Şoreşgera ku cîhan xemiland: Axîn Gabar

Mirov hene ku çiya wan bedew dike, her wiha mirov hene ku ew çiyê bedew dikin. Şehîd Axîn jî yek ji wan şoreşgeran bû ku cîhan bedew kir.

Fermandara fedaî Axîn Gabar ku di têkoşîna xwe de di her tiştê ku destê xwe da, wate afirand, bû pênaseya bedewiyê ya li çiyê. Ji Ewropayê heta bi Qendîlê, ji wir jî heta Gabar û Amedê gelek çîrokên bi wate tevlî serpêhatiya xwe ya gerîlatiyê kir. Bi sekna xwe ya dilnizm, dilê xwe yê pak û hezkirina ji hevrêyên xwe, di nava hevrêyên xwe de her tim bû pêşengek. Axîn Gabar têkiliyeke rast bi xweza û mirov re danî. Her kesên ku ew nas dikirin heman tişt digotin: "Axîn mînakeke hevrêtiyê ye." Me jî hewl dan vê şoreşgera hêja nas bikin.

Gotinek heye ku tê gotin, "Ev cîhan ji bo xatirê wê digere", mîna ku ew nebe ev cîhan wê bisekine. Wan zanîbûn ku ji tunebûnê hebûnê, ji nebedewiyê jî bedewiyê biafirînin. Wan destpêk ji bidawîbûnê, jiyan jî ji mirinê afirandin. Axîn rêwîtiya xwe weke meşa li pey armancên xwe yên zarokatiyê bi wate dikir û baş zanîbû ku ya bang li wê dike dengê wê yê wijdanê ye. Fermandara fedaî ya çiyê digot, wijdan exlaqê mirovan e. Gotina "Eger mirov êdî hesab nade wijdanê xwe ew mirov ji mirovbûnê derketiye" gotina Axîn bû.

Fermandara şoreşger a Serhedî beşek ji jiyana xwe li gundekî ser bi navçeya Kopê ya Mûşê derbas kir ku malbata wê lê dima. Lê belê li Qibrisê ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe nebû biyaniyê cewhera xwe, piştî ku apê wê tevlî nava refên PKK'ê bû, lêgerînên xwe yên azadiyê dewam kir. Axîn hewl da dînamîzma xwe ya ciwantiyê bi rengekî rast bi rêxistin bike, fikrên xwe yên pak ên mîna avê diherikîn bi hestên pak ên di dilê xwe de kir yek. Bi dil, aqil û enerjiya xwe ya ciwantiyê tevlî nava refên PKK'ê bû. Dema ku jê dihate xwestin ku qala PKK'ê bike, digot 'PKK tevgereke nirxan e û nirxê sereke jî mirov e. Ya girîng ew e ku mirov bi rûmeta xwe bijî, mirov hîn bêhtir bi rengekî hêja bijî. Ji jiyana mirov a bi rûmet, azadî û civakî çi bêhtir bi qîmet e! PKK sekna herî mezin a alternatîf a vê serdemê ye."

ASTENGÎ NAS NEDIKIR

Mîna hezkirin, eşq û edaletê, azadî jî gerdûnî ye. Ji ber ku di xwezaya mirovan de ye, dema ku jê hate qutkirin, asayî ye ku li vê bigere. Fermandara şoreşger Axîn da pey azadiyê ku jê hatibû dûrxistin. Lê belê cudahiyeke wê hebû. Di nava gelek mirovan de ev lêgerîn li çerxên sîstemê dialiqe, parçe dibe. Gelek kes dest jê diqere, vê lêgerîn xwe nabe encamê. Dawiya dawî jî ji xwe dûr dikeve. Lê belê Axîn wê lêgerînên xwe heta dawiyê dewam bikira. Kesayeteke xurt bû, li pêşberî zor û zehmetiyan wê dest ji xwe neqeriya. Bi kesayetiya xwe ya ku astengî nas nedikir wê bibûya şoreşgerek. Di têkoşîna xwe de wê timî ji xwe re sparteyek diyar bikira ku jê hêz werbigirta. Yek ji van jî rêwîtiya ber bi Gabarê ve bû.

Li Gabarê hinekî din nêzî armanca azadiyê ya Egîdan bû. Gabar ji ber ku cografyayeke gerîla ye, ji ber ku yek ji cihên pêngava destpêkê ya PKK'ê ye, ew cih e ku timî di bin dorpêçiya mêtingeriya faşîst de ye. Gerîlatiya li wir zehmet e, derfet kêm in. Lê belê xwezaya wê bandoreke mezin li mirovan dike, aliyekî xwe Cûdî ye, aliyê din jî Besta ye. Deşt û çiya digihêjin hev. Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de gel û gerîla lê digihêje hev. Gabar ji bo Axîn jî bû ew dever ku dil û mejiyê wê lê bû. Ji ber vê yekê navê xwe kir Axîn Gabar. Pêngavek bû û hîmên bingehîn ên kesayetiya xwe ya fermandariyê li vê derê danî. Bû xwedî ûslûbeke bi bandor a gerîla. Ew êdî kesayeteke leşkerî ye.

Axîn zanyareke jiyanê bû. Li gel taybetmendiyên xwe yên leşkerî xwedî asteke xurt a felsefîk bû. Astengiyên di navbera xwe û xwezayê de radikir. Piştî ku ji Gabarê vegeriya, careke din xwest biçe Bakur.

LI AMEDÊ FERMANDAREKE FEDAÎ

Amed cihê wê yê nû bû. Her tim digot, "Mirovên ku dixwazin bi rengekî mirovî bijîn, ji bilî PKK'ê li devereke din nikare bijî. Jinên ku tevlî PKK'ê bûne gelekî bi şens in. Ji bo xwegihandina azadiyê tu timî di maratonekê de ye."

Şoreşgereke bedew bû. Çiya bedew kir, mirov bedew kir. Di maratona azadiyê de ew li pêş bû. Mîna ku wê jî digot, tu tenê tevlî ya bedew dibe. Tu tevlî bibe jî nebe jî bedew wê bi rengekî bedew bimîne. Şoreşgerên mîna Axîn Gabar her tim şopdarên xwe afirand. Ji ber vê yekê cîhan hîn jî bi lêdana dilê şoreşgeran ji bo vegera li cewhera xwe têdikoşe.