Agir bi Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ket

Ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn agir bi Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ket.

Hikumetê ji ber koronavîrusê derbarê înfazê pêşnûmayê amade kiribû û girtiyên siyasî derveyî vê pêşnûmayê hatibû hiştin. Di vê pêvajoyê de agir bi Girtîgeha Tîpa M a Êlihê ket.

Dîmen li ser medyaya civakî hate weşandin û tê dîtin ku ambûlans û îtfaîye tên sewqkirin.

Hate diyarkirin ku girtiyan agir vêxistine, di dîmenan de dengê serhildanê ji girtîgehê tê û dûman ji girtîgehê bilind dibe.