Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi wesîleya salvegera 11’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê di sala 1995’an de pirsên MED TV bersivandibû. Em beşeke girîng a hevpeyvînê diweşînin.
“Dema ku îro mirov li pişt xwe dinihêre, dibîne ku vê hewldana Kurdan a bi navê Pêngava 15’ê Tebaxê gelekî demkî û geşedaneke îradî ye û di heman demê de jî encama pêleke şoreşger e ya ku li ser wê gelekî hatiye fikirandin. Navê Pêngava 15’ê Tebaxê gelekî hatiye bihîstin, a rast dîrokên ji vêya girîngtir heye û ev tişt zêde dîroka geşedanên me yên hewldanan îfade nake. Lê ji ber ku sembolîk e û xwedî serdemeke mîladî ye, dibe ku were nirxandin.
Dema ku çalakiyeke wisa çekdarî hate kirin berpirsyariyên giran bi xwe re anî. Her berpirsyariya giran û li cem kesên ku wan hesta wan a berpirsyariyê zêde ye, rê li ber du encaman vedike, ya ji serî ve di binê bandora wê de wê bieciqe, bêbersiv bimîne û ev jî berê mirov dibe têkçûnê, di her serhildana Kurdan a girîng de ev heye. Ya jî ji bo ku dawiyê lê bîne, pêdiviyê pê dibîne ku heta dawiyê behremendiyên xwe têxe pratîkê. Ev jî belkî di nîvê serkeftinê de taybetiyeke gelekî girîng e. Me giraniya mezin a berpirsyariyê hîs kir, wekî duh tê bîra min ku 24 saetên pêşîn dihat çi wateyê. Ya piştî wê berxwedaneke mezin e. Hewce bike em ê wateya wê gelek caran bidin û em ê careke din jî bidin lê divê mirov tişta beriya wê jî bifikire û ev jî gaveke derengmayî ye. Me ev gav li gorî sala 83’an amade kiribû. Hinek qelsî çêbû û ji ber vê ev gav ma ji meha dawîn a tebaxa 84’an, ev jî zêde ne girîng e.
TEQEZ DIVÊ ME TIŞTEK BIKIRA
Di vê pêvajoyê de berxwedana zindanan a gelekî girîng heye, divê em biçûna hawariya vê berxwedanê. Ev berxwedan berxwedana rûmeta mirovayetiyê bû. Nedibû ku em vî tiştî bi tenê bihêlin. Ji bo bîranîna vî tiştî bi taybetî ji bo bîranîna berxwederên 14’ê Tîrmehê, divê me karê xwe zûtir bikira. Vî tiştî xwe li ser me ferz dikir ku em bi pêngavekê bersivê bidin bîranîna Mazlûm, Hayrî û Kemalan. Tiştekî dîtir jî li pişt vî tiştî hebû ku gelek bi temamî ji dîrok û welatê xwe dihat veqetandin. Me di dil û mejiyê xwe de ev tişt hîs dikir. Feraseta li ser min serwer ev tişt bû, her tişt ji dest diçe. Îddîaya rêxistinên din çi dibe bila bibe, fikra wan a ku jê bawer dibûn çi dibe bila bibe, heke tu nexwazî ji dîrok û welatê xwe were veqetandin, divê tu tiştekî bikî. Dixwazî navê vî tiştî bikî banga îlahî, yan jî hestpêkirina mezin an jî berpirsyariyeke dîrokî û siyasî. Me ev tişt di dilê xwe de hîs dikir. Dema ku ez derketim derveyî welat û di bingeha vî tiştî ku min berê xwe dabûyê, dîrokeke ku hatibû windakirin û bersiva ku divê teqez min bidaya bersiva ‘Gelo em ê karibin wê qezenc bikin?’ û fikarên min hebû. Ne bi tenê ji bo 15’ê Tebaxê, min bi awayekî awarte bala xwe da her roj û saetê. Ez dikarim vî tiştî bi awayekî eşkere bibêjim, di vê pêvajoya krîtîk û gelekî dijwar de, bi ser de tê xwestin ev gel ji kokê were windakirin û têkeve nav tarîtiya dîrokê û girêdaneke ji adetî li hemberî wê hîskirin, teqez divê tiştek bihata kirin. Ji bo min fikr, siyaset, pirsgirêkeke jiyanê heke wê ji vî derdî re bibe derman xwedî wate bû. Heke wê xwedî wateyekê bûya, me heta dawiyê zor dida ser dîrok û çalakiyê.
DIVÊ BERXWEDANEKE MEZINTIR BIHATA KIRIN
Nexwe tişta ku em ber bi Pêngava 15’ê Tebaxê bir, fikareke wisa ya bingehîn bû. Heke tu naxwazî dîrokê bi giştî winda bike, divê tu bibî çareyek! Heke tu naxwazî nasnameya gelekî bi awayekî herî bi rûmet were helandin, divê tu xwedî li berpirsyariya xwe derkevî û tiştekî bikî. Hevrêyên te ji bo vî tiştî ji êşkenceyên gelekî giran derbas bûne, heke tu naxwazî hurmeta xwe ya li hemberî bîranîna wan windaa bikî, teqez tiştekî bike! Ji bo vî tiştî piçekî teoriya me hebû, li ser navê partiyê me hin amadekarî dikir, me hinek xebatên perwerdehiyê dikir, di dawiya sala 82’an de me berê xwe dabû welat, qasî salekê me tevgera bicihbûna li dîroka welat pêş xistibû. Ligel qelsî û kêmasiyên qadroyên me, gelekî zelal bû wê di pêngaveke wisa de cih bigirtina. Di vî warî de wê geşedan pêk bihata lê dibe ku bi rêkûpêk bûya, dibe ku zûtir bûya. Heke bîra dîrokî, heman fikar li cem kadroyên berê xwe dane vî tiştî jî hebûya, dibe ku encama vê pêngavê gelekî baş bûya. Lê tişta ku her dem di dîrokê de pêk tê, nebihîstina berpirsyariyên mezin ên gavên hatine avêtin û helandina di wê çalakiyê de ye. Ev tişt hatiye serê çalakiyê jî û me piştî vê jî pêdivî pê dît ku em bi awayekî mezin li ber xwe bidin.
JI BO KU EM TÊK NEÇIN EM BI AWARTE TEVGERIYAN
Ez dikarim bibêjim ku min bi vê çalakiyê xwe geş kir lê min qet nedizanî wê ev tişt wisa be. Heke komek bi awayekî layiqî bersivê nede pêdiviyên gavên ku te avêtiye, tişta ku dikeve ser milê te ev e ku divê hêza xwe awartetir bike. Li ser vî esasî navbera min a bi heval û gelê me wisa zêde bû. Ligel ku ez qet ne amade bûm û ne li bendê bûm, xwedî li hinek peywiran nayê derketin, bi awayekî erzan têk diçin, min hêza xwe bêtir komî ser hev kir, li ser esasê firsendên bi qasî serê derziyê min pêvajo bi kar anî. Ji bo ku têk neçim, min bala xwe da ser tevgerîna awarteyî. Ez li ser vê helwestê têm heta îro.
Ez bi vê wesîleyê dema ku salvegera 11’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê diqede û dikeve sala 12’emîn, li ser esasê nirxandinên kurt ên wateya şerê heyî û girîngiya wê, kêfxweş im ku bi rêya kanala MED TV radigihînim gelê me û dostên me.
DIJMIN BI QASÎ KU FÊM NEKE BARBAR E
Bi vê wesîleyê divê gelê me û dostên me bi vî tiştî bizanibin: Di sala 12’emîn de jî wê şer li gorî rêzik, qaîde, fermandar û leşkerên xwe geş bibe. Ligel ku me gelek bang kir jî rêveberên şerê taybet nehatin ser tişta ji bo berjewendiyên gelan û rêya demokrasî û siyasî. Li ser rika yan em ê wan biqedînin yan jî em ê wan biqedînin, bêtir têk çûn. Wan jî niha fêm kirin, rêyeke kor bû lê nikarin jê rizgar bibin. Em ê bi kûrkirina şer, wan bêtir têxin rewşeke xerab. Berê xwe dan ser Başûr zêdetir ketin rewşeke xerab. Berê xwe dan Bakur û Dêrsimê, li wir zêdetir dikevin rewşeke xerab. Berê xwe didin qada navîn, derdor û kêlekan li wir bêtir ditengijin. Di sala 12’emîn a şer de, em ê geşedanên wisa bêtir bilezînin. Ji ber vê em çiqasî ji rêyên demokratîk, siyasî û aştiyane re amade bin, ez bang li gelê me û dostên me dikim, herî kêm bi qasî wê û bi giranî di sala 12’emîn a şer de, ji Pêngava 15’ê Tebaxê zêdetir em amade bin, divê her kes li eniya xwe şer geş bike, a niha divê em tiştên zêdetir bikin, bi destpêkirinên biçûk em tevlî vî şerî bibin, ya mezin di salên pêş de em pêk bînin, baweriyê pêk bînin ku em encamên mezintir bistînin, beriya her tiştî li gorî pêdiviyên wê di nav malbatê de, li fabrîke, li ser erdan, li çiyayan, li bajaran, li nava welat, li derveyî welat ji hêza ziman bigire heta kevir, dar û çekên herî giran, li gorî hêza xwe, li gorî rewşa ku tê de ye, bila her kes karibe van çek û derfetan bi kar bînin. Ez bawer im ji xeynî vî tiştî tercîhên jiyanê tune. Heta min ji min hat, xwe da vî tiştî. Ji zaroktiya xwe ve min hewl dida pirsgirêkan bi rêyên aştiyê çareser bikim lê ev dijmin fêm nake, naxwaze we fêm bike, we qebûl nake. Ev qasî xedar û barbar e. Heke wisa be, nexwe em jî hatine asta ku ji xeynî şer em nikarin tiştekî bikin. Te dît dibêjin zincîrên proleterya û kedkaran tuneye ku, winda bikin. Ji xeynî zincîrên me, me tiştekî me tune. Erê, di destê me de zincîreke me jî tuneye ku em wê winda bikin. Em bêyî zincîr in, ango bi awayê herî xetere em gelekî wisa ne ku bi koletiyê hatine girêdan.”