Şivanê bi fîşeka leşkeran birîndar bû jiyana xwe ji dest da

Şivan Sertîp Şen ê li Geverê bi fîşeka leşkerên Tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.

Li gundê Wargenima yê navçeya Geverê ya Colemêrg, şivanê bi navê Sertîp Şen ê 46 salî, dema ku pezê xwe diçêrand, ji ber fîşeka ji aliyê herêma leşkerî ve hate bi giranî birîndar bû.

Şen ku rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da.

Malbatê diyar kir, fîşek li devereke nêzî dilê Şen ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Şen ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Colemêrgê.

Piştî otopsiyê wê cenazeyê Şen li gundê Wargenima bê veşartin.