Terora polîsên Tirk bi dîmenan jî xuya bû

Di dîmenan de tê dîtin ku polîsên Tirk piştî Newrozê li Qoserê ya Mêrdînê êşkence û terorê dikin.

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya 20’ê Adarê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi tevlêbûna bi deh hezaran kesî hat lidarxistin, polîsan êrîşî meşa ciwanan kir.

Piştî ku 18 jê zarok 30 girtî serbest hatin berdan, di dema destgîrkirinê de dîmenên şîdeta polîsan derketin holê. Di dîmenên ku bi kameraya telefona destan hatine kişandin de, 2 ciwanên ku hatine destgîrkirin ji aliyê polîsekê ve rastî lêdan û şîdetê tên.

Polîsê ku hat hînbûn li Şaxa Ewlehiyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Mêrdînê erkdar e, di pîrozbahiya Newroza 21'ê Adarê ya li Nisêbînê hat lidarxistin de ketibû qadê. Polîsê ku ket qadê ji ber bertekên ciwanan neçar ma dûr bikeve, di dîmenan de tê dîtin ku bi tiliyên xwe gef li ciwanan dixwe.