Alên reş ên li ser rêya Reqayê yek bi yek tên xwarê

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), gav bi gav nêzî Reqayê dibin. Navenda bajarê Reqayê êdî ji şervanan xuya ye.

Piştî ku bajarê Tebqa û Bendava Firatê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin, gaveke girîng ber bi Reqayê ve hate avêtin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bakurê Reqayê ketin nava liv û tevgerê û xwe nêzî navenda bajêr kirin. Navenda bajarê Reqayê niha ji şervanan xuya dike.

Şervanên QSD'ê ji bo sivîlan biparêzin, bi hesasî tevdigerin. Di çarçoveya operasyonê de bi hezaran sivîl ji DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û li herêmên ewle hatin bicihkirin.

Şeravnên ku bi berbanga sibehê re bi rê ketin, ber bi herêmên ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin dimeşin. Şervanên QSD'ê alên reş ên DAIŞ'ê yek bi yek datînin xwarê û derdorê ji bermahiyên çeteyan paqij dikin.

Çend wêne û dîmenên dawî ji herêmê...