'Şîa û Sûniyên Iraqê piştgiriyê nadin peymana li ser Şengalê'

Endamê Şandeya Şengalê Qasim Xelef têkildarî encamên hevdîtinên xwe yên li Bexdayê diyar kir ku Şîa û Sûniyên li Iraqê piştgiriyê nadin peymana li ser Şengalê.

Piştî wê plana ku Partiya Demokrat a Kurdistanê û hikumeta Iraqê peymana li ser Êzidiyan ragihandine, Êzidiyên Şengalê bi hemû awayî nerazîbûn û dijayetiya xwe ya li hemberî wê planê nîşan dan û ew weke fermaneke nû ya li dijî Êzidiyan bi nav kirin. Ji ber vê yekê, demeke ku bi çalakiyên cûr bi cûr bersiva vê planê dan û gotin ku vê planê qebûl nakin.

Di çarçoveya nerazîbûnan de şandeyek ji Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Nûnerê Serok Eşîran, Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) berê xwe da Bexdayê da ku nerazîbûna xwe ragihînin hikumeta Iraqê, Parlemento û partiyên siyasî.

Piştî ku şande ji Bexdayê vegeriya Şengalê Serokê Şandê Qasim Xelef di derbarê armanca serdana xwe û wan gotubêjên li Bexdayê kirine de ji ANF’ê re axivî.

Qasim Xelef got, "Şandeya me ji nûnerên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Serok Eşîran, PADÊ, Rûspiyên Şengalê û YBŞ pêk hatibû. Beriya ku biçin Bexdayê li Şengalê xwepêşandanek li dijî wê planê hate kirin ku dixwazin li ser Êzidiyan birêvebibin. Di encama wê xwepêşandanê de me şandeyek ava kir û em ketin ser rêya Bexdayê. Me bi Cîgirê Serokê Parlamenta Iraqê, Cîgirê Serokwezîr, Partiyên Şîa yên Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Artêşa Iraqê civiyan. Me ji wan re ragihand ku em weke Êzidî tu peymanekê qebûl nakin ku bêyî rezamendî û amadebûna nûnerên Êzidî pêk bê."

'PARLEMENTA IRAQÊ PEYMANÊ RED DIKE'

Xelef her wiha got: "Şandeya me ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentê Hesen Keabî ve hat pêşwazîkirin û me rewşa Şengalê ji wî re ragihand. Wana jî diyar kirin ku ew piştgirî didin daxwaza rewa ya gelê Şengalê û gotin, em wek aliyê pêkanînê ku parlement dezgeha herî mezin a zagonsaziyê ye, ti agahiya me ji wê peymanê nîne. Beriya ku hûn bên me ew peyman red kir."

ARTÊŞA IRAQÊ: BIRYAR, BIRYARA GEL E

Qasim Xelef di dewama axaftina xwe de da zanîn ku wan bi Serokê Asayîşa Niştîmanî ya Iraqê û Fermandeya Giştî ya Artêşa Iraqê re hevdîtin kirine û got: "Me di civînê de ji wan re got ku wê peymanê red dikin, her wiha me ji wan re got ku beriya niha hêzên we li Şengalê hebû, hêza pêşmerge jî hebû lê dema êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê tu aliyekê me ne parast, lewma baweriya me bi tu aliyekê nîne û hêza me bi xwe heye û em xwe diparêzin. Wana jî di bersiva me de çend soz dane me û gotin ku 'biryar, biryara gel e'."

AGAHIYA ŞÎA Û SÛNIYAN JI PEYMANÊ NÎNE'

Xelef di dawiya axaftina xwe de bal kêşand li ser civînên ku bi partiyên Şîa û Sûnî yên Iraqê û diyar kir ku wan gotine agahiya me ji wê peymanê nîne û em piştgiriya peymaneke wiha nakîn. Xelef ragihand ku Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) weke partiyeke sereke ya hikumeta Herêma Kurdistanê jî ji wan re gotiye ku ew jî piştgiriyê nadin wê peymanê.