Abbas: Bi piştgiriya raya giştî hate berdan

Rojnamevan Îbrahîm Abbas ê ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû binçavkirin, piştî zextên raya giştî û şûnde hate berdan.

Rojnamevan Îbrahîm Abbas ê ku li ser tora medyaya civakî rexne li malbata Barzanî kiribû hatibû binvçakirin, piştî zextên raya giştî û şûnde hate berdan.

Îbrahîm Abbas ê ku 4’ê Adarê di saet 01:30’ê şevê de ji aliyê hêzên asayişê yên girêdayî PDK’ê ve di encama serdegirtina malê de hatibû binçavkirin, hate berdan. Abbas ê ku bi hinceta li ser tora civakî rexen li malbata Barzanî kirbû hatibû binçavkirin, piştî ku hate berdan û şûnde daxuyaniyek da û diyar kir ku bi saya zextên raya giştî hatiye berdan û got: “Spasiya her kesê dikim ku piştgirî dan min. Bi saya vê piştgiriyê hatim berdan.

Têkildarî Abbas medyaya PDK'ê bi nûçeyekê ragihand ku Abbas bi hinceta ku 'Bi telefonê ciranê xwe tengav kiriye' hatiye binçavkirin. Lê Lê belê hevjîn û birayê Abbas ên ku ji ANF'ê re axivîn ev îdîa derewandin û gotibûn: “Abbas ji ber firkrên xwe hatiye binçavkirin.”

Abbas ê ku demekê şêwirmendiya Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî kirî, piştî di serdegirtina nîva şevê ya li ser malê de hate binçavkirin û şûnde, rojnamevanên Başûrê Kurdistanê ji bo berdana Rojnamevan Îbrahîm Abbas li ser tora medyaya civakî kampanyaya bi navê 'Freedom For Îbrahîm Ebas (ji bo Îbrahîm Ebas azadî) dabûn destpêkirin.