Aktîvîstên ku PDK'ê ew girtine, ji roja Sêşemê ve di greva birçîbûnê de ne

Hin girtiyên siyasî yên ku ji aliyê PDK'ê ve li Behdînanê hatin girtin ji roja Sêşemê ve di greva birçîbûnê de ne û tê gotin ku rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.

Eyaz Kerem ku ji ber azadiya îfadeyê di 22'ê Cotmeha 2020'î de hate girtin û 16'ê Sibatê 6 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn peyamek ji çapemeniyê re şand û diyar kir ku tevî hin hevrêyên xwe ji roja Sêşemê ve di greva birçîbûnê de ye û rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.

Eyaz Kerem got, "Îro ji zindana Asayîşê ber bi Zindana Çaksazî ya Gewranê ve birin. Her çend xwestin ku bi hev re bimînin jî ji hev qut kirin. Her yek birine cihekî û haya wan ji hev nîne. Rewşa li girtîgehê gelekî nebaş e. Doza me siyasî ye. Li zindanê êşkenceya psîkolojîk û fîzîkî kirin. Îfadeya me guhertin. Nehiştin ku em parêzerên xwe bibînin."

Eyaz Kerem bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Parlamenta Başûrê Kurdistanê kir ku reşa girtiyên ketine greva birçîbûnê bişopîne.