‘AKP’ê hişt ku li Rihayê li devê çeman xanî bên lêkirin‘

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan destnîşan kir li Rihayê, mixabin destûr hat dayîn ku li ber çeman xanî bên lêkirin û got: “ AKP’ê, di nava 21 salan de hişt ku li ber çeman xanî bên lêkirin û kesên li der û dora xwe pê dewlemend kirin.“

Ji şevê din heta niha li Riha û Semsûrê baraneke zêde dibare. Ji ber barana zêde li gelek deveran lehî rabûn. Di encama lêhiyê de li du bajaran 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Niqaşa li serdayîna destûrê ji bo lêkirina avahiyan li cihên divê ku neyên lêkirin, bi taybetî piştî erdheja 6’ê Sibatê gur û geş bû.

‘FERASETA ŞAREDARIYÊN AKP’Ê XAPANDIN E‘

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî. Ocalan anî ziman ku feraseta şaredariyên AKP’ê ji xapandinê tiştekê din nîn e û got: “Tiştê ku AKP li ser navê rêveberiyên xwecihî û şaredarivaniyê li Kurdistan û Tirkiyeyê dike, ji xeynî xapandinê tiştekê din nîn e. Tevî penaberan nifûsa Rihayê zêdeyê 3 milyonan e, mixabin pirsgirêka binesaziyê li bajêr heye. Binesazî, li gorî nifûsê nehatiye çêkirin.“

‘DI SEDSALA 21’EMÎN DE NABE KU MIROV JI VÊ RE BIBÊJE FELAKETA XWEZAYΑ

Omer Ocalan destnîşan kir ku ji van tiştên diqewimin re nabe ku mirov bibêje felaketa xwezayî ye û wiha got: “Mixabin bajarê me ber bi felaketê ve hat birin, nabe ku mirov ji vê re bibêje felaketa xwezayî. Hişkesalî li Rihayê heye, dibe ku şilî pir bariyabe, lê heger mirov tevdîran li gor teknolojiya sedsala 21’ê bigire, mirov wê rû bi rûyê felaketên wiha nebe. Li Rihayê, mixabin destûr hat dayîn ku li ber çeman xanî bên lêkirin. Hem li Karakopruyê hem jî li Eyyûbiyeyê û Halîliyeyê divê hin cih vekirî bûna û rê li ber hin çeman vekirî bûya. AKP’ê, di nava 21 salan de hişt ku li ber çeman xanî bên lêkirin û kesên li der û dora xwe pê dewlemend kirin.

Şaredariya Rihayê, bi kesên nelayiq hatiye tijekirin û şaredariyê îflas kiriye. Ji ber ku xebatên binesazî û seresaziyê bi layiqî û bi awayê ku divê nekirine, niha li Rihayê felaket e.“