Ûygar qala êşkenceya leşkerên Tirk kir

Mûrat Ûygar ku leşkerên Tirk êşkence li wî û malbata wî kir, serî li ÎHD û TÎHV'ê da.

Mûrat Ûygar ku li navçeya Patnos a Agiriyê di 21'ê Sibatê de leşkerên Tirk ên avêtin ser mala wî êşkence lê kir, serî li şaxê Wanê yê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) da. Ûygar piştre jî li avahiya ÎHD'ê daxuyaniyek da çapemeniyê.

'ÊŞKENCE LI ME HEMÛYAN KIRIN'

Ûygar qala êşkenceyê kir û got, "Bi dehan leşkerî avêtin ser malê. Zarokên min û zarokên min derxistin derve û li ser berfê dirêj kirin. Hevsera min rapora xwe ya astengdariyê ya ji sedî 45 heye. Nîv tazîkirî li nava berfê hiştin. Kurê min hewl da dest lê werde, lê pihîn li pişta wî xistin, ew li nava berfê dirêj kirin û berê çekê dan serê wî. Ez jî kirin mertalê zindî. Çek dan serê min û li odeyan hemûyan geriyan. Eger di wê kêliyê de dengek ji mala min bihata wê heta sibehê şer biqewimiya. Nîvê şevê çekê dixin serê zarokên te lê tu nikare tiştekî bike. Berpirsyarê vê kî ye, kî wê hesabê vê bide? Kî wê vê travmaya anîn serê zarokên min tedawî bike? Ez dixwazim ên ku ev kirin tavilê bên cezakirin."