Şervanên YPJ-YPG: Hebûna Rêber Apo hebûna me ye

Şervanên YPJ û YPG'ê destnîşan kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan mijareke hebûn û tunebûnê ye û gotin, "Ji bo me heta azadiya fîzîkî ya Rêbertî nebe, ti wateya azadiyê nîne."

Bi belavbûna îdîayên têkildarî jiyan û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li her beşên civakê, li her parçeyên Kurdistanê nerazîbûn mezin dibe. Şervanên YPJ û YPG'ê jî li ser mijarê axivîn.

Şervana YPJ'ê Evrîm Kobanê li ser girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo gelên herêmê wiha got: "Rêber Apo ji bo me tê wateya hebûnê. Em ji mirinê rizgar kir û di heman demê de zincîra koletiyê qetand. Lewma; ez bi xwe jî hebûna xwe di nava hebûna Rêber Apo de dibînim. Ji bo me bê Rêber APO  jiyanek din nîne. Heta ku azadiya Rêbertî ya fîzîkî misoger nebe, ji bo min ti wateya azadiyê nîne. Ew agahiyên ku der barê Serokatî hatine belavkirin, me dixe nava fikaran. Pêwîste were zanîn ku kes nikare me ji Rêbertiya me dûr bixîne. Em li derdora Rêberê xwe xelekên ji agir in. Êdî dem hatiye ku em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabikin û azadiya fîzîkî ya Rêbertiya xwe misoger bikin."

Şervanê YPG’ê  Demhat Dirbesiyê jî got, "Rêber Apo dîroka me ye" û wiha axaftinên xwe dewam kir, "Ji bo her Kurdekê/î  were pirsîn, ku pênaseya te ji bo dîrokê çi ye? Wê teqez di serî de Rêbertî were bîra mirovan. Ne tenê gelê Kurd ji bo gelan hemûyan bi heman rengî ye. Ji ber ku gelên komkujî li wan hatiye ferzkirin di heman demê de nasnameya wan hatiye binpêkirin. Bi saya şîroveyên Rêbertî, careke din nasname û hebûna xwe nas kirin. Ji ber ku hemû gelan lêgerîna jiyana azad  di fikir û ramanên Rêber Apo  de şênber kirin. Em wek şervanên YPG'ê bi îdîa ne ku her tim li pey şopa Rêbertiya xwe bin. Wek tê zanîn em xelekên ji agir in û li dora Rêbertiya xwe ne. Çi destdirêjî li ser Rêberê me were kirin, wê ew dest were şewitandin. Her wiha ew agahiyên ku di derbarê rewşa Rêbertî de hatin belav kirin, em li hemberî van gotinan bê helwest namînin."