Adir: Plana têkbirinê têk çû, niha serî li ajankirinê didin

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir diyar kir, dewleta Tirk li Kurdistanê giraniyê dide ser polîtîkaya ajankirinê û got, "Ji ber ku encam ji êrîşên xwe negirt, serî li rêbazên şerê qirêj didin."

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir,  polîtîkaya ajankirinê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê, ku di dema dawî de giranî daye ser, ji ANF'ê re nirxand.

Adir bibîr xist, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ew nikarin agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin û got, "Bi rêya vê yekê, li gorî xwe dixwazin têkiliya navbera tevgerê û Rêbertî qut bikin, bikin ku Rêbertî û tevger di têkoşînê de paş ve gavê bavêjin. Wekî din, bi hiqûqa dijminatiyê nêzî Rêberê me dibin. Weke ku parêzer jî dibêjin, rewşeke ku agahî jê nayê girtin heye."

Adir anî ziman, li gel êrîş û polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan, ji bo tasfiyekirina vîna siyasî ya di 7'ê Hezîrana 2015'an de derkete holê êrîş û operasyon, her wiha li dijî gerîla mezintirîn êrîşa bi balafirên şer hatin kirin.

Adir got, "Ji konsepta tinekirina topyekûn a sala 1992'an wêdetir, herêmên bi rojan li mirovan tên qedexekirin tên ragihandin, nahêlin ku gundî ji malên xwe derkevin, gundan vala dikin, zozanan li gundiyan qedexe dikin, mirovan înfaz dikin, bi helwesteke îşkence û kêfî bi rojan mirovan di binê çavan de digirin. Ev yek êdî kirine rewşeke ji rêzê."

Adir wiha dewam kir: "Wekî din giranî dane ser karê ajankirinê. Ev demeke, polîs û MÎT mirovên welatparêz, bi nasnameya xwe ve dilsoz û li qada siyaseta demokratîk cih digirin dişopînin, dikevin milê wan û ji wan re dibêjin, 'Em ê we binçav nekin, bi we re em ê li ser sedem û berpirsyarê têkçûna pêvajoyê baxivin. Em ê nêrîna we bigirin, bi we re nîqaş bikin'. Bi rêbazên şerê taybet ên mîna 'PKK'ê pêvajo xera kir', 'mûxatabên nû dikarin kî bin?' hewl didin serê mirovan tevlîhev bikin. 

Dema ku encamê nagirin jî bi gotina 'Bila diyaloga me û we ya li ser nîqaşkirina pêvajoyê dewam bike' hewl didin karê ajankirinê bimeşînin. Mirovên helwestê li hemberî vê nîşan didin jî, piştre davêjin ser malên wan û bi sûcdariyên 'alîkarî û endametiyê' digirin. Bêyî ku xwe bispêre lêkolîn û lêpirsîneke hiqûqî, ev mirov tên binçavkirin û bi gilînameyên ku piştî binçavkirinê tên amadekirin re tên girtin. Ji ber ku encamê ji êrîşan nagirin, serî li hemû rêbazên şerê qirêj didin."

BILA KES NEBE NOTIRVANÊ TAXÊ

Têkildarî cerdevanî û notirvaniya taxê, ku dewleta Tirk di vê dema dawî de giranî daye ser Adir got, "Bi berdêla dayina pereyan dixwazin notirvaniyê li taxan bidin kirin. Ti gel, nasname, dîrok, paşeroja zarokên xwe, exlaq û wijdanê xwe bi pereyan nafiroşe. Gelê kurd jî gelekî welê ye ku vê yekê ti carî qebûl nake."

Fatma Adir destnîşan kir, ku divê kes cerdevanî û notirvaniyê qebûl neke û got, "Yên vê qebûl bikin jî, pêwîste hevserên wan, zarokên wan û civak helwestê li dijî wan nîşan bidin. Ji aliyê civakî ve lazime bên îzolekirin, kes silavê nede wan. Divê ev yek weke helwestekê bê nîşandan."

HELWESTA GEL A LI HEMBERÎ POLÎTÎKAYÊN AJANKIRINÊ

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir diyar kir, ku divê kesek rêbazên şerê taybet ên bi navê diyalog û sohbetê tên kirin qebûl neke û got, "Pêwîste helwest bê nîşandan. Mirovên ku ev nêzîkatî lê hatiye kirin divê rewşê teşhîr bike û tişta hatiye kirin eşkere bike. Ji xwe, ya ku dixwazin bikin ew e ku tirsê bixin dilê mirovan û bikin ku mirov xwe ji gotin û parastina rastiyê vegirin. Her wiha divê helwesteke zelal û vekirî li dijî rêbazên şerê taybet ên li ser zarokên me tên ferzkirin bê nîşandan. Pêwîste mirovekî bi tenê jî nebînin ku di berdêla pere û tirsê de nasname, rûmet û paşeroja xwe bifiroşe. Hewce ye cerdevantî, notirvantî neyê kirin. Li hemberî rojeva şerê taybet û pêkanînên wê yên serî mirovan tevlî hev dikin, divê helwest were nîşandan. Rojeva Kurdan têkoşîn û serketin e. Derfetên vê yekê ji her demê bêhtir hene. Gelê Kurd di dîrokê de cara yekem e ku ewqasî nêzî serketinê bûye. Serketina têkoşîna azadiyê ya Kurd, serketina demokrasî û azadiyê ye. Lewma serketina hevpar a gelan e."