Agirê Newrozê li Şemzînanê hat vêxistin: Abdullah Ocalan vîna milyonan kesan e

Li pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Şemzînana li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ev peyam hat dayîn: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vîna milyonan kesan e.”

Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê pîrozbahiyên Newrozê li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê pêk hat. Welatiyên Şemzînanî tevî hewayê sar di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên herêmî berê xwe dan qada Newrozê. Polîsan qada Newrozê bi barîkatan dorpêç kir û welatî di du bendan ketin qadê. Piştî rêzgirtinê bi vêxistina Dayikên Aştiyê ya agirê Newrozê pîrozbahî dest pê kir. Welatiyên ku bi stranên dihatin lêxistin govend gerandin, bênavber dirûşmeyên “HDP gel e gel li vir e”, “Bijî Serok Apo” , “Jin jiyan azadî” berz kirin, bi çepikan dan û lîlandin.

'EW AGIR LI ŞEMZÎNANÊ DIŞEWITE'

Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede piştî govenda hatiye gerandin axivî û wiha got: “Newroz meşaleya berxwedan û azadiyê ku gelê Kurd diyarî hemû gelê cîhanê kiriye ye. Agirê Newrozê ku Kawayan pêxistiye, hêj li Şemzînanê, di dilê Kurdistanê de zindî ye. Heke em îro li qadan Newrozan pîroz bikin saya Rahşan, Zekiye û Mazlûman e.” Axaftina Dede her tim bi dirûşmeya “Şehîd namirin” hate birîn.

'EV BERXWEDAN LI ÇAR ALIYÊ CÎHANÊ DENG VEDIDE'

Dede da zanîn ku ew kesên bi sê şixateyan li Zindana Amedê ev agirê berxwedanê vêxistin, niha ji cîhanê re dibin mînak û wiha berdewam kir: “Ev berxwedan li çar aliyê cîhanê deng vedide. Her roj şer mezintir dibe. Yê herî baş dizane jî gelê me yê Şemzînanê ye. Hema bêje her sal bi dehan ciwanên me li ser sînoran tên qetilkirin. Em pergaleke faşist ku nahêle cenazeyên xwe jî bigirin re rûbirû ne. Li tiştekê ji bîr dikin. Nikarin gelê Şemzînanê ji holê rakin. Em duh hebûn, em ê îro jî hebin û em ê sibê jî hebin.”

‘MUXATABÊ AŞTIYÊ OCALAN E’

Dede bang li desthilatê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kesên hewl didin desthilata xwe bi şer û pevçûnê diparêzin bila baş bizanin ku ji bo li Rojhilata Navîn şer û ambargoya aboriyê bi dawî bibe yekane rêya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan e. Me ev di navbera salên 2013 û 2015’an de dît. Heke aştî were Rojhilata Navîn, şer bisekine divê demildest li Îmraliyê bi Birêz Abdûllah Ocalan re muzakere û hevdîtin bên kirin. Birêz Abdullah Ocalan ne keseke, vîna milyonan kesan e. Birêz Abdullah Ocalan serokekî polîtîk e. Divê demildest tecrîd bê rakirin, weke fikirên xwe ew bi xwe jî azad bibe. Wekî din tu rê nînin. Yekane mifte birêz Ocalan e.”

Dû re pîrozbahiya Newrozê li ber stranên hunermendên herêmî û gerandina govendê bi dawî bû.