Şewata ku artêşa Tirk li Pîlemûriyê derxistî zêdetir dibe

Şewata daristanê ya ji ber sedema bombekirina artêşa Tirk a li Pulumurê zêdetir dibe.

Li Uzuntarla ya navçeya Pîlemûriyê ya Dersimê şewata ku ji bombeyên helîkoptêrên artêşa Tirk derketî zêdetir dibe. Şewata ku beriya bi sê rojan derketî berbelav dibe û xwe gihandiya bilindciha çiyê.

NEHIŞTIN KU BIMIRÎNIN

Ji gundê Kerwarê yê Uzuntarlayê xuya dibe ku şewat geştir dibe. Ji ber sedema gundên li dora herêma ku şewat lê hatî derxistin, vala ne, hêzên çekdar ên Tirk bi hinceta ‘herema ewlehiyê’ nahêle ku kes biçe herêmê. Gundiyên ji deverên cuda çûn ku şewatê bimirînin lê leşkerên Tirk nehiştin.