Şêwirmendê berê yê Serokkomarê Iraqê Mehmûd tevlî kampanyayê bû

Şêwirmendê berê yê Serokkomarê Iraqê Salar Mehmûd mohra xwe danî binê kampanya îmzeyan a ciwanan ku ji bo derxistina leşkerên Tirk hatiye destpêkirin.

Kampanyaya îmzeyan ku bi pêşengtiya Jin ên Ciwan ên Têkoşer ji bo derxistina leşkerên Tirk ên dagirker hate destpêkirin li seranserê navçe û bajarên Başurê Kurdistanê didome. Tevî şewba koronayê jî siyasetmedar, pêşmergeyên dêrîn, mamoste, parlamenter û gelek aliyên cuda jî di nav de bi hezaran kes îmze ji bo derxistina artêşa Tirk a dagirker dan û piştgiriya xwe eşkere kirin.

Şêwirmendê berê yê Serokkomarê Iraqê Mahmûd Salar ê kampanya îmze kir û dîsa Parlementerê Serbixwe yê Herema Kurdistanê Mam Bûrhan ê piştgirî da kampanyayê ji ANF’ê re axivîn.

'TIRKIYE YASAYÊN NAVDEWLETÎ Û HERÊMÎ BINPÊ DIKE'

Şêwirmendê berê Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ne cara yekê ye sînorên Herêma Kurdistanê derbas dike û got: "Dewleta Tirk sînoran derbas dike. Bi vê yekê Tirkiye yasayên navdewletî, heremê binpê dike. Gelê Kurdistan vê zilma qebûl nake."

'JI BO ŞER BISEKINE DIVÊ DENG HÊ ZÊDETIR BÊ BILINDKIRIN'

Mehmûd spasî li her kesê kir ku dengê xwe li ber zilm û zardariyê bilind dike û wiha pêde çû: "Ji bo Tirkiye êrîşên xwe bide sekinandin, divê ev deng bilindtir bibe. Divê proseya aştiyê ji nû ve bê destpêkirin. Her wiha di nava gelê Kurd û dewleta Tirk de guftogo bên destpêkirin."

Mehmûd bi domdarî got: "Destxweşî li kampanyaya îmzeyê ku daye destpêkirin dikim. Ev karekî medenî ye. Ji bo dewleta Tirk ji axa me derbikeve, divê gelê Kurd hemû rêyên sivîl bi berxwedanê bikar bîne. Rê li şerê dewleta Tirk bê girtin."