Agirê pêşîn ê Newrozê li Elkê hate pêxistin

Agirê pêşîn ê Newroza 2022’an li Elkêya Şirnexê hate pêxistin. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk got “Ji bo me dem dema serkeftinê û dema azadbûna rêzdar Ocalan e.”

Îsal pîrozbahiyên Newrozê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê lidarxistin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelna (HDK), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Xebata Tifaqa Kurdistanî tê pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ya ewil li navçeya Elkê ya Şirnexê ku dikeve ser sînorê başûrê Kurdistanê hate destpêkirin.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê beşdarî pîrozbahiyê bûn. 

Gel ji bo pîrozbahiyê li pêşiya rêxistina HDP’ê ya navçeyê kom bûn û bi meşeke girseyî çûn qada navçeyê. Gel piştî ku gihişt qadê stranên li ser Newrozê strandin.

Berdevka HDP’ê Ebru Gunay di pîrozbahiyê de axivî û got “Em niha li  dilê Kurdistanê agirê Newrozê pê dixin. Kurd li her derê agirê Newrozê pê dixin. Em agirê pêşîn îro li Çiyayê Kato pêdixin. Newroza hemû gelên Rojhilata Navîn û ya gelê Kurd pîroz be. Îsal sala serkeftinê ye. Wê gelê Kurd vî tiştî nîşan bide. Bi ruhê berxwedanê yê Newrozê em Newroza we hemûyan pîroz dikin. Em bang li hemû hêzên siyasî dikin, hesabên şaş nekin. Gelê Kurd yekîtî, aştî û azadiyê dixwaze. Desthilatdariya AKP û MHP’ê hemû faşîzma xwe ji ser înkara gelê Kurd dide meşandin. Bi tunekirin û înkarkirinê re li vî welatî çareserî pêk nayê. Çareserî li Îmraliyê li ba rêzdar Ocalan e.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir gelê Botanê berdêleke mezin daye û got “Agirê ku wê îro li vir pê bikeve ,wê hemû faşîzm, tarîtî û qedexeyan veguherîne ronahiyê. Agirê li vir wê azadiyê û aştiya bi rûmet bîne. Roj roja yekîtiyê ye, em îro ji bo yekîtiyê vî agirî pêdixin. Em bi berxwedana gelê Botanê agirê azadiyê pêdixin.”

‘BERXWEDANA KAWAYAN A LI HEMBERÎ DEHAQAN MEZIN DIBE’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk jî diyar kir Newroz ji bo gelê Kurd berxwedana li hemberî mêtingeran e î got “Herî zêde gelê Botanê bi vî tiştî dizane. Gelê Botanê her dem li ber xwe da û berxwedana xwe didomîne. Her dem pêşengtiya berxwedanê kir. Berxwedana Kawayan a li hemberî Dehaqan mezin dibe. Bi saya berxwedana rêzdar Ocalan ev berxwedan gihişt heta îro. Rêzdar Ocalan 24 sal in berxwedaneke mezin dike. Ji bo azadiya me, ji bo gelên Rojhilata Navîn û aştiyeke bi rûmet li ber xwe didin. Ji bo me dem dema serkeftinê û dema azadbûna rêzdar Ocalan e. Wê gelê me li qadên Newrozan peyameke mezin bidin desthilatdarê.”

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin û bi sedan kesan li dora agir li ber def û zirneyê govend gerandin.