Şervanên YBŞ'ê: Em besî xwe ne, pêwîstiya me bi kesî nîne

Yekîneyên Berxwedana Şengal (YBŞ) ên ji keç û xortên Êzidiyan pêk tê, ku di têkbirina DAÎŞ’ê de ya li Şengalê berxwedan û têkoşînek mezin kirin û niha jî Şengalê diparêzin diyar kirin, ku pêwîstiya Şengalê bi hêzeke din nîne.

Piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an hêzên girêdayî Partiya Demokratîk a Kurdistan (PDK) Şengal hişt û reviyan û bûn sedema qetilkirina bi hezaran Êzidî, dîsa revandina bi hezaran jin û keçên Êzidî.

Li ser vê qirkirinê û wêranbûna Şengalê keç û xortên Êzidî yên Şengalê wisa zanîn ku pêwîstî bi avakirina hêzekî ji welatiyên herêmê yên Êzidî heye. Li ser vê yekê xort û keçên Êzidî hêzeke bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengal û Yekîneyên Jinên Şengal (YBŞ-YJŞ) ava kirin ku roleke mezin a wan a di rizgarkirina Şengalê û azadkirina welatiyên Êzidî ya ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hebû.

YBŞ/YJŞ ji roja avabûnê heta îro erka xwe ya parastina Şengalê ji hemû êrîş û metirsiyan dilîze. Li hemberî vê PDK jî taybet dema dawî li dijî vê hêzê dest bi propagandayên reşkirinê kiriye. PDK dixwaze vê hêza herêmî û rewa ya girêdayî Iraqê tine bike. 

Li ser vê yekê me berê xwe da navendeke ya şervanên YBŞ’ê û xwestin nêrînên wan bigirin. Şervanan anî ziman ku YBŞ dengê hewara dayik û keçên Êzidî ne.

Şervanan destnîşan kirin ku ji roja çeteyên DAÎŞ’ê êrîş kirin û vir ve YBŞ û YJŞ parastina Şengal û Êzidiyan dike.

Şervanan anî ziman ku YBŞ xwedî hêze ku bikarin deverê biparêzin û pêwîstiya wan bi hêzeke din nîne.

Şervanên YBŞ'ê Şahîn, Berxwedan, Egîd, Dilbirîn û Êriş wiha axivîn:

"YBŞ keç û kurên Êzidiyan e. Li dijî fermanê ava bû, heta niha nêzî 300 şehîdên me hene. Em bi biryara Iraqê nerazî ne. Bê xelkê Şengalê em qebûl nakin ku kesên ked nedane biryarê li ser me bidin.

Baweriya me êdî bi hêza me tê, bi keç û kurên Êzidiyan tê. Pêwîstiya me pê nîne ku hêzek bê me biparêze. Zêdeyî 6 sal in em xwe bi xwe diparêzin. Pêwîsteya me ne bi pêşmergeyan ne jî bi hêzeke din nîne. Hêza me ji keç û xortên me ye, berxwedana me ji me ye. Bila kes biryarê li ser Şengalê nede, em vî tiştî qebûl nakin. Em qebûl nakin ku bazarê li ser Şengalê bikin.

Li ber vê axa pîroz me şehîd dan, em naxwazin kesekî din bê. Ji bilî YBŞ'ê em hêzeke din naxwazin.

Di sala 2014'an de piştî ku pêşmerge reviyan me dît ku kes parastina me nake, lewma hêzeke Êzidiyan çêbûn. YBŞ ji aliyê keç û xortên Êzidî ve ava bû, ji bo parastina xwe bikin. Em naxwazin kes bê dîsa pirsgirêkan li Şengalê çêbike, pirsgirêkan ji miletê me re çêbike. Em bi xwe besî xwe ne.

Hêza me ji bo parastina Şengalê têrê heye, zêde jî heye. Em dixwazin gelê me jî vegere, li ber xwe bide. Em têra xwe hene.

Em naxwazin mirovekî me bifiroşe bê vê derê. Bi dilê me nexweş e, mirovekî em firotî bê axa me biparêze.

Em besî xwe ne, em ê xaka xwe biparêzin."