'AKP bi rêya polîtîkayên faşîst dixwaze serî li gel bitewîne'

Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navneteweyî ye û got, AKP bi rêya polîtîkayên faşîst dixwaze serî bide tewandin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzer nikarin bi muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Malbat jî ji 6'ê Cotmeha 2014'an ji bo hevdîtinê gelek caran serlêdan pêk anîn, lê belê ji van tenê du caran bersiv hat dayîn; malbat di 11'ê Îlona 2016'an û herî dawî jî di 12'ê Çileya 2019'an de bi Ocalan re hevdîtin pêk anî. Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê da destpêkirin ji 8'ê Mijdara 2018'an ve didome.

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li ser çalakiyên greva birçîbûnê ji ANF’ê re axivî.

‘TECRÎD LI DIJÎ HIQÛQA NAVDEWLETÎ YE’

Hatîmogûllari da xuyakirin ku tecrîdkirina Ocalan li dijî hiqûqa navdewletî û hiqûqa hundirîn a Tirkiyeyê ye. Hatîmogûllari anî ziman ku bi tecrîdê tenê ne Ocalan hemû gelê Kurd tê tecrîdkirin. Hatîmogûllari bibîr xist di tecrîdê de israr polîtîkayên şidetê yên li ser gelê Kurd dikeve dewrê û ev yek jî wateya şer e.

‘TECRÎDÊ SÎNORÊN ÎMRALIYÊ DERBAZ KIRIYE’

Hatîmogûllari bilêv kir ku tecrîdê sînorên Îmraliyê derbaz kiriye û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê di pêşengtiya Birêz Ocalan pêvajoya çareseriyê hate destpêkirin û ev pêvajo heta asta muzakeriyan çû. Lê mixabin aliyên porokatîf ketin dewrê û pêvajo ji holê rakirin. Piştî bidawîbûna pêvajoyê li dijî gelê Kurd polîtîkayên şidetê ketine dewrê, ji bo gel çonkan dane zext hatin meşandin. Dibin navê qedexeya kolanan de jiyan li Kurdan hate tengkirin, Kurt hatin qetilkirin û ciwan bi zindî di jêrzemînan de hatin şewitandin. Ji xwe tecrîd jî perçeyeke ji van polîtîkayan e. Tecrîd tenê ne li Îmraliyê her çar perçeyên Kurdistanê heye û sînor derbaz kiriye.”

‘REJÎM DIXWAZE MIROVÊN YEK RENGÎ Û BÊ HIŞ BIAFIRÎN E’

Parlementera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari destnîşan kir ku bi tifaqa faşîst ya rejîma AKP/MHP’ê li her aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê tecrîd li ser gelan kûr bû. Hatîmogûllari da xuyakirin ku di roja îro de mirov nikare li Tirkiyeyê bibêje hiqûq heye û wiha pêde çû: “Li Tirkiyeyê ne hiqûq û ne jî daraza bê alî heye. Ev daraza alîgir ji parvekirina Twitterekê jî hincet nîşan dide sûç peyda dike. Di xala sereke ya darazê de nîşaneya ramanên azad nîşan dike, lê mixabin li vî welatî kilîd li ser ramanên azad tê girêdan. Ev rejîm bi xwe zagonên xwe binpê dike. Dixwazin bi polîtîkayên faşîst dixwaze serî li gel bide tewandin, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd tine bike û bike ku gelê Kurd serê xwe li ber rejîmê bitewîne. Ev rejîm dixwaze li ser vê axê mirovên yek rengî û bê hiş biafirîne.”

‘GUVEN Û GIRTÎ MAFDAR IN Û DIVÊ TECRÎD RABE’

Palementer Hatîmogûllari diyar kir ku li Tirkiyeyê derfetên têkoşînê pir hatine sînordarkirin û ji ber vê çalakiyên greva birçîbûnê hatine destpêkirin. Hatîmogûllari da xuyakirin ku ji ber polîtîkayên çewisandinê Tirkiye veguheriye girtîgeheke vekirî û wiha axaftina xwe domand: “Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtî ji bo demarên têkoşînê yên hatine xitimandin ji nû ve bên vekirin ketine greva birçîbûnê. Helbet greva birçîbûnê çalakiya ku em herî dawî serî lê bidin. Mirov bedena xwe bide ber birçîbûn û mirin, bedêleke giran e. Ev kes hay ji vê hebûn û ketin greva birçîbûnê. Em vê berxwedanê silav dikin. Leyla Guven û girtî mafdarin û divê tecrîd rabe. Ev tecrîd li ser her aliyê welat belav bûye . Em hêvî dikin ku wê bi vê çalakiyê demarên têkoşînê vebin.”

‘HIKÛMET MECBÛRE GUH BIDE VÊ QÎRÎNÊ’

Hatîmogûllari bilêv kir ku hikûmet naxwaze çalakiyên greva birçîbûnê belav bibin û ev tişt got: “Tirkiye di hundir û ji derve re di xitimandinekê de ye. Li çar aliyê Tirkiyeyê zext û bê mafî li ser gelan tê meşandin. Her çiqas Rewaşa Awarte ji holê rabûyî ji be, lê belê li her alî pêkanînê wê di dewrê de ne û Rewşa Awarte didome. Ev rejîm dixwaze pêşî li hemû daxwazên azadî û aştiyê bigre. Ji bo vê jî li hemberî çalakiyên grevên birçîbûnê bêdengîn. Li gel ku Leyla Guven wekîl bû jî di şert û mercên herî xirab de dihat girtin, ne dihat berdan. Piştî ku çalakiya Leyla kete rewşa kirîtîk bi lez û bez ji girtîgehê berdan. Ji bo ku pêşî li vê daxwaza rawa bê girtin hikûmet serî li hemû rêbazan dide. Daxwaza Leyla û girtiyan di Qanûna Bingehîn de cih digirin. Em doza vî mafî dikin. Divê ev hikûmet li hiqûqa vê dewletê binere. Mecbûr e guh bide dengê kesên bedena xwe dane ber mirin.”

‘DIVÊ CPT TÊKEVE DEWRÊ'

Herî dawî Hatîmogûllari bertek nîşanî bêdengiya CPT da û wiha got: “Parêzerên Birêz Ocalan û Rêxistinên Mafê Mirovan raporên derbarê Îmraliyê de amadekirine radestî CPT kirin. Di şertên normal de divê CPT demildest bikeve dewrê. Lê belê CPT vê yekê li ser guhê xwe de di avêje û li dijî rêzîknameya xwe tevdigere. Tecrîd sûc e. Tecrîd rêbazeke êşkenceyê ye. Divê CPT jî têkeve dewrê. Em ê ji bo hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de heta dawiyê bitêkoşin. Em ji bo vê bang li hemû gelê xwe dikin. Çi dikeve ser milê kê divê bike. Em dibînin ku CPT bûye parçeyek ji siyaseta AKP’ê û peywîra xwe xistiye nava refan de. Bê mafiya herî mezin bixabin kesên ku dibêjin em mafê mirovan diparêzin dikin. Yek ji van jî CPT û Konseya Mafê Mirovan ya Ewropa ye. Em hêvî dikin ku CPT û rêxistinên din yên Mafê Mirovan guh bidin çalakiyên gereva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger. Em bang li Ewropa jî dikin ku deng bidin vê qîrînê û ji bo ev tecrîd bidawî bibe zextan li ser Tirkiyeyê bike. Ez carek din bang li CPT dikim ku divê em hemû vegerin li ser peywîra xwe.”