Agahî ji enternasyonalîstên ku PDK'ê ew desteser kir nayê girtin

9 şervanên enternasyonalîst ku piştî li Rojava şerê dijî DAIŞ’ê kirin û xwestin li welatê xwe vegerin, ji aliyê PDK'ê ve hatin desteserkirin. Agahî ji van şervanan nayê wergirtin.

Li gorî agahiyên ku hatine standin, şervanên enternasyonlîst li Rojava piştî ku şerê DAIŞ’ê kirin dema ku xwestin vegerin welatê xwe li Hewlêrê hatin desteserkirin. PDK ev kirin bi rengê ‘binçavkirin’ê de tomar kir lê ti zemîna vê ya hiqûqî nîn e. Ti sedem nayê nîşandan û ti darizandin jî nîn e.

Nûnerê PYD’ê yê Başûrê Kurdistanê Xerîb Hiso têkildarî şervanên ku hatine desteserkirin ji ANF’ê re axivî û got, 9 şervanên enternasyonal li Hewlêrê, li cihê asayişê ya Kelekê (Sektere) hatine binçavkirin.

Hiso diyar kir sedema binçavirinê çiye ew pê nizanin û got, "Ev mirovên ku ji bo li dijî hovîtiya DAIŞ’ê peywira xwe ya mirovî pêk bînin hatibûn Rojava, xwestin biçin welatê xwe lê beriya bi 3 rojan hatin binçavkirin."

Hiso diyar kir ku roja Pêrşemê hat ji rewşê çêbûne û got, "Diyar nakin bê ka çima binçav kirine.  Her wiha em pê nizanin bê ka berdane yan na."

Hiso got ew ji rewşê bi fikar in û got: "Me xwe gihande malbata şervanan. Bi rêya konsolosxaneyên welatê şervanên eternasyonal me xwe gihande malbatan. Haya wan jî ji rewşê nebû. Lê heta niha hatin berdan, şandin Rojava em nizanin.!!

Navê şervanên ku hatine desteserkirin:  Callum Ross (Rizgar Çiya), Ozgan Ozdil (Dersim Agir), Anthonî Degatto (Rustem Fist), Justin Schnepp (Şervan Agir), Italî Mirko Bruna (Mirko Cûdî), Îtalî Paola Andolina (Azadî Raperîn), DYA’yî Damien Rodriguez (Şêrzad Azad), Spanî Fernando Sanches Grassa (Çiya Azadî)