Agirê serhildanê yê li Bakur

Ber bi Newroza 1990'î li Bakurê Kurdistanê pêngavek ji bo serhildanê hebû. Şehadeta 13 gerîlayên ARGK'ê li Girê Şêra û serhildana ku piştî merasîma cenaze ya Kamûran Dundar li Nisêbînê dest pê kir, pêl bi pêl belav bû.

Girê Şêra qadeke çiyayî ye ku bi qasî 30 km'yî dûrî navçeya Stewrê ya Mêrdînê ye. Ev herêma navbera gundên Barman, Kinifir û bajarokê Ewênayê, beriya 200 salî cihê şêran bû. Li gorî hin çavkaniyan, ev herêm di tevahiya dîrokê de stargeha berxwedêran bû. Navê Girê Şêra jî ji xwe ji ber vê yekê lê hatiye irin.

Girê Şêra ku bi zinar û şikeftan tijî ye, di nava salên 1980'î de wê bibûya stargeheke komeke nû ya berxwedêran. Ji bo gerîlayên Artêşa Rizgariya Gel a Kurdistanê (ARGK) ku hîn nû hatibûn Mêrdînê, herêma Stewrê ku Girê Şêra jî lê ye, cihekî stratejîk bû: deriyê Amed, Xerzan û Botanê li vê derê bû. Gerîlayên ku ji bihara 1988'an û pê ve li vê derê bi cih bûn, ji Çiyayê Mazî û Dêrikê heta Kerboran, Cizîrê û ji wir jî heta Nisêbînê li qadeke berfireh tevdigeriyan. Gerîlayên wê demê hem gerîlayên çiyê hem jî yên deştê bûn. Li gel çalakiyên çekdarî li gund, bajarok û navçeyan jî rêxistinbûna gel, perwerdeya leşkerî û îdeolojîk a gerîla dimeşandin.

Gerîlayên ku diçûn nava bajaran û derdiketin, ji rojên destpêkê yên sala 1989'an û pê ve ya di kemînan de şehîd bûn ya jî bi saxî hatin girtin û înfazkirin. Binevş Agal (Berîvan) 18'ê Çileya 1989'an li Cizîrê şehîd bû, ku bi şehadeta wê re vê pêvajoyê dest pê kir. Di vê pêvajoyê de gerîa Nafî Îmret (Nîzar); Enver Okten (Bawer) û Adil Arslan (Baran) ku di nava gel de gelekî dihatin hezkirin şehîd bûn. Ji ber van şehadetan, pêvajoya ku tevgera azadiyê ya Kurd wê navê "Serhildana gel" lê bikira, dereng ma.

RÊXISTINBÛNA EYALETA MÊRDÎNÊ

Di dawiya sala 1989'an de fermandarê xwedî tecrûbe yê gerîla Suleyman Aslan (Sari Huseyîn), ku di Çileya 1990'î de ji bo Komîteya Navendî ya PKK'ê wê bihata hilbijartin, ji bo "Eyaleta Mêrdînê" heta Cizîr û Silopiyayê ji bo rêxistiniya nava bajêr hate wezîfedarkirin. Yekîneyên gerîla yên di bin fermandariya Sari Huseyîn, ji rojên dawî yên Sibata 1990'î û pê ve bi regnekî bê navber çalakî li dijî hêzên dewleta Tirk plan dikir, hem jî 'Komîteyên Serhildanê' yên ku gel rakin serhildanê, bi rêxistin dikirin. Bi îmzeya wî di 28'ê Sibata 1990'î de li Cizîrê bi sedan belavok hatin belavkirin. Bi Newroza 1990'î re bûyerên ku cihê xwe di dîroka nêz a Kurdistanê de bigire nîşan dida, digot 'Gelê Kurdistanê wê dewleta Tirk a faşîst biêşîne."

13 GERÎLAYÊN DI BIN FERMANDARIYA SARI HUSEYÎN

Çend roj beriya Newrozê li Girê Şêra yekîneya gerîla ya bi fermandariya Abdullah Avci (Salah), Abdulkerîm Temel (Zinar) û Suleyman Aslan (Sari Huseyîn) di encama îxbarekê de ji aliyê hêzên artêşa Tirk ve hate dorpêçkirin. Artêşa Tirk bi piştgiriya helîkopteran bi sedan leşker û tîmên taybet veguhast herêmê. Gerîlayên ku bi vê tevgera artêşa Tirk hesiyan, dema ku ketin nava liv û tevgerê bi rengekî ecêb bêhal dibûn, ji ber ku milîsê îxbara wan kir (ku piştî 6 mehan wê ji aliyê ARGK'ê ve bihata înfazkirin) dermanê xewê xistibû nava xwarina wan. Gerîlayên ku welê li wan hatibû ku nikarin şer bikin, di 14'ê Adara 1990'î de yek bi yek di xew de hatin qetilkirin.

CENAZEYÊN WAN BIRIN MÊRDÎNÊ

Ji bilî sê fermandaran, Abdulkadîr Alptûg (Bedran), Zekî Dogan (Îsa), Mahsûm Tepe (Haşim), Diyan Oso (Îbrahîm), Kamûran Dundar (Zana), Omer Kavak (Necdet), Cesûr Şahîn (Dogan), Hidir Yalçin (Şervan), Galîp û gerîlayekî din ê navê wî hîn nehatiye hînbûn, çawa ku bi saxî bi hev re bûn, cenazeyên wan jî ji hev cuda nebû. Cenazeyên 13 gerîlayan avêtin ser hev, xistin hundirê qemyonetekê û destpêkê birin Stewrê, piştre jî birin morga nexweşxaneya dewletê ya li Mêrdînê. Nedihate texmînkirin ku cenazeyên gerîla bi rengekî komî bibin navenda bajêr. Wê demê cenazeyên gerîla ya li Geliyê Qesaban ê li bejahiya Sêrtê ya jî bi rengekî komî li cihê ku şehîd dibûn li hundirê çalekê dihatin binaxkirin. Vê heqareta li cenazeyan hate kirin, parçekirina cenazeyan hêrsa gelê Kurdistanê fûrand.

LI DU BAJARAN DIOKAN NEHATIN VEKIRIN

Beriya şehadeta 13 gerîlayên li Gigrê Şêra, nedana cenazeyên gerîlayên berê şehîd bûbûn, parçekirina cenazeyên wan (Mîna 9 gerîlayên di 4'ê Kanûna 1989'an de li Ava Mezin şehîd bûn), li Nisêbîn û Cizîrê zemîna tofanekê amade dikir. Li her du bajaran di 14'ê Adara 1990'ı de dikan hatin girtin, gel ji bo nerazîbûnê nîşanî komkujiya li Girê Şêra bide jiyan rawestand. Rayedarên dewleta Tirk ku hesabê van faktoran dikr, heman rojê êvarê soz da malbatên li ber morgê li hev kom bûn ku wê cenazeyên 13 gerîlayan bidin wan. Nêta wan a destpêkê ew bû ku gel mijûl bike.

KAMÛRAN DUNDAR (ZANA)

Dem derbas dibû, rawestîn vediguherî rageşiyê. Ev rageşî ji Mêrdînê heta Nisêbînê, ji wir jî li tevahiya herêmê belav bû. Ji xwe ji 13 şehîdan 5 ji wan ji Nisêbînê bûn, yek ji wan jî kurê Endamê Meclîsa Şaredariya Nisêbînê Yûsûf Dundar ê ji SHP'ê hate derxistin Kamûran Dundar bû. Dundaran di sala 1970'î de ji navê Kamûran Bedirxan navê Kamûran li kurê xwe kiribûn. Malbatek li Nisêbînê naskirî bû. Kamûran ku sala 1988'an tevlî nava refên PKK'ê bû, çûbû heta Akademiya Mahsûm Korkmaz.

DAYIKA WÎ FEHÎME QALA DUNDAR DIKE

Dayika wî Fehîme Dundar qala wê demê û wergirtina agahiya şehadeta kurê xwe dike: "Em bi pey Kamûran ketin, piştî demekê em hîn bûn ku çûye gel Serok Apo. Min ji bavê wî re got, 'ez nikarim îdare bikim, ez ê nameyê ji Serok re binivîsînim, bêjim ku 5 zarokên min hene, yekane kurê min Kamûran e, wî vegerînin'. Bavê wî aciz bû û got, 'Te aqlê xwe winda kiriye?' piştre qebûl kir. Me name bi navê min nivîsî û piştre di ser nasên li Qamişloyê me dan partiyê û gihand Serok. Piştre em hîn bûn ku Serok ew name di dema perwerdeyê de ku Kamûran jî lê amade bû xwendiye û ev pirs lê kiriye, 'Kamûran tu yekane kurê malê ye, em te bişînin malê?' Kamûran jî rabûye û jê re wiha gotih, 'Serokê min dayika min rast nabêje, birayekî min jî li Îzmîrê ye'.

DI RÊ DE BI ŞEHADETA WÎ HESIYA

Welhesil hewldana nameyê bi ser neket. Dema ku şehîd bû ez li Îzmîrê bûm. Agahî nedan min, bêguman di televîzyonan de timî nûçeyên li ser Nisêbînê hebûn, lê ji ber ku min bi Tirkî nizanîbû, ji bilî gotina Nisêbîn min tiştek fêhm nedikir û kesî jî tiştek ji min re nedigot. Piştre min nema karîbû îdare bikira û bi otobusê çûm Nisêbînê. Dilê dayikan e, mirov tiştna hîs dike; ciwanekî Kurd li pêşiya min rûniştî bû û rojname dixwend. Min jî jê re got, 'kurê min ka rojnameyê bixwîne, bê çi nûçe tê de heye?' Wî jî got, gerîlayekî bi navê Kamûran Dundar hatiye kuştin û li Nisêbînê bûyer qewimiye. Tiştek ji devê min derneket, li şûna xwe rûniştî mam, bi vî rengî heta gihîştim Nisêbînê."

DEMA LI BENDA ANÎNA CENAZE BÛN

Ferdên din ên malbatê ku agahiya li ser şehadeta Kamûran ji malbatê vedişart, ji bo zarokê xwe ku yek ji 13 şehîdan bû destpêkê çû Stewrê piştre jî xwe gihand Mêrdînê. Pismamê Kamûran Dundar Halîl Dundar qala wê kêliya li ber nexweşxaneyê kir: "Tevî ku dem derbas bûbû cenazeyê me nedidan me. Vê carê êvarê Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk ku weke apê min Yûsûf Dundar ji SHP'ê hatibû îxraçkirin, kete dewrê li dozger geriya, piştre jî bi şertê ku serê sibehê saet di 07:00 de bi bêdengî cenaze veşêrin, gotin wê bidin me. Lê belê tevî vê zoê jî cenaze nedan. Di sibeha 15'ê Adarê de saet 05:00 ez û apê min dema ku di hundirê wesayita li ber nexweşxaneyê parkkirî razayî bûn, tîmekî taybet hişk li camên wesayitê xist û got, 'werin cenazeyê xwe bibin'. Li ser vê yekê em jî li klûbeya destpêkê ya telefonê li xizmên xwe yên li Nisêbînê geriyan û me agahî dan wan."

TERORA DEWLETÊ Û SERHILDAN

Girseya biçûk saet di 07:00 de piştî ku wecîbeyên olî bi cih anî li Goristana li navenda Nisêbînê cenazeyê Kamûran Dundar spart axê û piştî ku ji goristanê derket hejmara gigrseya gel bû bi hezaran kes. Armanca girseyê ew bû ku biçe serdana malbata Dundar ji bo sersaxiyê, lê belê provokasyon û êrişkariya dewleta Tirk dewam dikir. Saet di 10:00 de hejmara mirovên ku herikîn qadan zêdeyî 10 hezar kes bû. Her kêliya ku derbas dibû hejmar zêde dibû. Hêzên dewleta Tirk êdî dest bi gulereşandinê kirin. Ciwanê bi navê Şemsettîn Çîftçî yê 19 salî bi fîşekan hate kuştin, ku vê yekê sebir fûrand. Gel bi ço û keviran dest bi berxwedanê kir û leşker û polîsên Tirk jî vekişiyan qereqolan. Piştî nîvro jî tîmên taybet ên ji Sêrt û Mêrdînê hatibûn anîn dest bi terorê kirin.

TIRSA LI NAVA GEL BELAV BÛ

Roja 15'ê Adara 1990'î ya Nisêbînê ku bi dehan kes birîndar bûn, bi sedan kes jî hatin destgîrkirin, li Enqereyê erkanê dewleta Tirk xistibû nava şoqê. Li Kurdistanê jî çirûska serhildanê ya ji bo Newrozê hatibû amadekirin pê ketibû. Ji xwe Suleyman Arslan (Sari Huseyîn) û gerîlayên din ên li Girê Şêra şehîd bûn, ji xwe rêxistinbûna berxwedanê di Newrozê de dikirin. Kamûran Dundar û gerîlayên pê re şehîd bûn, di sala 1989'an de li Akademiya Mahsûm Korkmaz şagirtên dewreya 'Ber bi Serhildana Gel ve' bûn. Agahiya li ser şehadeta 13 gerîlayan û cenazeyên wan Bakur rakir ser piyan, gelê Kurd tirs ji ser xwe avêt.

EW HEFTEYA KRÎTÎK

Panorama wê hefteya krîtîk ku 'ruhê 1990'î' li Kurdistanê pêl bi pêl belav bû wiha bû:

16'ê Adarê: Piştgiriya destpêkê ya ji bo serhildana Nisêbînê ji Qamişloyê hat ku bi têlan ji hev hatibûn qutkirin. Zêdeyî 50 hezar şêniyên Qamişloyê li ser sînor civiyan û bi dirûşm û tilîliyan piştgirî dan gelê Nisêbînê. Heman rojê li Cizîr, Silopiya, Hezex, Mîdyat û hin navçeyên din gel ji bo Nisêbînê herikî kolanan. Li Zanîngehên Firat, Çûkûrova, Înonu û Dîcleyê çalakiyên bîranînê yên ji bo Helebçeyê veguherîn xwepêşandanên piştevaniya Nisêbînê.

17'ê Adarê: Li Nisêbînê çalakiya daxistina derabeyên dikanan dewam kir. Merasîma cenazeyê Şemsettîn Çîftçî hate astengkirin, hêzên delweta Tirk ku ji pêleke nû ya serhildanê tirsiya, cenaze bi dizî veşart.

18'ê Adarê: Li gel gef û hewldanên şikandina derabeyên dikanan ên dewleta Tirk, li Nisêbîn çalakiya girtina dikanan dewam kir. Girtiyên PKK'î jî ji bo piştgiriya bi Nisêbînê re dest bi greva birçîbûnê kirin.

19'ê Adarê: Piştî Nisêbînê esnafên Cizîrê dikan girtin. Gelê Cizîrê herikî kolanan û nîşan da ku ew li pişt Nisêbînê ye.

20'ê Adarê. Pîrozbahiyên Newrozê yên li Cizîrê ku zû dest pê kirin veguherîn serhildanê. Zêdeyî 10 hezar şêniyên Cizîrê herikîn qadan. Hêzên dewleta Tirk gule li girgseya gel reşandin û Salîh Elçîoglû, Mehmet Yilmaz,  Yûsûf Şahîn, Emîn Gun û zarokê bi navê Abîdîn Tûncer qetil kirin. Li Cizîrê daîreyên dewletê li pey hev hatin şewitandin. Serhildan ji vir derbasî Silopiya û Hezexê bû.

21'ê Adarê: Li gel qedexeya derketina derve ya ji aliyê dewleta Tirk ve hate ragihandin li Cizîrê serhildanê dewam kir. Li Stenbol, Enqere, Ege, Eskîşehîr, Çûkûrova, Amed, Erzîrom û bajarên din li zanîngehan bi hezaran xwendekar li he vkom bûn, bir engekî girgseyî yekemcar Newroz pîroz kirin. Heman rojê li Nisêbîn û Cizîrê ji bo şermezarkirina terora li dijî gel Xwendekara Pola 3'emîn a Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê Zekiye Alkan li Amed-Deriyê Mêrdînê pankart vekir û bedena xwe da ber agir.

22'ê Adarê: Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, yekemcar bi rengekî komî dikan nehatin vekirin, xwendekaran çalakiyên boykotê kirin. Gel jiyan rawestand û komkujî şermezar kir.

HELWESTA MEDYA TIRK

Ev hişyarî û serhildana li Bakur ku ne li bendê bû, Enqere şoq kir. Hikumeta Tirk a bi serokwezaretiya Yildirim Akbûlût bêçare bû. Medya Tirk nizanîbû ku wê çi binivîsîne. Rojnameya Gunaydin wê di 24'ê Adara 1990'î de ev manşet bi kar bianiya "Gelo Tirkiyeya Komarê wê meşên bi vî rengî jî bidîta? Xwedê, çi bi êş e'. Rojnameyê di spota nûçeya xwe de wiha digot, "Doh bi neteweyî em qehirîn... Di dîroka me ya komarê de yekemcar li navçeyeke me bi hezaran welatiyên me dirûşmên 'cihêkariyê' qîriya. Em pê hesiyan ku li Cizîrê xençer li dilê me ket. Gelekî bi êş jî be dem hatiye ku em rastiyan bibînin."

Berevajî çapemeniya Tirk, çapemeniya cîhanê serhildana ku heta dawiya Nîsana 1990'î dewam kir, bi vî sernavî wê biweşanda:

* Serhildana Kurdan dest pê kir (TAZ, 22.03.1990)

* Li Kurdistanê serhildan (Frankfurter Rundschau 22.03.1990)

* Li Tirkiyeyê nerehetiya Kurdan girseyî dibe (The Independent, 22.03.1990)

* Li Kurdistana Tirkiyeyê serhildan (Folket i Bild, 22.03.1990)

* Li Kurdistan a 'wehşî' raperîna bi xwîn (Kölner Stadt Anzeiger, 19.04.1990)

* Rabûna ser piyan a bi xwîn (Le Monde, 06.04.1990)

Çavkanî:

- Vegotina nivîskar Medenî Ferho û hunermend Seyidxan li ser Girê Şêra.
- Hevpeyvîna bi Fehîm Dundar û Halîl Dundar re ya ji bo dokûmantera 'Serhildan' a li Stêrk TV.
- Pirtûka Mûrat Karayilan a bi navê "Anatomiya Şerekî: Li Kurdistanê Xeta Leşkerî".
- Pirtûka Alî Yilmaz a bi navê "Wardiya Tarî: Arşîva Polîtîk a salên 1990'î".
- Arşîva rojnameyên Serxwebûn, Mîlliyet, Cûmhûriyet, Gunaydin û Guneş.