Şervanekî li pey rastiya jiyanê: Alîşêr Torî

"Piştî ku hatim çiyê, dilsoziya min xurtir bû. Ji bo kêliyekê jî be dikarim bêjim ku min hilma azadiyê li van çiyayan stand."

Gerîla Alîşêr Torî 'Burhan Duygun' sala 1988'an li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê hatiye dinyayê. Li malbeteke welatparêz mezin dibe. Di dema zanîngehê de têkoşîna azadiyê nas dike û tevlî karên ciwanan dibe. Sala 2007'an li Aydinê bi xurtbûna lêgerînên wî hîn bi rengekî çalak tevlî karên rêxistinî dibe û salekê vî karî dike. Wê demê tê girtin û demekê di girtîgehê de dimîne. Piştî ku ji zindanê derdikeve, li Amedê di sala 2012'an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Di operasyona artêşa Tirk a dagirker de li Mêrdînê di sala 2018'an de heta fîşeka xwe ya dawî şer dike û tevî 3 hevrêyên xwe di 26'ê Sibatê de şehîd dibe.

Gerîla Alîşêr, piştî ku partiyê nas dike di demên herî giran de bi awayekî çalak tevlî karên ciwanan dibe. Ango bi lêgerîna li jiyaneke ewle û azad, ji bo rizgarkirina nasnameya xwe dev ji dibistanê berdide û hîn zêdetir girîngiyê dide karên rêxistinî. Di nava vî karî de her çiqas bû hedefa êrişên dijmin jî gerîla Alîşêr, bê ku dev jê berde hîn zêdetir kar kir. Ji ber ku di vî karî de xwe û nasnameya xwe dît û tevlî nava refên azadiyê bû.

Gerîla Alîşêr têkildarî tevlîbûna xwe ya li nava refên têkoşîna azadiyê wiha axivî bû: "Bi hatina min a li van çiyayan, dilsoziya min xurtir bû. Ji bo kêliyekê jî be dikarim bêjim ku min henaseya azadiyê di van çiyayan de girt. Bi qasî mezinbûyîna van çiyayan, hezkirina jiyanê di dilê min de timî mezin bû. Di nava van bedewiyan de hevaltî vê yekê temam dike. Ev dibe bingeha xurtkirina hevaltî û armancên mirovan bi xwe."

Gerîla Alîşêr di heman demê de têgihiştina xwe ya li ser dilsozî û jiyanê wiha anîbû ziman: "Ji bo mirov hêjayî vê jiyanê bibe, divê mirov hevaltiya xwe xurt bikin û kesayetiya paşverû biguherînin. Têgihiştina vê jî bi dilsoziya bi bîrdoziya Serokatî ve girêdayî ye. Bi taybetî, yekbûna bi xwezayê re, asta bilind a azadiyê dike ku mirov bêhtir bi jiyanê ve bên girêdan. Ev yek jî di encama paradîgmaya azadiyê û demokrasiyê de pêk tê."

Gerîla Alîşêr ji bo fêmkirina bîrdoziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji her alî ve hewl dida. Di vê mijarê de jî wiha gotibû. "Wek şervanê Rêber APO, ji bo bibim hevrêyê rast ê Rêbertî ez ê heya dawiyê têkoşîna xwe bilindtir bikim. Armanca me wek gerîla jî avakirina xweseriya demokratîk e. Lewma, bi erkên xwe yên demê em ê giraniyê bidin ser vî karî. Di bingeha van de jî wê her tim azadkirina Rêbertî ya fizîkî hebe. Li ser vê bingehê em ê bi ruhê berxwedanê azadkirina Rêbertî misoger bikin."