Şevger: Tevlê têkoşîna azadiyê bibin!

Fermandarê Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Şiyar Şevger mijarên di rojevê de nirxand û bang li partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi hevre têkoşîneke hevpar ava bikin.

Ji Fermandariya YRK’ê Fermandar Şiyar Şevger têkildarê mijarên wek çalakiyên ji bo Azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên li seranser Kurdistan û derveyî welat tên lidarxistin, trafîka dîplomasî ya Fermandarê Sipahê Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ya ji bo Iraq û Başûrê kurdistanê, dîsa hevdîtinên rayedarên dewleta Tirk û yên Îranê, siyasetên rejîma Îranê li hemberî gel û bi taybetî ciwanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê, girîngiya pêwîstiya têkoşîna hevpar ya hêz û partiyên Rojhilatê Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê ya li ser Kurdistan û bi taybetî hêzên Rojhilatê Kurdistanê nirxandinên girîng kir.

‘DI ÇEPERÊN GERÎLA DE BERXWEDANIYEKE DÎROKÎ TÊ MEŞANDIN’

Şevger di destpêka nirxandinên xwe de bal kişande ser têkoşîn û çalakiyên Kurdistaniyan ji bo azdiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, “Weke tê zanîn, me pêvajoyeke pir girîng li pey xwe hişt, di serî de îro li çar parçeyên Kurdistanê û derveyê welat gelê me di nav têkoşîneke pir mezin de ye û her roj ji bo azadiya Rêber Apo li ser pêyan û li qadan e. Dîsa 6 meh zêdetir in, dewleta faşîst a Tirk li hemberî herêmên Metîna, Zap û Avaşîn êrîşeke hovane dimeşîne û çekên qedexekirî û kîmyewî li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. Ruxmê vana jî di çeperên gerîla de berxwedaniyeke dîrokî tê meşandin û em bi rehetî dikarin bêjin ku dewleteke xwe bi tevahî spartiye teknolojiya herî bilind û çekên kîmyewî, li hemberî gerîlayên Kurdistanê têk çûye û berbelav bûye.”

‘PDK JI BO KU TIRKIYÊ JI TÊKÇÛNÊ XILAS BIKE, KETIYE NAV ÎXANETEKE PIR MEZIN’

Fermandar Şevger destnîşan kir ku PDK ji bo rizgarkirina dewleta Tirk ê li hemberî berxwedana gerîlayên azadiyê bin ketiye êrişê gerîlayan dike û wiha pêde çû: “Dîsa bi van êrîşan ve girêdayî, PDK ji bo ku Tirkiyê ji têkçûnê xilas bike, ketiye nav îxaneteke pir mezin û bi rêyên komplo û îxanetan dixwaze hevalên me şehîd bixe. Bi taybet hevalên me yên li Xelîfanê hatine şehîd xistin, bi rengekî herî nemirovane cenazeyên gerîlayên Kurdistanê jî nade. Lewma li deriyê sînor ê Sêmalka berxwedaniyeke ya dayikên şehîdan ku ev 40 roj zêdetirin berdewam dike heye.”

Şevger di dewama nirxandinên xwe de anî ziman ku dewleta Îranê bi hatina payîzê re dubare êrîşên xwe li ser gelê Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê didomîne û wiha dirêjî da axaftinên xwe, “Bi taybet piştî hatina ser kar a Reîsî, tê xwestin sîstemeke ku bi tevahî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê milîtarîze bike ava bikin. Lêbelê dewleta faşîst a Îranê di milê aborî de têkçûneke pir mezin jiyan dike û di bin gef û tirseke pir mezin de hewl dide êrîşê herkesî bike.” 

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger diyar kir ku îro li Îranê ji ber rewşa aborî gel tu hêviya xwe ji wê sîstemê re nemaye û êdî nikare wê tehemûl bike û got, “Bi taybet gel di asta herî jor de birçî hatiye hiştin. Gelên li Îranê hatine wê astê ku di nav sergoyan de tiştan derdixin û dixwin, nikarin jiyana xwe bidomînin. Xwekuştin pir zêde bûye, berê ji ber zext û zilma melayên Îranê jin xwe dikuşt, niha herkes xwe dikuje. Ji ber ku êdî mirov nikarin malbata xwe xwedî û debara xwe bikin; tu rêyeke din a domandina jiyanê ji gel re nehatiye hiştin. Em dema dinêrin di rastiyê de kesên ku di sîstemê de hene, ji bo wan rewşa gel pir girîng nîn e û herkesê ku dengê xwe bilind dike, bi rêya kuştin, sêdare û girtinê têne bêdengkirin. Heta niha tu guhertinek di hikumeta Reîsî de ji bo gelên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê çênebûye, berovajî her tişt ji berê zêdetir giran, xirabtir û zext zêdetir bûye.”

‘DIVÊ XWEDÎ LI MIROVÊN HEJAR DERKEVIN’

Şevger bal kişande ser pêwîstiya xwedîdeketina li hevdu ya Kurdan a di vê pêvajoyê de û nirxandinên xwe wiha domand: “Li Rojhilatê Kurdistanê û giştî Îranê divê xwedî li mirovên hejar derkevin, çandeke me ya civakî ya bi hêz heye. Ji ber vê herkesê ku derfetên xwe hene, divê alîkariya gel û mirovên hejar bike da ku nehêlin gelê me hevceyî sîstemê be û nebe amûrê sîstemê. Ji ber vê yekê li şûna ku serî li sazî û çareseriyên sîstemê bidin, di nav xwe de rêxistinbûna xwe ava bikin, alîkariya hevdu bikin û bi vî rengî nehêlin tevna civakê ji hev were perçekirin. Di vê oxirê de pêwîst e, herkes xwe berpbirsiyar bibîne û xwe û gelê xwe hevcedarê vê sîstema dagirker neke.”

‘EM BÊ RÊ Û RÊBAZ Û BÊÇARE NÎNIN’

Şevger qala kolberan û qetilkirina wan ji aliyê hêzên rejîma Îranê jî kir û anî ziman, “Mijareke din girêdayî vana, mijara kolber û kuştina kolberên li ser sînorên Kurdistanê ye. Bi taybet gelê me ji bo debara xwe bike, her cûre zext û zoriyê dide berçavên xwe û di bin şertên herî zehmet de kasibkarî û kolbertiyê dike. Lê dema em temaşe dikin, her roj li ser sînoran kolber têne qetilkirin. Bi taybet jî fermandarên rejîma faşîst li ser sînoran li ser kedên kolberan jiyan dikin, li gorî keyfa xwe nêzîkatî raber dikin, kengî dixwazin kolberan yanî gelê me, ciwanên me dikujin, kengî dixwazin nakujin. Lewma divê gelê me yê ku kolberî dike, xwe rêxistin bike û pêşiya vê bigirin. Heta kengî vê rewşê qebûl bikin. Di şertên herî zehmet de ji bo debara xwe bikin, jiyana xwe ji dest didin. Lewma kolber û gelê me divê qebûl nekin, di rastiyê de dema kolberek li kû derê were kuştin, divê gelê me yê wir rabe serhildanê û heta dawiyê têkoşîna xwe bimeşîne, ji ber îro em bêdeng dimînin, dijmin zêdetir har dibe û gelê me qetil dike. Em dizanin em bê rê û rêbaz û bêçare nînin, em dikarin bi rêxistinbûna xwe vê dijminê dagirker vala derbixin û nehêlin wisa bi rehetî me bikuje.”

“DIVÊ EM XWEDÎ LI XAK Û WELATÊ XWE DERKEVIN”

Têkildarê koçberiyê û helwesta ku were esasgirtin de Şevger ev nirxandin kir: “Dîsa heman siyaset li ser koçberan jî tê meşandin, sîstema dagirker îro mirovan hevcedarê xwe dike, kesên ku vê sîstemê qebûl nake, nikare tehemûlê zor û zordariyê bike, bêçare têne hiştin û neçarê terkkirina ax û welatê xwe têne kirin. Polîtîkaya ku li vir tê meşandin, kesên ku li hemberî vê sîstemê ne, ya ew ê mirinê qebûl bikin yan jî welatê xwe terk bikin, lêbelê îro mirovên ku koç dikin, di vê zanebûnê de bin ku tiştê sîstem dixwaze, bi koçberiyê em pêk tînin. Li şûna wê, divê em xwedî li xak û welatê xwe derkevin, heta dawî xwe rêxistin bikin û li hemberî vê sîstemê dagirker têkoşîn bimeşînin.”

‘ARMANC TIRSANDINA CIVAKÊ YE’

Şevger di dewama nirxandinên xwe de îşaret bi siyasetên rejîma Îranê yên bi armanca tepisandina gel û têkibirina ciwanan birêve dibe kir û got: “Bi taybet di van salên dawî de bi bilindbûn û mezinbûna têkoşîna Tevgera Azadiyê ve dewleta dagirker a Îranê ketiye nav tirs û xofeke mezin û bi rengekî herî hovane ji bo perçekirin û tunekirina civaka Kurd siyasetên qirêj dimeşîne. Her kesê ku dixwaze bi nasnameya xwe, bi rûmet û kerameta xwe, bi welatparêziya xwe bijî, dike hedef û bi vî rengî êrîşê wan dike û dixwaze wana bêdeng û tune bike. Ji ber vê yekê her demsala Payîzê, dest bi girtin û destgîrkirina gelê dike. Ji Ûrmiyê, heta Sinê û Merîwanê polîtîkayeke bi vî rengî dimeşîne. Her çi qas sedemên xwe cuda bin jî, di encamê de ji ber Kurd in girtina dikin û dixwazin bi vî rengî civakeke serî tewandî biafrînin û di nava civakê de tirs ava bikin. Îro li Îran û Rojhilatê Kurdistanê madeyên hişbir pir pêş xistiye, mirovên ku li hember sîstemê serê xwe natewînin an jî nabin amûrê wê û dixwazin jiyaneke bi rûmet hilbijêrin, dibin hedefa sîstemê. Ji ber vê yekê gelê me divê xwe rêxistin bike, sedem çi dibe bila bibe, ji ber çi sedemê hatibin girtin jî pêwîste serê xwe netewînin, jê netirsin û her tim di nav têkoşînê de bin. Bizanin ku armanc tirsandina civakê ye. Dixwazin me wisa terbiye bikin. Lê ji bo jiyaneke xwedî şeref û azad, pêwîste gelê me têkoşîna xwe bidomîne. Raste berdêlên xwe giran in, bê bredêl nabe. Di vê rêyê de çawa ku berê jî çêbûye, kuştin heye, sêdare heye, girtin heye. Lê eger em bêdeng bimînin, ew ê tu carî ev sîstema dagirker nehêle ku weke mirovekê û Kurdek xwedî rûmet bijîn.

RASTERAST SIPAHÊ PASDARAN MADEYÊN HIŞBER DI NAVA CIWANAN DE BELAV DIKE 

Bi vê mijarê re girêdayî, polîtîkayeke din a dewleta faşîst a dagirker a Îranê li ser civaka me bi taybet jî li ser ciwanên me dimeşîne, muhdatkirina (girêdayîkirina bi madeyên hişber) ciwanên Kurd e. Sîstema Îranê li ser ciwanên Rojhilatê Kurdistanê, madeyên hişbir, şîşe û hwd serbest kiriye, îro di asta herî jor de li bajarên Kurdistanê madeyên hişbir di bin kontrola Îtilaat û Sipayê Pasdaran de belav dike û dimeşîne. Rasterast Sipahê Pasdaran li ser vî karî ye û bi vî rengî perçekirina civakê dike armanc û vî karî li her derê belav dike, ji kolanan heta her şaneya civakê îro ciwanên me ji xwe re dikin hedef.”

‘CIWANÊN HEJAR DIXÎNIN Û SÎXURÎ LI SER WAN FERZ DIKIN’

Şevger her wiha da zanîn ku rejîma Îranê hejariya ciwanan bikar tîne û wan li hemberî civak û tevgera azadiyê dike sîxur û wiha pêde çû: “Bi vî rengî ciwanên hejar ku dixînin, li ser wan qirêjî dimeşîne û sîxurî li ser wan ferz dike. Dike ajan û dişîne nav me û bi armanca ku jiyana gerîla xerab bike, nirxên heyî perçe bike û ji nasname û cewherê xwe dûr bikeve, bi rengekî herî qirêj û hovane wana bi kar tîne. Bi kurtasî êrîşeke du alî li ser ciwanên me û Tevgera me dimeşîne. Di vir de rola girîng dikeve ser malbatên me. Ji perwerdekirina zarokên xwe heta hemû têkiliyên zarokên xwe û jiyana wan pêwîst e bişopînin û nehêlin bibin amûrê dijmin û ji rastiya xwe dûr bikevin. Dewleta Îranê jî û dewleta Tirk jî bi salan e, bi vî rengî li ser jin û ciwanên me dixebitin. Ew jî baş dizanin ku eger jin û ciwanên Kurd heta ji rastiya xwe dûr nekevin, bi madeyên hişbir hişmendiya wan neyê perçekirin, ew ê li hemberî neheqiya ku li dijî gelê Kurd tê kirin, wê bêdeng nemînin û xwe rêxistin bikin. Lewma îro hedefa esasî ciwanên Kurd in û bi xerakirin, sîxurkirin û vana şandina nav PJAK’ê ve bi tevahî tunekirina ciwanên me û xerakirina Tevgera me ya Azadî tê hedefkirin.

‘DI TEVGERA APOYÎ DE TEVLÎBÛNEKE DILXWAZÎ, DAXWAZ Û ARMANCEKE PÎROZ HEYE’

Lê jiyana tevgera azadî, jiyaneke sade û temîz e, kesên ku bi vî rengî tên şandin, di vê jiyanê de pir zû deşîfre dibin. Em ji dîrokê dizanin heta niha ne dewleta Tirk û ne jî dewleta Îran kariye ser bikeve. Ji ber ku di Tevgera Apoyî de tevlîbûneke dilxwazî, daxwaz û armanceke pîroz heye. Jiyaneke li ser rastî, bi pîvan û bi exlaq dimeşe, ew ê tu carî nikaribin ser bikevin. Em dizanin ku her çi qas dewleta faşîst a Îranê ciwanên me bi rengekî 2 meh an jî 6 meh perwerde dike û dişîne nav me da ku bikaribe me ji hundir xerab bike. Lê weke me li jor jî anî ser ziman wê dewleta dagirker a Îranî tu carî nikaribe di jiyana ku Rêber Apo damezrandî de bigihêje hedef û armancên xwe.

‘XWE RÊXISTIN BIKIN Û XWEDÎ HELWEST BIN’

Bi taybet lazime ciwanên me yên Kurd jî vêya baş têbigihêjin, çima bi taybet ciwanên me yên Kurd wisa têne hedefgirtin, têne xistin û bi rengekî dixwazin karê xirab bi wan were kirin. Lê em dibînin tevî ku weke profesyonel hatine perwerdekirin, piştî du rojan li xwe mikur tên yan jî deşîfre dibin û nikarin jiyana xwe bidomînin. Dehan kesên wisa hene ku mikurhatina vêya dikin. Tevgera me tevgereke wisa ye ku bi fikr û felsefeya Rêber Apo perwerde dibîne û li ser jiyaneke exlaqî, polîtîk û azad kesayeta xwe ava dike û xwe digihêjîne. Ji ber vê ciwanên me lazime bi van polîtîkayên dijmin nexape, neyên lîstokên dijmin, li hemberî vê xwe rêxistin bikin û xwedî helwest bin. 

Bi vê re girêdayî weke me anî ser ziman bi taybet jî li herêma me ya Ûrmiyê li ser ciwanên me sîxurtî pir zêde tê pêşxistin, ji ber ku li wir civakeke me ya welatparêz heye, lewma dijmin hewl dide naveroka vê welatparêziyê vala bike û ji cewherê derxîne. Pêwîste gelê me li hemberî van kiryarên dijmin hişyar be, kontrolê li ser zarokên xwe bike, xwe rêxistin bike û xwedî li rûmeta xwe derkeve. Ji ber îro rejîmeke li ser xwîna me xwe dide jiyankirin heye.”

‘ÎRAN DI HILBIJARTINA 10’Ê COTMEHÊ YA LI IRAQÊ DE BIN KET’

Fermandarê YRK’ê Şiyar Şevger îşaret bi trafîkên dîplomasiyê yên Îranê bi Iraq û Tirkiyê kir û ragihand: “Mijareke din ku me berê jî anîbû ser ziman, Îran di hilbijartina 10’ê Cotmehê ya li Iraqê de bin ket. Wê demê fermandarê Sipahê Quds bi veşartî hatibû Baxdayê. Îran encama ku ji hilbijartina Îraqê derketibû qebûl û hezim nake. Careke din di van demên dawî de fermandarê artêşa Sipayê Pasdaran hate Bexda û piştre derbasî Silêmanî bû û li vir civînek çêkirin. Li ser bingehê ka ew ê çawa hikumetek ava bikin, ew ê çawa nêzîkatî raber bikin, Tirkiyê jî di nav de civîn û hevdîtin çêdibin. Ji ber Îran nikare vêya hezim bike û qebûl nake.

ARMANCA ÇÛYÎNA IRAQÊ TESFIYEKIRINA TEVGERÊN KURD ÊN ROJHILATÊ KURDISTANÊ YE

Armanca çûyîna fermandarê Sipahê ji bo Bexda û Silêmaniyê eve ku hewl didin bê ka çawa li ser muxalîfan midaxele bikin, ji bo wê nîqaş hatiye meşandin, berê hilbijartin jî nîqaş kirine û biryar dane ku hêzên muxalîfên Îranê weke partiyên Komele, HDK-Î û hwd ji Iraqê derxin. Li ser vî esasî li çiyayê Helgurt û hawîrdora wê êrîş li ser hêzên Demokrat kirin. Gelê me yê Mûkriyanê yên di nav hêzên Demokrat de şehîdên xwe hene baş bizanin ku di vir de rastiya PDK’ê baştir derketiye. Di van hevdîtin û êrîşên dawî de pir bi aşkereyî hate dîtin ku PDK’ê Demokrat firot. Nêçîrvan Barzanî bi xwe çûbû Îranê û bi Îranê re lihevkir û hate gotin ku çekên van hizbên muxalîfên Îranê yên li Iraqê werin komkirin. Niha Barzanî beşek ji çekên wan kom kirine.

‘PÊWÎSTE EM TÊKOŞÎNEKE HEVPAR AVA BIKIN’

Lewma pêwîstî bi serdemeke nû ya yekîtiya hizbên Rojhilatê Kurdistanê heye. Komele bi hemû beşên xwe û Hêzên Demokratê Rojhilatê Kurdistanê, PJAK û hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê divê yekîtiya xwe ava bikin. Divê pişta xwe nedin tu kesî, eger dixwazin têkoşîn bikin, pêwîste em têkoşîneke hevpar ava bikin. Ji bo civakeke azad û yekîtiya gelê Rojhilatê Kurdistanê ava bibe, ev pêwîst dike. Ev bi PDK’ê nabe, îxaneta wê li ber çav e, zanebûna vê pêwîst dike. PDK tenê li Bakur li hemberî PKK’ê şer nake, îxanet nake; li giştî Kurdistanê îxanetê li gelê Kurd dike, hevkariya dijminê Kurd dike. Li hemberî hemû hizbên Kurdistanê şerekî qirêj dimeşîne. Li hemberî Komele, Demokrat û PJAK’ê jî îxanet dike. Siyaseta ku dewletên dagirker ên Îranê û Tirkiyê dike, PDK jî dike. Bi taybet PDK herî zêde vê siyaseta xwe li ser qanalê Rûdaw û K24’ê dimeşîne. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê divê qanalê Rûdaw û K24’ê temaşe nekin. Ev qanalana îxanetê li Kurdistanê rewa dikin, civakê belav dikin û îxanetê li Kurdistanê dikin. Di bin kontrola MÎT a Tirk, Emerîka û dijminê Kurdan de dimeşînin. Ji ber vê helwesta gelê me divê radîkal û diyar be.”

‘EM DIXWAZIN PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYA DIYALOGÊ ÇARESER BIKIN’

Şevger di beşek din a nirxandinên xwe de bal kişande ser hevdîtinên dawî rayedarên dewleta Tirk û yên rejîma Îranê û wiha girte dest; “Derveyê vana di van demên dawî de tê gotin ku li ser sînor hin amadekariyên leşkerî yên Îranê hene, fermandariya Îranê tank û topan anîne ser sînor, bi Tirkan re jî hevdîtinan çêdikin ku di rewşa heyî de Tirk li hemberî Tevgera Azadiyê têk çûye û di milê aborî de hilweşiyaye. Niha Tirk rewşa xwe ya herî lewaz dijî, di milê aborî, dîplomasî û hwd de krîz û aloziyeke pir mezin dijî. Ji ber vê dixwaze ji xwe re dostan peyda bike. Îro li Kurdistanê faşîzmeke di asta herî jor de dimeşîne, hewl dide herkesî bike dijminê Kurdan û bi vî rengî dixwaze hem têkçûna xwe veşêre û hewl bide di vê qirkirin û qetlîama derveyê mirovahî ya li hemberî gelê Kurd ji xwe re hin dostên nû peyda bike û bike hevkarê xwe. Lihevkirina wan li ser têkbirina Tevgera me ya Azadiyê ye. Lê em li Rojhilatê Kurdistanê dixwazin pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê çareser bikin. Ger wisa nebe, em hêzeke leşkerî ne, em xwedî  bawerî û îrade û îdeolojî ne û li ser vî esasî şer û têkoşîna xwe dimeşînin û pişta xwe derveyê gelê xwe nadin tu kesî. Lewma dema tu rêyek ji diyalog û çareseriya demokratîk re neyê hiştin, em ê têkoşîna xwe bi rêbazên cuda bimeşînin. Ji ber vê divê herkes bizane, ger êrîşek li ser me û gelê me were, em ê bi rengekî herî baş parastina xwe ya rewa bikin. Jixwe hatina Çavûşoglû ya Îranê di esas de dixwazin li hemberî me hin amadekarî pêk bînin û êrîşan bikin. Her çi qas em tam naveroka van hevdîtinan nizanibin jî, lê di encam de dewleteke faşîst a weke Tirk ku dijminatiya Kurdan dike, kêm be jî naveroka van hevdîtinan tê fêhmkirin.”

‘JI BO AZADIYA RÊBER APO DI NAV SEFERBERÎ Û TÊKOŞÎNÊ DE BIN’

Di dawiyê de ji Fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê, Fermandar Şiyar Şevger ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi vî rengî bang kir, “Em bang dikin ku hemû gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya Rêber Apo di nav seferberî û têkoşînê de bin, bi taybet ciwanên me û jinên Kurd û dayikên me di nav têkoşînê de bin. Xwe rêxistin bikin, xwe bigihînin gelên din, bigihînin dostên xwe yên Azerî, Fars, Belûc, Ereb û yekîtiyeke demokratîk a gelan ava bikin û têkoşîna xwe bimeşînin. Me di vê pêvajoyê de gelek berdêlên giran wek heval Hewram, heval Rênas, 12 hevalên me yên li Dalaho şehîd ketin û heval Şêrko, heval Rêvan, heval Brûsk, heval Kawenda, heval Ajwan û dehan hevalên me bi qehramanî şehîd ketin dan, her wiha hevalên me yên di zîndanan de şehîd ketine, em wana careke din bi bîr tînin û em ê bibin şopdarê wan û çeka wan li erdê nehêlin û di rêya wan de têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber vê careke din bang li ciwanên Kurd dikin ku tevlê têkoşîna azadiyê bibin û xwedî li şehîdên xwe yên qehreman derkevin.”