Agirê Newrozê tîna xwe dide gelemperiya Serhedê

Çalakiyên Newrozê yên li bajarên Kurdistanê dewam dikin. Tevî dorpêçî û astengiyan jî li Agirî, Îdir, Mûş, Qers, Tetwan û Colemêrgê bi hezaran kes daketin qadan.

Çalakiyên Newrozê yên li bajarên Kurdistanê dewam dikin. Tevî dorpêçî û astengiyan jî li Agirî, Îdir, Mûş, Qers, Tetwan û Colemêrgê bi hezaran kes daketin qadan.

AGIRÎ: Li Agiriyê bi hezaran kes daketin qada Newrozê. Tevî astengiya polîsan jî, qada Newrozê Kurdistanî bi kinc û rengên xwe yên gelêrî ketin qadê. Pankarta bi nivîsa "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê em li qadan e" li dika pîrozbahiyê hate daliqandin. Qad bi alên HDP û DBP'ê hate xemilandin.

QERS: Şêniyên Qersê berê xwe dan qada Cumhuriyetê û Newroz pîroz kirin. Qada pîrozbahiyê bi alên HDP'ê hate xemilandin û pankartên bi nivîsa "Newroz pîroz be", "Ji 8'ê Adarê heta Newrozê" hatin daliqandin. Pîrozbahî piştî pêxistina agirê Newrozê bi axaftina beşdaran dewam dike.

ÎDIR: Gelê Îdirê jî ber bi qada Newrozê ve diçe. Jinên ku kincên gelêrî li xwe kirine, li qadê govendê digerînin.

COLEMÊRG: Çalakiya Newrozê ya li Colemêrgê li qada otogarê dest pê kir. Qad bi alên HDp û DBP'ê hate xemilandin. Pîrozbahiya Newrozê dewam dike û beşdar govendê digerînin.

MÛŞ: Şêniyên Mûşê danê sibehê ji hemû navçeyan berê xwe da meydana otogarê. Parlamenterên HDP'yî Mithat Sancar, Ayşe Acar Başaran jî tevlî pîrozbahiyê bûne. Koma Dengê Jinên Azad û hunermendên herêmî wê derkevin ser dikê.

BEDLÎS: Li navçeya Tetwan a Bedlîsê Newroz li meydana Fuarê tê pîroz kirin. Bi hezaran kes ji navend û navçeyên Bedlîsê danê sibehê herikîn qada pîrozbahiyê. Newroz bi gerandina govendê dewam dike.