Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê di roja 2. de ye

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku ji aliyê KNK'ê ve tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye.

Şêwra Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê, ku ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve tê lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û rûspiyên ji çar parçeyên Kurdistanê pêk tê, di roja duyemîn de ye.

Di şêwrê de, ku 350 delege lê amade ne, nûnerên partiyên siyasî û beşdarên din li ser mijara yekîtiya neteweyî pêşniyar, nêrîn û projeyên xwe pêşkêş dikin.

Tê payin, piştî ku pêşkêşkirina pêşniyar û projeyan qediya, encamnameya şêwrê bê eşkerekirin.