Agirê Newrozê li Êlihê hate dadan

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê agirê Newrozê dada. Ji bo çalakiya 20'ê Adarê jî banga tevlîbûnê kir.

Komîteya Amadekar a Newrozê ya Êlihê têkildarî Newrozê ku wê roja Yekşemê di 20’ê Adarê de li Qada Newrozê ya li taxa Pazaryerî were pîrozkirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Sendîkaya Petrol Îşê pêk hat. Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Necdet Îpekyuz, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Hevserokê HDP’a Êlihê Huseyîn Sarik diyar kir ku Newroz ji berxwedana Kurdan re bûye ronî û ev ruh her ku diçe mezintir dibe.

Parlamenter Necet Îpekyuz jî wiha got: “Newroz ruhê yekîtiyê yê Kurdan temsîl dike. Kurd bi coş vê cejnê pîroz dikin. Newroza wê li bajarê me were pîrozkirin dîrokî ye. Tevî hemû astengiyan jî her pîrozbahiyên Newrozê li Batmanê bi heybet derbas bûn. Wê ev Newroz jî wisa derbas bibe. Newroz berxwedan û serhildan e. Newroz cejna Kurdan e. Wê di vê Newrozê de bi milyonan kes azadiya birêz Ocalan qîr bike. Wê ev qîrîn li her qadan olan bide.”

Endama Komîteya Amadekar Sedef Ozdemîr jî axivî û banga tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê kir û xwest her kes bi ruhê azadiyê û yekîtiyê beşdarî pîrozbahiyan bibe û ew ê bi ser bikevin.

Piştî axaftinan li baxçeyê avahiya sendîkayê agirê Newrozê hat vêxistin, li derdora agir govend hat gerandin û dirûşma “Bijî Newroz” hat berzkirin.