Alîkarî li hevkarên AKP'ê tên belavkirin

Alîkariya ku di çarçoveya tevdîrên dijî şewbê de tên komkirin, li kesên ku ji aliyê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve tên destnîşankirin, tên belavkirin.

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku li zêdeyî 2 milyon mirovî alîkariya pereyan hatiye kirin, lê belê li Wanê bi hezaran malbatên xizan û bêkar nikarin alîkariyê werbigirin.

Piştî ku Erdogan got, "Welatiyên xizan û bêkar ên dixwazin ji alîkariyê sûdê werbigirin dikarin serî li walîtî û qeymeqamiyan bidin" bi hezaran kesî serî li walîtiyê û qeymeqamtiyan dan, lê belê encam negirtin. Mirovên çûn qeymeqamtiyan ji aliyê wezîfeyên dewletê ve ji ber derî hatin vegerandin. Piraniya alîkariyê jî ji aliyê kesên ku ji aliyê rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan ve hatine diyarkirin hatin belavkirin.

Kesekî ku ji malbata ji 8 kesî yekane kesê dixebitî bû,  lê niha bêkar e got, "Em di rewşeke zehmet de ne. Ji bo sûdwergirtina ji alîkariyê çûm qeymeqamiyê, lê belê gotin, 'Em serlêdanên ji bo alîkariyê wernagirin' û vegerandin. Alîkariyê nadin mirovên xizan û bêkar. Kesên ku AKP'ê beriya niha navê wan nivîsandibûn didin wan. Alîgir û xizmên rêveberên AKP'ê yên bajar û navçeyan alîkarî wergirtin."