernedane û ev nirxandin kir: "Yanî rejîma siyasî, dewleta li Tirkiyeyê dev ji hişmendiya xwe bernedaye. Li ser bingeha çareseriya pirsgirêkê, rêya afirandina Tirkiyeyeke nû tercîh nekirin. Li şûna vê yekê, dest ji tepisandin, kuştin û tinekirina Kurdan bernedan, Dest ji parastina hebûna xwe li ser vê bingehê bernedan. Ya ku qewimî ev e. Lê belê bi sîstema berê ya netewe dewletê re êdî nepêkane bimeşin."

Altûn destnîşan kir, tercîha nû demokratîkbûn e, lê belê hêzên hegemon û serdest ên li Tirkiyeyê xwe nedane ber çareseriya demokratîk.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn di dewama axaftina xwe de ragihand, dewleta Tirk çarçoveya têkoşîna li dijî wan gelekî berfireh kiriye û got, "Yanî êdî rewşeke welê afirandine, ku nahêlin Kurd xwe li cihekî îfade bike. Anîn vê astê."

LI PÊŞ ÇAVÊN TEVAHIYA CÎHANÊ KOMKUJIYEKE MEZIN KIRIN

Altûn got, "Ji ber vê yekê li bajaran êrîşên bêrehm kirin. Bajar xera kirin, gelê li bajaran neçar hiştin ku koçber bike. Jin, zarok her kes dan ber xwe û komkujiyeke mezin kirin. Qîma xwe bi vê jî nanîn, her kesên li ser navê Kurdan tevdigeriyan girtin û xistin zîndanê. Bi qasî 100 Hevşaredar û endamên meclîsa şaredariyan girtin. Mafê destnedanê yê parlamenteran rakirin, ew girtin û xistin girtîgehê. Derfetên siyasetê ji destê wan girtin. Saziyên çapemenî û weşanê yên Kurdan ji holê rakirin. Komkujiyek li Kurdan kirin. Komkujiyeke bi bêdengî. Li pêş çavên tevahiya cîhanê komkujiyeke mezin anîn serê Kurdan. Ti kesî li hemberî vê yekê helwesteke rast nîşan neda. Tevî hêzên navneteweyî yên li herêmê, ti kesî ji ber vê rewşê helwest nîşanî Tirkiyeyê neda."

Riza Altûn destnîşan kir, ku bi tepisandina têkoşîna li qada demokratîk, ev tevger naqede û got, "Her kes bi vê dizane. Ji ber ku heta gerîla hebe, heta pêşengtiya partiyê hebe, nepêkane ku tevgera Kurd bê tesfiyekirin."

DIZANIN KU EGER KURDAN, GERÎLA TESFIYE NEKIN, WÊ BI XWE BIQEDIN

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Riza Altûn bal kişand ser rewşa ku civaka Tirkiyeyê ketiye navê û anî ziman, civak piştgiriyeke bê sînor dide tiştekî li dijî xwe û dike desthilatdar.

Altûn ev tespît kir: "Rewşeke bi vî rengî heye. Yên bi vê naxapin jî, li girtîgehan û derveyî welat di rewşeke marjînal de ne. Tenê Kurd dimînin. Li ser Kurdan jî komkujiyeke mezin heye. Hewldanên tesfiyekirinê hene. Yanî bi hemû hêza xwe seferber bûye. Ji ber ku ev der cihekî stratejîk ê bingehîn e. Pê dizanin, ku eger nikaribin Kurdan, gerîla tesfiye bikin wê bi xwe biqedin."

Altûn da zanîn, ji ber vê yekê bajarên Kurdan tên hilweşandin û li dijî gerîla operasyon û şerekî bêsînor tê meşandin. Altûn got, "Eger vê bi ser bixînin wê êdî ti astengî li pêşiya wan nemîne. Guhertina rejîmê dikare derkeve holê." Altûn diyar kir, heta ji wan tên hewl didin heta biharê desthilatdariya rejîmê ava bike û vê yekê bi destûra bingehîn ewle bike.

EGER DESTÛREKE BI VÎ RENGÎ BÊ QEBÛLKIRIN, WÊ KESEK NIKARIBE DENGÊ XWE DERXÎNE

Altûn işaret bi nîqaşên li ser destûra bingehîn kir û anî ziman, eger xebateke baş neyê meşandin, dibe ku di referandûmê de jî bê qebûlkirin. Altûn got, "Ji ber vê yekê, lazim e xebateke xurt di vî warî de were meşandin. Pêwîste dengê 'Na' li dijî vê destûra bingehîn bê bikaranîn. Divê destûr neyê dayîn ku destûra bingehîn bê qebûlkirin. Ji ber ku, eger destûreke bingehîn a bi vî rengî qebûl bibe, wê di nava desthilatdariya yek lîderî, yek partiyê de kes nikaribe dengê xwe derxîne. Dibe ku civak salê dûr û dirêj di bin zexta desthilatdariyeke bi vî rengî de bimîne."

Riza Altûn da xuyakirin, ku rewşeke bi vî rengî derkeve holê jî, nepêkan e ku desthilatdariya heyî xwe biparêze, siberoja xwe ewle bike û got, "Dibe ku bi zext û zordariyê desthilatdariya xwe biparêze. Hêzên herî paşverû, bi tifaqê dikarin qadeke hegemon a polîtîk û îdeolojîk ji xwe re bafirînin. Lê di dawiya dawî de hesret û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya civakê wê bi pêş bikeve û dawî li vê desthilatdariyê bîne. Bi taybetî, dema hebûna tevgera Kurd a nayê tesfiyekirin, rastiya pêşengiya PKK'ê, rewşa li çar parçeyan û li Rojhilata Navîn bê dîtin, hingî serketina hikûmeta Erdogan di vê mijarê de dibe cihê nîqaşê. Divê mirov bi vê nexapin; bûyerên li Meclîsê diqewimin, qanûnên tên dexistin, derfetên wan ên desthilatdariyê nayê wê wateyê ku ew hêzeke xurt in. Berevajî, ev yek nîşan dide ku di rewşa herî qels de ne. Bi dîtina min, çi dixwazin bikin bila bikin, ew di dema herî qels a dîroka Tirkiyeyê de ne."

JI ALIYÊ ABORÎ VE HER TÊK DIÇE

Li ser rewşa aboriyê ya Tirkiyeyê jî Altûn got, "Li qada aboriyê jî têk diçe. Yanî nikare pêşî li Dolar bigire. Tevî hemû hewldan û destwerdanan, tevî hemû bangên Erdogan nikarin pêşî li buhabûna Dolar bigirin. Dibe ku bihabûna Dolar bi tena serê xwe ne pirsgirêk e, lê belê gava bi rewşa giştî ya aboriyê re tê nirxandin, hingî krîzeke gelekî mezin a aboriyê derdikeve holê. Ne diyar e bê ev krîz di dema pêş de bigihêje kîjan radeyê û encamên çawa li Tirkiyeyê bafirîne."