Şervanên enternasyonalîst: PDK xizmeta DAIŞ'ê dike!

Şervanên enternasyonalîst ên di nava YPG'ê de cih digirin, li Kobanê daxuyaniyek dan çapemeniyê û xwestin, şervanên enternasyonalîst ên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin, tavilê bên berdan.

Daxuyaniya çapemeniyê li ber bîranîna li Kobanê ya ji bo şervanên enternasyonalîst ên li Rojava jiyana xwe ji dest dan hate çêkirin, hat dayîn. Şervanan di dema daxuyaniyê de bi Kurdî dirûşmên "Bijî berxwedana YPG'ê", "Bijî berxwedana gelê Kurd" qîriyan.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, agahî ji 6 şervanên enternasyonalîst ên hefteya bihurî aliyê PDK'ê ve hatin girtin nayê wergirtin. Di daxuyaniyê de hat gotin, şervanên ji aliyê PDK'ê ve hatine girtin Callûn Ross, Ozkan Ozdîl, Fernando Grassa, Jûstîn Schnepp, Damîen Rodrîgûez û Anthony Delgatto ne.

Di daxuyaniya şervanên enternasyonalîst de wiha hate gotin:

"DAIŞ rêxistinekî terorîst ya cîhanî ye. Şoreşa demokratîk a Rojava bi hêzên xwe yê YPG û YPJ kariye pişta vê terora cîhanî ku beriya Kobanê li cihekî bin neketibû, bişkîne. Bi Kobanê me fêm kir ku têkbirina vê terorê tenê bi rêya berxwedanê pêkan e. Li hember vê terora cîhanî, weke şervanên enternasyonal ji welatên cuda, me baweriya xwe bi Şoreşa Rojava aniye û piştre ev tevlî vê têkoşînê bûne.

Ji ber Rojava ji bakur ji aliyê Tirkiyeyê û ji başûrê xwe ve ji aliyê DAIŞ’ê di dorpêçê de bû, tenê rêyekî me hebû ku em xwe bigîjînin Rojava, sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê ku di kontrola KDP’ê de ye. Tevî hemû astengiyên ku KDP derxistine jî, bi sedan ji me beşdarê têkoşînê bûne. Eger KDP ewqas zehmetî çênekiriba, dibe ku bi hezaran ji me hatibana. Mînakek ji vê hefteyek beriya niha qewimî, ev hefteyeke ku ti agahiyê me di der barê 6 hevalên me yê enternasyonal tine ye. Em tenê dizanin ku ew ji aliyê KDP ve hatine girtin, lê em nizani ka di çi rewşekî de tên xwedî kirin. Em heta nizanin gelo ew zindî ne yan na.

Em di vê baweiyê de ne ku kiryarên wiha ne tenê Şoreşa Rojava hedef digirin belku zirarê digîjînin têkoşîna demokratîk ya gelan û aramiya cîhanê, di heman demê de KDP dixe di xizmeta terora cîhanî ya DAIŞ’ê.

Em saziyên şoreşger, hêzên demokratîk û pêşverû û hemû kesên ku piştevaniya têkoşîna dijî DAIŞ’ê dikin, vedixwînin ku li hember hewldanên KDP ku dixwaze pêşketina demokrasiyê li Rojava bifetisînê, bê deng nemînin.

Hemû dinya divê bizane ku hêzekî paşverû weke KDP dixwaze hemû nirxên demokratîk ku bi Şoreşa Rojava pêşketine û têkoşîna YPG/YPJ li hember terorîsmê, reş bike. Li hember vê paşverûtiyê, em bang li hemû şoreşgerên enternasyonal dikin werin Rojava û piştevaniya şoreşê bikin."