AKP'ê li Wanê dest bi qeydkirina endamên sexte kir

Demeke kurt beriya hilbijartinê, eşkere bû ku AKP'ê li Wanê bi rengekî nelirê endam li xwe qeyd kiriye. Kesên ku bi vê yekê hesiyan gilî kirin. Hiqûqnas Cemal Demîr bang li her kesî kir ku di vê mijarê de baldar bin.

AKP ku salên derbasbûyî gelek caran bi qeydkirina nelirê ya endaman kete rojevê, beriya hilbijartinên 14'ê Gulanê jî dest bi heman fen û hîleyan kir. Gelek mirovan bêyî ku haya wan jê hebe dike endamên partiya xwe. Li Wanê gelek kesan giliyê AKP'ê kirin ku bêyî haya wan jê hebe ew kirine endamê partiya xwe.

Hiqûqnas Cemal Demîr anî ziman ku gelek kesan di vê mijarê de serî li wan dane û wan mijar birine ber destê dadgeriyê û got, "Ji berê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin ku AKP mirovan bêyî îradeya wan weke endam qeyd dike. Bi taybetî piştî derfetên bernameya e-devlet ku mirov kare li endametiya xwe ya li partiyeke siyasî bipirse, bi sed hezaran kes hîn bûn ku bêyî agahiya wan yekser li nava AKP'ê weke endam hatine qeydkirin."

'BILA HER KES LI E-DEVLETÊ LI ENDAMETIYA XWE BIPIRSE'

Demîr diyar kir ku ev yek dike ku rastiya endametiya li nava AKP'ê bibe mijara nîqaşê û got, "Muwekîlekî min ê li sendîkaya demokratîk endam e, li ser sîstema e-devletê dema li endametiya xwe ya li partiya siyasî pirsî, matmayî ma û pê hesiya ku hem ew hem jî hevjîna wî ya wezîfedara cemaweriyê ye li AKP'ê weke endam hatine qeydkirin. Diyar kirin ku ji bo diyarkirina kesên ev endametiya sexte kirine wê gilî bikin. Em zanin ku mîna vê bi hezaran, bi sed hezaran kes weke endam hatine qeydkirin. Divê her kes li ser bernameya e-devletê li endametiya xwe ya li partiya siyasî lêpirsînê bike. Eger bibîne ku endametiyeke sexte hatiye kirin divê her kes gilî bike."