Akkûzû: Hîn bêhtir xwedî li şanoya Kurdî derkevin

Şanogerê Şanoya Bajarê Amedê Yavûz Akkûzû bang li temaşevanan kir ku xwedî li şanoya bi Kurdî derkevin û got, "Ji ber ku şanoya bi Kurdî li Bakurê Kurdistanê herî zêde ji 4-5 koman pêk tê."

Lîstikvanên şanoya bajêr ku bi salan di bin sîwana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de karê xwe yê hunerî kirin, piştî ku şaredarî hate desteserkirin têkiliya xwe ya bi şaredariyê re birîn û îstifa kirin. Piştî navbereke kurt, şanogeran bi navê 'Şanoya Bajêr a Amedê' li hev civiyan û derketin pêşberî temaşevanan. Şanoger niha li saloneke ji 82 kesî, di nava hefteyê de çend rojan derdikevin pêşberî temaşevanan.

Di serî de lîstika Qirix ku ji karîkaturên salên 90'î yên karîkaturîst Dogan Guzel pêk tê, lîstikên navdar ên Molîere, Samed Behrengî, Daîro Fo, Eûgene Îonesco li vê salonê tên pêşkêşkirin. Şanoger Yavûz Akkûzû li ser Şanoya Bajêr a Amedê ji ANF'ê re axivî.

Akkûzû bal kişand ser hurmeta temaşevanan a li keda wan û got, "Dema ku me li şaredariyê ev kar dikir, temaşevanan em weke karmendên bi maeş didîtin. Dihatin li lîstikên me temaşe dikirin, lê belê rewşe samîmî wê wexttê nebû. Lê belê piştî ku qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin û me jî îstifa kir, helwesta temaşevanan a li me guherî. Temaşevanan li vê derê dîtin ku em ne tenê dilîzin, di heman demê de em dekorê, dikê û hemû amadekariyên wê bi xwe dikin... Temaşevan li vê derê dibînin ku em çay belav dikin, karê paqijiyê dikin, hemû karên teknîkî em bi xwe dikin. Lewma hîn ji dil û samîmî nêzî me dibin."

Akkûzû ji bo şanoya Kurdî bang li temaşevanan kir û got, "Temaşevanên me divê beriya her tiştî ji bo şanoya Kurdî bên vê derê. Ji ber ku şanoya Kurdî li Bakurê Kurdistanê herî zêde ji 4-5 koman pêk tê. Mixabin ti ji koman mîna me bi rêk û pêk lîstikên xwe pêşkêş nakin. Hefteyê herî zêde carekê dilîzin. Lê belê em hewl didin her rojê derkevin pêşberî temaşevanan û lîstikên xwe pêşkêş bikin. Lîstikên zarokan jî di nava vê de ne. Ji ber ku em vî karî timî dikin û bi rêk û pêk dikin, pêwîstî bi wê heye ku temaşevan jî bên şanoyê û xwedî lê derkevin.

Bêguman em dixwazin xwedî li hunerê derkevin. Em hewl didin tiştekî hunerî pêşkêş bikin û ji temaşevanan jî dixwazin xwedî li hunera Kurd derkevin. Lewma gelekî girîng e ku temaşevan me bişopînin."