Şewata li Cûdî û Gabarê li dorhêleke berfireh belav dibe

Şewata ku ji ber topbarana artêşa Tirk li Cûdî û Gabarê derket, li dorhêleke berfireh belav dibe. Ji ber şewatê, ku çend roj in dewam dike, tenê li Cûdî bi sedan dar şewitîn.

Li gelek herêmên Şirnex û navçeyên wê, ku "Herêma Ewlekariya Taybet" hat ragihandin, ji aliyê bi sedan leşker û cerdevanan ve operasyonên leşkerî tên meşandin. Operasyon bi giranî li herêmên Kato Jîrka, Gabar, Cûdî û Besta yên navçeya Elkê tên meşandin. Ji ber bomberdûman û topbarana ku di dema operasyonê de tên kirin, şewateke mezin li herêmê derketiye.

Herêmên ku şewat lê dorfireh bûye û bi ti awayî ji bo vemirandinê tiştek nayê kirin, çiyayên Cûdî û Gabarê ne. Ev 4 roj in ji Tabûrên Komando yên Jendermeyan ên Hîsar, Çalişkan û Gorumluyê top tên avêtin û ji ber vê topbaranê li herêma Cûdî bi sedan dar şewitîn.

Şewat ewilî li qadên Deriyê Cibraîl, Sefîne, Hesena û Girê Çolya rû da û piştî çend rojan ji ber xwe ve vemirî. Ji ber topbaranê li qadên Şax û Heblerê jî şewat derket.

Şewat ji ser rêya bejahî ya Cizîr-Silopiyayê bi hêsanî tê dîtin. Ji ber ku herêmên şewat lê derketiye "qedexe" ye, kes nikare biçe herêmê û şewatê vemirîne. Li qada Girê Çolya, ku nêzî herêma şewatê ye, bi beşdariya gelek leşkeran operasyon tê meşandin.

Wekî din, ji ber topbarana pêr a ji Tabûra Komando ya Jendermeyan a Gormeçê, li qadên Geliyê Gurdila, Bîrava, Memurika û Zivingo yên li çiyayê Gabarê şewat derket. Ev şewata ku beşek ji daristana li herêmê tine kir, hê jî didome.