Altûn: Amedî wê daxwazên xwe bibêjin

Hevserokê DBP’ê yê yê Amedê têkilî Newroza Amedê ya 21’ê Adarê got,’’Newroza îsal wê bibe agirê berxwedan û serkeftinê.’’

Roja vejîna Kurdan Newroz li bajarên Kurdistanê tê pîrozkirin. 21’ê Adarê li Amedê wê mîtînga mezin a Newrozê çêbibe. Xebatên Newrozê ku ji hêla KCD’ê ve hatiye organîzekirin didome.

Hevserokê HDP’ê yê Amedê Hayrettîn Altûn têkilî Newroza sala 2022’an diyar kir ji bo gelê Kurd pir girîng e, ji ber ku dewleta Tirk ji sala 2015’an û wir ve ji bo ku destkeftiyên Kurdan tine bike êrîşeke giran aniye, li ser tevahiya Kudan zilm heye û got, “Lê îro Kurd li ber xwe didin û ji bo ku bi vê berxwedana xwe serkeftinê bi dest bixin gavên mezin diavêjin. Newroza îsal wê ji bo berxwedan û serkeftinê be. Em jî ji bo vê xebata xwe didomînin. Li bajêr, kuçe bi kuçe em digerin û bang li gelê xwe dikin ku tevlî Newrozê bibin.’

Altûn bi domdarî got, ‘’Kurd êdî guherînê dixwazin. Dixwazin vê jî bi Newrozê tacîdar bikin. Hem li gundan û hem li bajaran maneyeke zêde didin Newrozê. Ne ku tenê em vê eleqeyê dibinin, dewlet jî dibine. Ji ber vê jî dixwaze biryarê bide ku li ser belavokan navê KCD’ê qedexe bike. Coşiya gel dibinin û ji bo ku vê bişkînin li pey rêyên gemarî ne.’’

Altûn bi berdewamî diyar kir dewleta Tirk ji bo ku Kurd hilmê nestînin tişta ku jê tê texsîr nake û got,’’Tam di vê dûmahîkê de Newroza 2022’an wê bibe roja serhildanê, serkeftinê, şikandina tecrîdê û bidawîkirina zextên li zindanan. Gelê me hay ji polîtîkayên gemarî heye. Ji ber vê jî gelê me di Newrozê de wê van daxwazên xwe bîne ser zimên.”