Agirê li Bagokê artêşa Tirk pêxistî dewam dike

Agirê ku artêşa Tirk a dagirker li Çiyayê Bagokê pêxistibû ber bi rêya Midyat-Hezexê ve berbelav dibe.

Di 2'e Tebaxê de li Çiyayê Bagokê şer derket. Piştî şer agir bi dar û berên li gundên Suryaniyan ê Çiyayê Bagokê yê Navçeya Nisêbînê ket. Agirê bu bi dahl û rezan ket, her diçe belav dibe. Hat diyar kirin ku şewat heta ser rêya navbera Hezex û Mîdyadê belav bûye. Hat diyar kirin ku heta niha rayedaran mudaxaleyî agir nekiriye.

Li aliyê din, agirê ku bi gundên Suryaniyan ên Kafro, Arkah, Badibe, Hebabê ketibû ji aliyê gundiyan ve hat vemirandin. Agirê ku heta gund belav û ji aliyê welatiyan û Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ve hat vemirandin. Ji ber agirê bi zeviyan ket gelek dar û berên trî, hejîr, hinar û gwîzên welatiyan şewitîn.

Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Tuma Çelîk, Serokê Federasyona Komeleya Suryaniyan (SUDEF) Evgîl Turker, Endamê Yekîtiya Suryaniyan a Ewropa (ESU) David Vergili li qada şewatê lêkolîn kirin.