Alimên olî: Rabûna li ber zilmê ferzê 6'an ê Îslamiyetê ye

Alimên olî yên li Amedê diyar kirin ku komkujiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin, her wiha êşkenceya li dijî cenazeyan cihê xwe di ola Îslamê de nîne û gotin, "Rabûna li ber zilmê ferzê 6'an ê ola Îslamê ye."

Piştî ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pêkirin, dîmenên hovîtiya wan di çapemeniyê de hatibûn weşandin. Êşkenceya li cenazeyên mirovên hatin qetilkirin û bombeyên fosfor ên hatin bikaranîn asta dagirkeriya dewleta Tirk nîşan dan. Bi taybetî êşkenceya li cenazeyê Sekretera Giştî ya Partiya Paşerojê ya Sûriyeyê Hevrîn Xelef hate kirin bû sedema nerazîbûna raya giştî ya navneteweyî. Alimên olî yên li Amedê hovîtiya ku hate kirin nirxandin.

Mele Mehmet Emîn Kiliç anî ziman ku tiştên dewleta Tirk li hemû parçeyên Kurdistanê dike ti eleqeya xwe bi ol û mirovahiyê nîne û destnîşan kir, ku kiryarên dewleta Tirk ne li gorî hiqûqa gerdûnî ye. Kiliç ragihand, dewleta Tirk ji bo zilma xwe bidomîne vê yekê dike.

Kiliç bal kişand ser sîstema bi pirsgirêk a li Tirkiyeyê û got, "Hz. Elî dibêje, 'Dema ku çek di destê tirsonekan de be, dema ku milk di destê çavbirçiyan de be, dema ku desthilatdarî di destê lawaz de be hingî sîstema dinyayê xera dibe'. Eger di şerekî de mafên mirovên bêguneh û sivîlan tê binpêkirin hingî ti eleqeya xwe bi Îslamiyetê re nîne. Di rewşeke wiha de divê teqez dest nedin jin, zarok, extiyaran. Pêxemberê me Hz. Mûhammed bi xwe jî tevlî şer bûye. Lê belê mafên mirovên bêguneh ti carî binpê nekiriye. Her tim ew parastiye."

'LI BER XWEDÎ RADIBIN'

Seyda Haci Kadah jî hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Rojava li dijî Kurdan dikin nirxand û got, "Tenê kesên ku mirovbûn pê re nema be dikare êşkenceyê li cesedan bike. Ya rast mirovbûn bi wan re nemaye. Êşkenceya dikin li aliyekî kîn û nefreta Ereb, Tirk û Farsan a li dijî Kurdan cihê xwe di Îslamiyetê de nîne. Li gorî ola Îslamê ya dikeve ser milê alimên olî ew e ku zilmê vebêjin. Li ber zilmê rabe. Çawa ku nimêj, zekat, hec, kelîmeî şahadet û rojî ji bo Misilmanan ferz be, rabûna li ber van kiryaran jî ferze.

Rabûna li ber zilmê ferzê 6'emîne. Divê bêjin ku kiryarên dewletên Ereb, Tirk û Fars cihê xwe di ola Îslamê de nîne. Mixabin saziyên diyanetê yên Ereb, Tirk û Fars gotinên serokdewletên xwe yan jî rayedarên xwe mîna ayetên Xwedê ye dibînin û tînin ziman. Li mizgeftan ne li gorî Xwedê, lê li gorî serokdewletên xwe diaxivin. Bi axaftinên xwe li ber Xwedê radibin."

BANGA JI BO YEKÎTIYA NETEWEYÎ

Kadah destnîşan kir ku di ola Îslamê ya rastî de cihê tiştên niha diqewimin nîne û got, "Bendewariya me ji gelê me ew e ku bêşert û merc yekîtiya xwe pêk bînin. Gelê Kurd bi taybetî jî alimên olî divê xwe ji yekîtiya neteweyî venegirin. Ji ber ku êşên ku gelê me dikişînin ji ber nebûna yekîtiyê ye. Eger Kurd nebin yek wê di sedsala bê de hîn bêhtir di nava êşê de bijîn. Ji ber vê yekê firsendên ku di vê sedsalê de bi dest ketine divê nebin qurbanê berjewendiyên partiyan. Em careke din nehêlin ku neviyên me neçar bimînin ku li dijî feraseta koledar şer bikin."