Agirê Newrozê li Qela Kerkûkê hat pêxistin

Bi pêşengiya partiyên Kurdistanî yên bajarê Kerkûkê ji bilî PDK’ê û tevlêbûna hemû kesimên bajêr agirê Newrozê li Qela Kerkûkê hate pêxistin û şehîdên Raperîn û rizgariya Kurdistanê hatin bîranîn.

Îro saet 15:00’ê piştî nîvro bi amadebûna nûnerên partî û aliyên Kurdistanî yên Kerkûkê û hemû kesimên bajêr li ser Qela Kerkûkê agirê Newrozê hat pêxistin.

Piştî pêxistina agir hunermendên netewî yên bajêr bi pêşkêşkirina stranan coş dan pîrozbahiyê. Beşdarên pîrozbahiyê jî li ber stranên hunermendan heya saetên dereng govend gerandin.

Mamoste Zîlan Obeyd ku mamosteyek a bajarê Kerkûkê ye û tevlê pîrozbahiyê bibû têkildarê Newroza îsal ji ANF’ê re hestên xwe anî ziman û got, “Newroza îsal bêyî ku di navbera neteweyên Kerkûkê cihêkarî bikin li hemû pêkhateyên Kerkûkê pîroz dikim, îro bi boneya salvegera Raperînê û Newrozê pîrozbahiyek berfireh li Kerkûkê tê lidarxistin.”

Mamoste Zîlan Obeyd her wiha têkildarê hestê welatiyên Kurd ên bajêr ku beriya çend salan nedikarîbûn bi serbestî Newrozê pîroz bikin diyar kir; “Îro em bi serbestî pîrozbahiya Newrozê li dar dixin û Newrozê pîroz dikin. Her çiqasê salên bihorî hatibe astengkirin ku Newroz bi serbestî bê pîrozkirin lê em Kurdên Kerkûkê tevî hemû astengiyan me bi domdarî Newroza xwe pîroz kiriye.” 

Di navberekê de daxuyaniya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Kerkûkê ji bilî PDK’ê hatibû amadekirin hate xwendin. Daxuyanî ji aliyê Endamê Rêveberiya Yekîtiya Niştîmanî Kurdistanê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ligel pîrozkirina cejna Newrozê, behsa 31’mîn salvegera berxwedaniya rizgarkirina bajarê Kerkûkê ya sala 1991’an hate kirin.

Di daxuyaniyê de her wiha hate gotin ku Newroz di jiyana civakî, siyasî û çandî ya gelê Kurdistanê de tê wateya aştî, azadî, hezkirin, hevdu qebûlkirin û rêzgirtina li xweza û bedewiyan e.

Di beşên dawî yên daxuyaniyê de îşaret bi aloziyên li tevahî Iraqê û bi taybetî ya li Kerkûkê ya piştî 31 salan hate kirin û hate gotin; Em vê boneyê weke derfetekê dizanin ji bo zextê bikin ji bo bicîh anîna hemû xalên madeya 140 a destûrî ku garantiya bi hevre jiyana hemû pêkhateyên vî bajarî ye. Her wiha daxwaz ji hikumeta federal dikin ku dawî li wê rewşa ku nêzî 5 salin li ser xelkê Kerkûkê tê ferzkirin bînin.”

Di dawiyê de hatiye destnîşankirin ku baştirîn rêya çareseriyê ji bo pirsgirêka Kerkûkê û navçeyên bi nakok vegera destûrê ya ji bo her demê ye û daxwaza girîngî pêdayîna xizmetkirina ji bo bajêr ji hikumetê hate kirin.

Newroz bi gerandina govendan bi dawî bû.