Şewata li bejahiya Licê dewam dike

Şewata li qada daristanî ya li bejahiya Licê dewam dike û li qadeke berfireh belav bûye.

Li gundên Entax, Gom û Bamitnî yên navçeya Licê ya Amedê şewata ku beriya çend rojan destpê kir, ji aliyê gundiyan ve hate vemirandin. Meh dawî li heman herêmê cara sêyemîn agir bi qadê dikeve. Doh heyetek bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê li cihê şewatê lêkolîn kir. Di encama hevdîtina bi gundiyan re hate ragihandin ku li qadê gelek xefikên ku dîmenan dikişînin hene, lê belê rayedaran bi derengî dest li şewatê werdane. Hate ragihandin ku wesayitên arkujiyê yên ji bo destwerdana li şewatê gihîştin qadê, ava li depoyên wan nemabû.

Gundiyan diyar kirin ku bi xurtî dest li şewatê nehate werdan û ji ber şewatê li Gomê xisar li goristanê û li Entaxê jî xisar li du malan bûne.

Gundiyan êvarê şewat vemirandin, lê belê serê sibehê careke din destpê kir û hîn jî dewam dike. Gundî dibêjin ku divê destwerdaneke bi lez û bi bandor bê kirin.